Cureyên Zekayê

Cureyên Zekayê

Welat Agirî

 

Her însan bi xûy, xislet, fikr, raman, rabûn û rûniştina xwe heye. Kes naşibe kesî, yek ne wek yekî din e. Her ferd di nav behra dinyayên cuda cuda da dinyayek e.

Di vê sedsala 21an da, hê jî em baş qedr û qîmeta însanan nizanin, nizanin ku di her yekî de cewherek heye. Û mixabin ev sîstema perwerdehîyê ya îro li dinyayê, rê nade ku malbat yan jî dibistan wan cewherên binerd derxin ser rûyê erdê.

Îro tu ji malbata bipirsî, ji sedî 70-80 dixwazin zarokên wan bibin doxtor yan jî mihendîs. Ne tenê li nav kurda, ev mantalîte li her derê heye û serdest e. Dersên serekê yên doxtorî û endazyarîyê jî matematik, fîzîk, kîmya û bîyolojî ne. Îca dema zarok di wan dersan de serketî nebin, di nav milet da wek kesên bêhiş, bêkêr, tirole tên navkirin.

Li gorî lêkolîna Howard Gardner, ji Zanîngeha, Harwardê, IQ ya zarokan li gorî zîrekîya wan ya matematîk-mantiqê nayên tespîtkirin. Gardner dibêje heyşt cureyên zekayê hene ;

  1. Zekaya gotinê/zimên : Kesên di vî warî da zîrek, di axaftina xwe da, peyv û gotinên xwe baş bikartînin. Stran û helbestan bi hêsanî jiber dikin. Di cimaetan de bi kêfxweşî çîrok û meselokan dibêjin. Piranîya wan, berê xwe didin nivîskarî, rojnamevanî û sîyasetê.
  2. Matematîk-Mantiq : Li ser xebat-sîstema amûrên elektronîk bi meraq û hewes in. Bikaranîna jimaran û hesabên matematîkî ji wan ra ne dijwar e, ku dersa herî zêde mêla xwe didinê, matematîk e. Dîsa ji lîstokên wek kişik û dame hez dikin. Zîrekên matematîk-mantiqê pîşeyên wek compûter, zanîstyar, matematîkvan tercîh dikin.
  3. Zekaya Dîtbarî : Ji bihîstinê zêdetir, bi dîtinê fêrî tişta dibin. Ger carekê çûbin cîyekî, wê adrêsê ji bîr nakin û bi hêsanî rê û dirba tê derdixin. Xêzkirina resiman da bi şiyan û qebîlyet in.
  4. Zekaya Bedenî/Kînestetîk : Di axaftinê de, dest, tilî û mîmîkên xwe bikar tînin. Piranîya wan dibin atlet, werzîşkar û reqsvan. Cîyê xwe da zêde nasekinin, bi hereket in. Ger zarokek di vî warî de zîrek be, li gorî hevalên din baştir li topê dixe, zane wê  çawa û çiçax pasê bide û xwedî stratejî ye.

 

Emê di nivîsa duduya da, herçar cureyên din ên zekayê raberî we bikin. 

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev