Nameyên evînî – 126

Nameyên evînî – 126

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Min çi daye Nura xwe? Min Nura xwe kire xwedî evîn. Nura min berî min ne xwedî evîn bû.

Nura min çi da min? Nura min ez kirime xwedî EVÎNA MEZİN.

Ango, ez evîna Nurayê me, lê Nura min evîna min a mezin e.

Ango, Nura min mezin e.

 

¤¤¤

Min û Nura xwe, me maleke bi hunermendiyê va dagirtî ji xwe ra çê kirîye, mala me dibiriqe û diçûrise. Malên ha yên gelekan heye, lê hinek tiştên di mala me da hene, li cihanê di tu malekê da tune: hewa mala me, ava mala me, ronahîya mala me bi evînê va dagirtî ne.

 

¤¤¤

Ez îro fikirîm, ku Xwedê her kesî çê kirîye, lê ya ez çê kirime – Nura min e.

 

 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev