KURDÊN GURCISTANÊ

KURDÊN GURCISTANÊ

Xudana vê nivîsê bi 2 birayên xwe Ando û Têmûr Çildergûşî ra tevayî

di tevaya jîyana xwe da tevî karê pêşketina çanda kurdî li Gurcistanê bûne.

Leylê li radyoya kurdî kar kirîye, Ando wênekêşê kurd yê naskirî bûye,

 Têmûr jî artîstê vê teatroyê bûye.

Îro jî wî karî welatparêzên wek Îsko Dasinî, Bella Stûrkî û yên din berdewam dikin.

 

Leyla Çildergûşî 

Sala 1918 pareke Kurdên Sovyêt, ango Kurdên Êzidî, li Tirkîyê ji ber qetila Romê direvin û tên Gurcistanê, cîwar dibin. Niha li Gurcistana Sovyet da nêzikî 30 hezar Kurd dijîn.

Ji sedsalan virda, Kurd ji xwendin û ronahîyê bêpar mabûn; tenê şoreşa Oktobrê a mezin, bi derbaskirina siyaseta “Lenînîzm” a miletî, mecal da hemû miletan û Kurdan bona pêşdaçûyîna wan a aborî, civakî û çandî.

Îro li vir, ango li Gurcistanê, partî û hukumeta Gurcistanê guhdarîyeke mezin daye koma gelê Kurd. Di vê dema kurt da, bona karê birêvebirî û ramanê, her usa jî bona çand û ronahîya wan sê biryarên girîng qebûl kir.

Sala 1974, 1978, 1980an da li nav Kurdan karê siyasî bi taybetî gurr û geş bû, miletê Kurd jî kete vî karê polîtîk û civakî.

Ji bona Kurdan çi hatîye kirin û tê kirin?

Îro di nav Yekîtîya Nivîskarên Gurcistanê da, beşek ji beşa Yekîtîya nîviskarên Kurd e. Di alîyê din da, îsal 10 salîya sazkirin û weşandina Radyoya bi Zimanê Kurdî temam dibe. Dîsa li nav Yekitîya Nûçevanên Gurcistanê da gelek nûçevanên Kurd û rojnamevanên Kurd, ango rojnamevan jî hene. Her usa di van salên dawî da jimara endamên Partîya Komunîst zêde dibin û li nav van endamên Partîya Bolşevîk da gelek komunîstên Kurd jî hene.

Di sala 1988’an da, di hilbijartina hukumeta Gurcistanê da sê kesên Kurd jî ketin nav xebatên partîyê û Komara Gurcistanê.

Cûdayî di kongra Partîya Bolşevîk a 27an da û konferansa 19an da nûnerekî Kurd jî hate dîtin. Navê nûnerê Kurd “MAMREŞÎ” e.

Li ba van tiştên qenc, sal bi sal li Gurcistanê û di temamîya Yekitîya Sovyet da ronakbîr û entelektuelên Kurd zêde dibin. Komara Gurcistanê, bi navê Kurdên ulimdar, doktor, encînêr (muhendîs), karmendên cure – cure kubar û serbihnd dibe. Ji wan wek Luîsa ALOÊVA (doktora bîyolojiyê), Lamara PAŞAÊVA (doktora dîrokê û etnografiyê), Mehmûd KALOÊV (doktorê fîzîkê), Kerem ANQOSÎ û yên din.

Li bajarê Tibîlîsê Koma Reqas û Govenda Kurdî, Koma Reqasa Zarokan, Koma Şano (tiyatro) a Kurdî, Komsomola Ciwanên Kurd gelek karên hêja dikin. Dîsa di bajarê Tibîlîsê da, ji bona hozan û helbestvanên Kurd salê 5-6 şevên civakî çêdibin; hozan û helbestvanên Kurd, di van şevan da helbestên xwe û yên biyanîyan dixwinin. Li alîyê din, li Gurcistanê fîlmek jî li ser jina Kurdan çêbûye, navê vê fîlmê “Em Kurd in” e.

Ji sala 1987’an virda, bi biryara Wezîrê Perwerdegarîya Gurcistanê li heşt dibistanên Gurcistanê ji bona zarokên Kurdan, dersên zimanê Kurdî têne derbazkirin; her usa jî komelek mamosteyê Kurdan bi resmî vebûye. Ev komele karekî gelek girîng daye ser milê xwe ji bona zarokên Kurd, ku zarok çand, dîrok û edebîyata Kurdî zanibin û winda nekin, fêrî her tiştê qenc bibin.

Îsal (1988) komelek çandî bi navê “Ahmedê XANΔ hatîye damezrandin. Kar û barên komelê û armanca komelê ew e ku, li ser ziman, çand, dîrok û edebyata Kurdî bi taybetî xebat bike.

Gulvedan û pêşveçûyîna Kurdên Gurcistanê û yên Yekitîya Sovyet, îzbatîya vê yekê ye ku Partîya Komunîst, bi saya sîyaseta Lênînîzmê a miletîyê, guhdarîyek mezin dide ser pêşveçûyîna miletên biçûk û yên din.

 

Kovara ROJA NÛ, hejmar 24, sal 1989

 

Di wêne da: Şanoya kurdan ya bajarê Tbîlîsîyê bi rêjîsorîya Mirazê Ûzo pîêsa nivîskar Eskerê Boyîk ”Sinco qîza xwe dide mêr” raberî temaşevanan dike.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev