Ji Folklora Kurdî: KERÊ REŞ Û NÊRIYÊ XEZALAN

Ji Folklora Kurdî: KERÊ REŞ Û NÊRIYÊ XEZALAN

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

 

Kerê malbatekê hebû, hertim dibihîzt ku jina malê dibêje keça xwe: Xezala min, çavxezala min…

Bavê malê dibêje keça xwe: Xezaloka min.

Xortik dibêjin heskiriyên xwe: Çavxezalê…

Lê min hêj nedîtiye kesekî gotiye keça xwe: Delala min tu mîna kerê delal î. Yan çavên te wek yên kerê delal in!

Ker xwe bi xwe sêwirîye û gotiye: Divê ez herim çiyê û têkevim nava keriyên xezalan, xwe bikim xezal, da xelk behsa delaliya min jî bike.

Rojekê kerê reş rabû berê xwe da çiyê û çû ku here têkeve nav keriyên xezalan.

Ker çû û çû…

Ha li wê neqebê, ha li vê latê, ha jî di nava wan teht û zinaran de, ker li keriyekî xezalan rast hat.

Nêriyê xezalan dema çav bi Kerê Reş ket, xwe bi xwe got: Gelo ev teba gur e, lê ne mînaye guran! Ev hirç e, ne mînaye hirçan jî. Gelo ev çi teba ye?..

Nêrî çû pêşiya Kerê Reş û jê pirsî, got:

. Tu çi kes î? Ji kur ve têyî? Tu yê bi kur ve herî?

Kerê Reş got:

. Ez bi esl û koka xwe, ker im. Lê bedewiya xezalan ji min re bûye hisret û keser. Heta niha kesî behsa bedewiya min nekiriye, negotine hevûdu ango bedewiya te wek ya kerê ye. Hewqas çavên min delal in jî, lê kes nabêje kesî çavên te mîna yên kerê delal in. Lê pirî ku xelk bi nebaşî ji min dipeyivin û ji hev re dibêjin: Serker, de wir de here kerê heram… Ez dibînim ku her kes bi başî ji xezalan dipeyivin. Ji ber hindê ez hatime ku bibim xezal û di nava xezalan de bimînim…

Nêriyê xezalan got:

. Kerê Reş, tu zanî, ji bo ku tu bibî xezal, hin şert û mercên me hene.

Kerê Reş got:

. Ka bêje, şertên we çi û çi ne?

Nêrî got:

. Divê tu herdu guhên xwe bikî mîna yên xezalan.

Kerê Reş got:

. Êêêê!

Nêrî got:

. Divê tu dûvê xwe kurt bikî, bîkî qemçik, mîna yê xezalan.

Kerê Reş got:

. Pişt re?

Nêrî got:

Divê tu ji sirta devê qûnê heta stûkurê, çermê xwe biguherî.

Kerê Reş got:

. Wekî din?

Nêrî got:

. Divê tu nezirî û wek xezalan marîn bikî û kay jî bikî.

Kerê Reş got:

. Eger ez wisa bikîm, gelo ez ê bibim xezal?

Nêrî got:

. Na! Lê tu hingê dikarî di nava xezalan de bimînî .

Kerê Reş serê xwe rakir û got Nêriyê xezalan:

. Ji bo ku çend kes ji we pesnê min bidin, divê ez bi temamî xwe biguhêrim! Ne wisa?

Nêrî got:

. Erêêê wisa…

Kerê Reş got:

. Nêrîîî, nêrî! Xwedê ez bi vî rengî û bi vê zirînê afirandime. Ne ez dibim wek xezalan, ne jî dev berdidim ji zirîna bav û kalan.

Kerê Reş vegeriya û çû mala xwediyê xwe.

 

¤¤¤

Derengiya şevê bû, Kerê Reş li ber deriyê mala xwediyê xwe dev bi zirînê kir û domand. Kêfa xwediyê wî hat û derket derva, got:

. Kerê Reş, ka tu çûbûyî ku bibî wek xezalan! Çima tu dîsa hatî û dê bikevî binê baran?

Kerê Reş got:

. Ez çûm çiyê ku bibim xezal, lê nêriya xezalan gote min: Divê tu zimanê xwe biguhêrî, rengê xwe biqelêbî, dev ji toreya bav û kalên xwe berdî, di nava me de bimînî û bimînî, lê dîsa jî tu nabî xezal. Hingê tu dê bibî kerxezal. Min jî qebûl nekir û dîsa hatim ber deriyê xwediyê xwe.

 

Ev çîrok, 19/ 07/ 2020 ji videoya Merwan Berekat hatiye wergirtin

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev