Banga îstîfakirina serokê DMME’ê Spanó / Dengek Erdogan di DMME’ê de heye

Banga îstîfakirina serokê DMME’ê Spanó / Dengek Erdogan di DMME’ê de heye

Deklarasyona li ser xelata doktoraya rûmetê ya zanîngeha Stenbolê ji

Serokê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re:

 

Serokê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê Róbert Rangar Spanó, doktoraya rûmetê ji zanîngeha Stenbolê wergirt. Spanó ji aliyê serokkomarê Tirk Erdogan ve hatibû qebulkirin û bi rengekî eşkere pesnê wî ji bo xebatên wî hatibû dan.

Bi wergirtina wê xelatê Robert Spanó bi awayekî vekirî ziyan da maqama xwe.

Bi vê yekê pêbaweriya li bêalîbûna serokê DMME’ê lerizî.

Wî xwe bi vê helwestê rexnebar kir.

Bi sedan dozên kurdan û kêmneteweyên din yên ji Tirkiyê, ku li dadgeha wî li ser mafên bingehîn û yên mafên mirovan divê bên darizandin, niha bi nêzîkbûna Robert Spanó û sîstema neheq ya li Tirkiyê, hêvî jê nayê kirin ku bi dadwerî bên darizandin.

Di siyaseta navxweyî de hikumeta dewleta Tirk li kurdan û mixalefetê zordariyeke mezin dide meşandin û di warê mafê vegotina hizrî û ya çapemeniyê hema bêje bi tevahî asteng dike.

Di warê siyaseta derve de, rejîma Tirkiyê bi alîkariya mîlîsên cîhadîst êrîşên leşkerî dibe ser Iraq, Surî, Qibris û Lîbyayê û bi hedefên neo-osmanîst mafê serweriya wan dewletan binpê dikê.

Di Derya Egeyê de, gefan li sînorên dewletên Qibris û Yûnanîstanê dixwe, ku sînorên wan bi peymanên navnetewî hatine pejirandin.

Di heman demê de serokatiyeke kultwarî li dora serokkomar Erdogan ava dike, û çi di siyaseta navxweyî û çi jî di siyaseta derve de deshilatê ji bo xwe daxwaz dike û hemû herêma Rojhilata Nêzik, Rojhilata Navîn û herêma Derya Spî destabîlîze dike.

Parlemana Ewropayê, Komîsyona Ewropayî, Neteweyên Yekbûyî û her wiha gelek saziyên navnetewî û saziyên mafên mirovan di rabirdûyê de destnîşana binpêkirina mafên mirovan û kêmasiya di warê demokrasiyê de kirin.

Destûrdayîna ji hêla Robert Spanó ku xwe ji hêla dewleteke otokratîk û di pratîkê de bê fonksiyon bide xelatkirin, ji bo kesên ku bê rawestan ji bo demokrasiyeke pro-Ewropî dixebitin derbeyekê û nayê fêmkirin.

Zankoya Stenbolê ya ku Robert Spanó bi doktoraya fahrî xelat kir, di salên dawî de li ser bingeha tasfiyekirinê bi hezaran zanyar û talebe cihê lêkolîn û perwerdeyê dûrxistin.

Bi piştgiriya Sistema Erdogan ji avahiyeke zanistî û rexneger xatirê xwe xwast.

Bi wergirtina doktoraya fexrî êdî Robert Spanó ne liyaqê serokatiya DMME’ê ye.

Ji bo ji nû ve tesîskirina pêbaweriya Dadgeha Bilind li Straßburgê divê Robert Spanó ji maqama xwe îstîfa bike.

15.09.2020

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *