Berhemeke bêhempa ji Weşanxaneya ”Lîs”ê

Berhemeke bêhempa ji Weşanxaneya ”Lîs”ê

HECÎYÊ CINDÎ – JÎYAN Û KAR
FRÎDA HECÎ CEWARÎ

 

Heciyê Cindî – ”Jiyan û kar/diyariya ji bo 100 saliya jidayîkbûna Heciyê Cindî”, bi destê keça wî Firîda Hecî Cewarî hatiye amadekirin.

 

Di berhemê de ji zaroktiyê heta xebatên bêhempa yên li ser folklora gelê Kurd, hemû aliyên jiyana nemirî, bi hurgilî derdikevin pêşberî xwendevanan.

 

Digel van gotinên Perwîz Cîhanî, Têmûrê Xelîl, Wezîrê Eşo, Çerkezê Reş, Eskerê Boyîk, Kendal Nezan, Fêrîkê Ûsiv, Şerefê Eşir, Şekroyê Mihoyî, Jaklîn Mûsayêliyanê û gelek nivîskar/lêkolînerên navdar yên derbarê Heciyê Cindî de jî di kitabê de cîh girtine.

 

50 wêneyên ku jiyana Heciyê Cindî bi me didin naskirin jî, wek xemla pirtûkê, -piranî- di beşa herî dawî de ne.

Malpera LÎSê: www.lisyayinevi.com

 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev