Afirîşparêzî, Xulkparêzî (Creationism)

Afirîşparêzî, Xulkparêzî (Creationism)

Ali Gurdilî

 

Li gor vê bawerî û nêrîna felsefîk; hêzek a ku raserê xwezayê ye û ku hebûnatiya wî ji berê ve hatiye qebûlkirin, ji tunehiyê gerdûnê afirandiye.

 

Di seranserê dîrokê de, gelek navê cihêreng li wê hêza afirander kirine. Têgeha afirîşparêzî (fr: créationnisme, tr: yaratılışçılık)  û têgeha panenteîzmê, ji hev cuda ne û lewma jî, ev têgeh wekî ‘xulkparêziya dînî’ jî hatiye binavkirin. Di dema paganîzmê de, gellek Xweda hebûn. Xwedayên baranê, ba û bahozê, bereketê, parastinê û hwd.

 

Lê bi destpêka dînên yekxwedayî jî, hemû bûyerên derxwezayî li yek Xwedayekî hatine barkirin û afirandin jî, bûye hêz û vedîtina herî mezin ya wî Xwedayî. Baweriya afirîşê, meriv dikare bibêje ku wekî nêrîneke kevneşopî hema hema li hemû civakan hatiye dîtin. Lêbelê mînakên wê yên pêşîn, ku meriv dikare bibêje çavkaniya Kitêba Mikeddes (Ehda Nû û Ehda Kevin) û Qur’anê jî kirine, di efsaneyên sumerî de hatine dîtin.

 

Di destpêkê de gerdûn li ser avê dilive û ji wê avê, çiyayek diwelide û erd û ezmên, ji hev cuda dibe. Efsaneya Adapayê, derheqê vê mijarê de mînakeke balkêş e.

 

Di Qur’an, Ehda Kevin û di Tanahê (Tewrat û Zebur) de, hatiye nivîsândin ku gerdûn û nîjada mirovan ji aliyê Yehova (Navê Xwedayê ku di Tewrat, Zebur û Încîlê de derbas dibe) ve hatiye afirandin. Ji ber ku Ehda Kevin û Tanah hema hema weke hev in, di filehtî û cihûtiyê de, têgeha afirîşê jî weke hev in. Di Tanah û Ehda Kevin de, di beşa Afirişê (Tekvin, Yaratılış) de, behsa afirandinê tê kirin. Girêdayî vê yekê, meriv dikare bibêje ku afirîşparêzî jî; mîna hemû olên ku hene, ji nû ve hatiye şirovekirin.

 

Di vê modelê de peresana biyolojîk tê redkirin û di nav teoriyên çêbûna gerdûnê de jî, teoriya bigbangê (teqîna mezin) mîna teoriya zanistî ya tekane tê dîtin. Piştgir û aligirên vê teolojiyê, teoriyên zanistî red dikin. Peresan (evrîm), peresana mirovî û meseleya kalên (pêşiyên) hevpar, ne li gor dînên semawî ne û bi teoriyên wan yên afirîşê re jî, nakok in.

 

Ji bilî vê yekê; tarîxa dinyayê a biyolojîk, genetîka Mendel û teoriyên çêbûna sîstema Rojê û koka gerdûnê, ji aliyê vê teolojiyê ve nayê qebûlkirin.

Çavkanî: Ferhenga Felsefeyê – Ali Gurdilî 

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev