Ji berhemên kurdzanên me – 219

Ji berhemên kurdzanên me – 219

Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Ev berhema zanyarî çend kurdzanên navdar yên Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne, amade kirine û bi rûsî çap kirine. Îro me bona we beşa bi sernavê Tevgera kurda ya miletîyê li Tirkîyêamade kirîye, ku bi tevayî reng û rûyê miletê me û welatê me tîne ber çavan. 

Ev berhema me ya 184an e. Kerem bikin, bixwînin. Em dixwezin destnîşan bikin, ku Têmûrê Xelîl eva pirtûka ji zimanê rûsî wergerandîye û weşanxaneya LÎSê berî çendekê ew li Amedê çap kirîye.

Amadekar û wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl

 

Tevgera kurda ya miletîyê li Tirkîyê 

Di salên 60-70î yên sedsala XXî di perçên Kurdistanê yên Tirkîyê, Îranê û Sûrîyê bûyerên usa bûn, ku bi şerkarîya birayên wan yên li Îraqê va girêdayî bûn, ku şerê ji bo otonomîyê geş kiribûn. Gerekê bê kivşkirinê, ku di hêlekê da kurdên Îraqê şer dikirin ji bo bidestxistina otonomîyê li Kurdistana Başûr, di hêleke mayîn da jî ew tevger ji bo wê yekê bû jî, ku kurdên Îranê, Tirkîyê an jî Sûrîyê çev bidne wan û dewa mafên xwe bikin. Şoreşa 14ê temûzê sala 1958a li Îraqê tesîra xwe li ser aktîvbûna tevgera kurda ya miletîyê kir di hemû perçên Kurdistanê da.

Di aspêkta navnetewî da pirsa kurda bi şoreşa Îraqê va terk (derz, qelîştek) li bloka welatên herêmê yên, ku dijî kurda bûn (Îraq-Tirkîya-Îran), xist. Îraq, ku berê endameke pakta Bexdadê ya dijî kurda bû, niha bûbû navbendeke pêşdaçûyîna tevgera kurda ya miletîyê. Yekîtîya Sovyêt û hevalbendên wê, ku piştgirîya sîyaseta Qasim ya hindava pirsa kurda da dikirin, demên pêşin yên piştî şoreşê di nav serokatîyên Tirkîyê û Îranê da nerehetîyek mezin pêşda anîn. Wana bûyerên li Îraqê û Kurdistana Îraqê dihesibandin wek faktora tevlihevkirina rewşê li navçeyên kurda yên Îranê û Tirkîyê. Serokatîya Tirkîyê eşkere digot, ku ew Qasim û desthilatdarîya wî hiz nakin jî, lê wê her cûre alîkarî bide bona şerê dijî tevgera kurda bi ser keve. Tiştekî balkêş e, ku teşkîldarên (organîzator) derba eskerî ya 27ê gulanê sala 1960î li Tirkîyê digotin: yek ji sebeban derbeya me ew bû, ku me pêşîya wê xeterê girt, ku dikaribû bihata serê yekîtîya dewleta Tirkîyê.

Bi rastîyê jî, di dawîya salên 50î – destpêka salên 60î nasyonalîstên kurd li Tirkîyê neyseyî aktîv bûbûn. Wana destpê kirin edebîyata bi zimanê kurdî çap kirin, di weşanên xwe da digotin, ku lazim e şert bêne sazkirinê bona pêşdaçûyîna çanda kurda û h.w.d. Ji ber ku sîyaseta Tirkîyê ya resmî heyetîya (hebûna; ku ew hene) gelê kurd wek êtnoseke cihê înkar dikir, her daxazeke bi wî awayî dihate hesibandinê wek tecrûba “sazkirina dewleta kurda” û di vî karî da zêdetir desthilatdarîya Bayer-Menderes ya ji ser text avîtî bê bingeh gunehkar dikirin.

Hema dû welgerandina dewletê ra serokatîyê destpê kir bi xurtî zor li kurda bike. 1ê hezîranê sala 1960î wana 485 kurd girtin û ew di wê yekê da dihatine gunehkarkirinê, ku cudaxwaz in û ew kirine hebisa taybetî ya Sivasê. Desthilatdarîya nû li Tirkîyê eşkere digot, ku ewê dijî tevgera kurda şerekî giran bike. Wek mînak, dema ku serekdewlet C.Gursel 24ê tîrmehê sala 1960î li Dîyarbekirê xeberdida, got: “Kurd tunene, hemû tirk in. Ew kesên ku dixwezin me perçe bikin, dijminayê dixine di navbera me… Axa (ango, Dîyarbekir.- Avtor), ku Zîya Gyokalp xuliqandîye, nikare axa kurda be. Ne tenê li vira, lê di temamîya Rohilatê da (qesta wî rohilata Tirkîyê bû.- Avtor) tenê tirk dijîn”(19). Komîtêya Yekîtîya Miletîyê li ser qanûna hejmara 2510a (Qanûna derheqa mihecirîyê da) qanûna hejmara 105a jî zêde kir, ku gorî wê ew malên kurda, ku ne bi dilê hukumetê ne, bi destî zorê wê ji warên xwe sirgûnî navçeyên Tirkîyê yên mayîn bibin. Dîwana Tirkîyê dixwest bi destî vî emelî lawên milet yên aktîv, ku ji bo mafên gelê xwe şer dikirin, ji milet dûr bixin. Bi biryara KYM di çirîya pêşin sala 1960î da 147 profêsor û mamosta ji kar hatine avêtin. Pareke wan bi wî gunehî dihate sûcdarkirinê, ku piştgirîya wî karî kirine, ku ji bo damezirandina Kurdistana serbixwe dihate kirinê. Sala 1961ê di dadgeha eskerî ya Enqerê da destbi mehkema 49 karmendên kurd kirin, ku hela di dema hukumeta Menderes da, di çirîya paşin sala 1959a hatibûne girtinê. Mehkeme bi surî (derîgirtî) dihate kirinê. Mehkema kurdên tucar, zabit, bizîşk, xwendekar dikirin, ku ji bo wê yekê dihatine gunehkarkirinê, ku xwestine yekîtîya welêt perçe bikin. Prêssa resmî dew dikir, ku cezayê giran bidne “dijminên yekîtîya dewleta Tirkîyê”. Sîyaseta hukumeta Tirkîyê ya dijî kurda gelek cara dibû sebebê nerazîbûna, û carna ew nerazîbûn usa gurr dibûn, ku di navbera kurda û cendirma û eskera da pevçûnên çekdarî jî dibûn.

Desthilatdarîya nû, ku wek pêşîyên xwe sîyaseta dijî kurda dida derbazkirinê, hewl dida ji wê yekê ra bingeha qanûnî ya konstîtûsyon bibîne. Prêzîdênt Gursel got: “Em ji bo bîr û bawerîyên hinek kesan gerekê cesaret nekin turkîzm û nasyonalîzma xwe unda bikin. Werin em gotina “nasyonalîzm” bikine nava konstîtûsîyayê… Dema di welêt da îdêologîya turkîzmê cîyê xwe mehkem girt, em dikarin wêya derxin… Hûn derheqa wê şerkarîyê da zanin, ku em himberî kurdîzmê dikin. Eger em dest ji nasyonalîzmê bikişînin, gelo ewê xwe nêzîkî tirka bikin. Eger em îro xwe ji vê yekê bikişînin, piştî 50 sala li Tirkîyê wê hîç tirkek nemîne”(20). Di Konstîtûsîya sala 1961ê bi gelek xalên dêmokratîk ra tevayî çend xalên usa jî hebûn, ku lap dijî kurda bûn.

Welatparêzên kurd li Tirkîyê wek bersîva vê yekê, şerê dijî sîyaseta dewletê ya zordarîyê xurttir kirin. Wezîrê karên hundur xwe mukur dihat, ku di wilayetên rohilatê da ji bo wê “jimara qaçaxa zêde dibe” (ango, partîzanên kurd), ji ber ku rehên (kok) wê yên aborî û civakî gelekî kûr in… Li rohilatê şerê partîzanîyê heye”. Ji destpêka salên 60î da ronakbîrîya kurda li Tirkîyê roleke giring di nav tevgera miletîyê da dilîst. Di nîsana sala 1963a hinek kurd destpê kirin li Stembolê bi zimanê kurdî û tirkî kovara mehane “Deng”, rojnama “Roja Nû” derxistin. Hejmarên wan weşana yên pêşin dîwana tirka dîn û har kirin, û zûtirekê ronahîdîtina wan dane sekinandinê. Weşangerên wan bi sebebê, ku “propoganda kurdî bela kirine” hatine girtinê. Di dawîya hezîranê wezîrê karên hundur li Enqerê elam kir, ku MÎT li ser rêxistineke surî vebûye (dîyar kirîye) û 12 kes girtine bi sûcdarkirina “karkirina ji bo kurdîtîyê”. Di çileya pêşin sala 1963a dadgeha eskerî ya Barêgeha sereke destbi mehkemekirina 23 kesan kir, yên ku di nav wê yekê da dihatine gunehkarkirinê, ku karê ji bo sazkirina “Kurdistana serbixwe” kirine. Dû ra jî gelek ronakbîrên kurd girtin û mehkema wan kirin.

Di nîveka salên 60î da ronakbîrên kurd bi karkirina surî ra tevayî (wek mînak, bi sazkirina rêxistinên ne lêgal), şerê ji bo mafê gelê kurd dane xurtkirinê û cûrekî wê şerkarîyê jî mîtîngên bi bangawazîyên dêmokratîk bûn. Li wan mîtînga da bangawazîyên awa hebûn: “Binecîyê Rohilatê, dewa heqê xwe bike!”, “Em dibistana dixwezin, lê ne ku dayîrên polîsa!”, “Ji me ra ne ku cendirme, lê mamosta lazim in!” û yên mayîn, ku di nav wan da şikyat hebûn himberî zêrandina welatparêzên kurd, lê tu cara dewa cihêbûna ji Tirkîyê nedihate kirinê.

Bûyerên li Kurdistanê hukumeta Tirkîyê bi ciddî nerehet dikirin. Gelek cara li ser pirsa kurda disekinîn, xwesma di dema bûyerên li Kurdistana Îraqê di nîveka salên 60î da. Serokatîya Tirkîyê bi piştgirîya dewletên Roavayê hewl didan di şerê dijî tevgera kurda ya miletîyê da rola koordînator hildine ser xwe. Û di wê pirsê da Tirkîya bi her cûreyî derdikete dijî her cêribandineke, ku pirssa kurda bi awayê dêmokratîyê bê çareserkirinê, ji ber ku eger usa bibûya, Enqere dikete di nav rewşeke giran, ji ber ku ewê li bal xwe hebûna pirsa kurda jî qebûl ne dikir.

Di dawîya hezîrana sala 1966a da, ango di dema girêdana peymanê di navbera hukumeta Ebdil Rehman Bezzaz û kurda da, li Enqerê şêwrdarîya surî ya şêwrdarên 21 wezîretên Tirkîyê hate derbazkirinê û li wir pirsa kurda minaqeşe kirin. Planek hate amadekirinê û gorî wê gerekê dereca çandî û aborî li 16 wilayetên Tirkîyê da bihata bilindkirinê, ku piranîya binecîyên wan kurd bûn. Guhdarîke mezin datanîn li ser wê pirsê, ku asîmîlekirina kurda bidne lezkirinê. Hukumeta Tirkîyê qedexe dikir, ku dibistanên kurda hebin, lê bi wê yekê ra tevayî jî gorî qanûna hejmara 220î dibistanên şevbihêrîyê yên taybetî ji bo zarokên kurda didane sazkirinê û di wê qanûnê da eşkere dihate gotinê, ku ew dibistan gerekê “alî belakirina ziman û kûltûra tirka bikin…”. Bi vî awayî, pirsdanîna wan dibistana ya sereke ew bû, ku nesla kurda ya nû bikine tirk. Ji bo pêkanîna wê armancê ew bingehên (îstansyon) radyoyê jî dihatine bikaranînê, ku di salên 60î li Dîyarbekirê, Wanê, Erzurumê, Qersê û bajarên mayîn da hatibûne çêkirinê, ku piranîya binecîyên wan dera kurd bûn. Bernamên wan radyoyan usa dihatine amadekirinê, ku nasyonalîzma tirka di wan da serdest be. Lê ne mêtodên asîmîlekirina bi destî zorê, ne jî yên “nerm”, nikaribûn pêşîya pêşdaçûyîna tevgera kurda li Tirkîyê bigirtana. Ronakbîrên kurd hewl didan her astengeke li ser riya xwe bidine alîkî û karê xwe yê ronayîdarîyê bela bikin, lê di şertên zordarîya bi awayê hovîtîyê da pir bi ser ne ketin. Carna xwepêêşandin dibûn (wek mînak, sala 1969a li Qazîentabê, Meletiyê, Dîyarbekirê) û tevgelên wan de’w dikirin, ku xalên konstîtûsîyayê yên dêmokratîk gerekê li ser jîyana kurda ya civakî-sîyasî û miletîyê-çandî da jî derbaz bibin. Destbi karkirina sîyasî ya organîzekirî jî bû.

Qanûndarîya Tirkîyê qedexe dikir, ku partîyên kurda yên sîyasî hebin. Lê di nîveka salên 60î da welatparêzên kurd bi awayê ne lêgal Partîya Dêmokratîyê ya Kurdistana Tirkîyê (PDKT) damezirandin û ewê weşanên bi zimanên tirkî û kurdî yên ne lêgal derdixist. PDKT pirs danîbû pêşîya xwe, ku di çarçova dewleta Tirkîyê da bighîjine otonomîya admînîstratîv û çandî ji bo gelê kurd. Hukumê partîyê li Kurdistana Tirkîyê pir bû. Lê ewê nikaribû di şertên zordarîyan da karkirina xwe bi kardarî (êginî) pêşda bibe.

Di nîveka duda ya salên 60î da li Tirkîyê Partîya Rizgarkirina kurdên Tirkîyê (Rizgarî), Hevalbendîya Azayê (Pêşeng), Rêxistina şervanên Kurdistanê jî hebûn. Ev hemû rêxistinên kurda bi surî kar dikirin.

Di kongrêya PDKT ya di sala 1970î da, gelek rêxistinên, ku hela di dawîya salên 50î da saz bûbûn, ketine di nav wê partîyê da. Kongreyê bernama partîyê qebûl kir, li ku xala derheqa wê yekê da hebû, ku mafê gel heye otonomîyê bidestxe û gerekê mafê gelê kurd hebe bi xwe biryara qedera xwe bide.

Bi van partîyên kurda yên sîyasî ra tevayî, ku bi surî kar dikirin, di wan dema da rêxistin û komelên genca yên lêgal jî hebûn. Wek mînak, di tebaxa sala 1969a bi pêşdestîya fraksyona kurda ya Partîya Karkirên Tirkîyê (TÎP) bona propogandakirina ziman, edebîyat, folklor, dîroka kurda Ocaxên Şoreşgerîyê-Kûltûrî yên Rohilatê (OŞKR) hatine sazkirinê, ku hema bêje hemû bajar û wargên jîyînê yên Kurdistana Tirkîyê da hebûn. Di demeke kurt da weke 20 hezar kes bûne endamên OŞKR.

Partîya Karkirên Tirkîyê, ku di destpêkê da rêxistinên wê li Kurdistana Tirkîyê hebûn, di pirsa kurda da xwe li rêyeke zelal ne girtibû. Lê pêşdaçûyîna tevgera kurda di welêt da ew mecbûr kir guhdarîyê bide ser wê pirsê. Di kongrêya 4a ya PKT da, ku ji 28 hetanî 31ê çirîya pêşin sala 1970î hate derbazkirinê, rêzolyûsyoneke taybetî hate qebûlkirinê derheqa pirsa kurda da. Di wê da dihate gotinê, ku Partîya Karkira ya Tirkîyê eşkere elam dike, ku li rohilata Tirkîyê da gelê kurd heye. Desthilatdarîya welêt hema ji destpêkê da hindava gelê kurd da sîyaseta zordestîyê, têrorê û asîmîlebûnê derbaz kirîye, ku carna digihîşte dereceke usa, ku xwîn dirijîya. PKT ser wê bawerîyê ye, ku sebebekî şûndamayîntîya herêma ku gelê kurd lê dijî, ew sîyaseta zordarîyê ye, ku hukumet hindava wan da derbaz dike. Berbirîbûna hindava “problêma rohilatê” û problêma pêşdaçûyîna herêma rohilatê îdêologîya çîna desthilatdar ya miletçîtîyê-şovînîstîyê tîne ber çeva. Rêzolyûsîya bangî xebatkarên kurd û tirk dikir, ku “bi tevayî şerê desthilatdarîya ser hukum bikin”(21).

Riya, ku PKT xwe lê girtibû û ew yek di biryarên kongrê da hatibûne testîqkirinê, him di hundurê welêt da, him jî ji sînorên wî der di nav civaka pêşverû da deng da. Nêzîkîhevbûna hêzên dêmokratîk yên tirka û kurda serkarîya welêt kiribû di nav xaxê giran (rewşeke dijwar), ji ber wê jî ewê zordarîyên li Kurdistanê gurrtir kir. Di destpêka salên 70î da desteyên “komandos” û cendirma Tirkîyê êrîşî li ser Hekarîyê, Merdînê, Sîlwanê, Batmanê, Bismilê, Dîyarbekirê, Melezgirê, Tûtaxê û navçeyên kurda yên mayîn kirin, zordestî û hovîtî li ser milet barandin. Rêxistinên xwendevana û genca yên li Kurdistanê, di Tirkîyê û dervayî sînorên wê bi her awayî şikyatê xwe hindava van bûyera da kirin.

Dîtindarekî Roavayê nivîsîye: “Eger rast e, ku serokatîya Enqerê herdem bi awakî neheq dewakarîyên kurda yên here biçûk jî (wek mînak, destûrê bidin rojnamên xwe bi kurdî derxin) beramberî gunehkarîya hindava destpêneketin û yekîtîya axa komarê kirîye, wê demê ew yek jî rast e, ku nêzîkîhevbûna hêzên Tirkîyê yên çepê û hêzên kurda yên tevgera miletîyê, ku van dawîya bû, ne tenê ji bo sîyaseta desthilatdarîya Enqerê zirareke mezin e, lê herweha ji bo bingehên Tirkîyê jî wek dewlet û ji bo îdêologîya wê – kemalîzmê ra, ku bi saya serê şoreşa tirka ya di salên 1918-1923a xuliqî û hetanî niha jî îdêologîya dewleta Tirkîyê ya resmî ye, xeter e(22).

Dêklarasyona 11ê adarê sala 1970î derheqa otonomîya Kurdistana Başûr da qet ne bi dilê serkarîya Tirkîyê bû. Elametîya prêzîdêntê Tirkîyê ya hezîrana sala 1970î da gazîya eşkere hebû derheqa sertkirina şerê dijî “kurdên sêparatîst”, yên ku dixwezin “dewleta kurda saz bikin”. Partîyên welêt yên sereke piştgirîya vê tabîgirtina hukumetê kirin. Komên çepê yên bi mêlkêşîya kurda, ji heqê xeberdanê merûm bûbûn. Sebebekî xweserîtîya ordîya Tirkîyê, ku 12ê adarê sala 1971ê derbe kir, ew bû, ku pêşîya xurtbûna tevgera kurda ya miletîyê bigre. Qesta gotinên serokatîya eskera “di welêt da bêqanûnîyê ji holê rakin”, piranî hilanîna “xetera kurda” bû.

Hukumetê, ku îdî destûra her tiştî di dest wê da bû, destpê kir bi xurtî êrîş bire li ser dêmokrata û kurda. Li her dera trîbûnalên (dadgeh) eskerî hebûn. Nîvê pêşin yê meha gulanê sala 1971ê li Dîyarbekirê mehkema 22 kurdên aktîvîst kirin, ku bi “daxaza sazkirina dewleta kurda” va dihatine gunehkarkirinê. Wana cezayên salên dirêj xwerin. Ronakbîrên kurda yên bi nav û deng jî hatine girtinê, wek: Tofîk Zîya Ekincî, Canîp Yildirim, Mûsa Enter, Kemal Bûrkay, Necî Kutley, Mehdî Zana, M.Emîn Bozarslan û bi seda karmendên kurda yên pêşverû. Piştî îlankirina rewşa qeydeder, tenê li Dîyarbekirê û Sîlwanê weke 4 hezar kurd hatine girtinê. Di temamîya sala 1972a da jî girtin û têror li Kurdistanê berdewam bûn. Di dawîya nîsana sala 1972a da “Qumandarîya rewşa sirêder” li wilayetên Dîyarbekirê û Sîîrtê bangawazîyek çap kir û tê da dihate gotinê, ku gorî 10.230 salixa (gilîya), weke 10 hezar kes hatine girtinê. Di tebaxa sala 1972a ji dadgeha eskerî ya Dîyarbekirê mehkema Îsmayîl Bêşikçî kir û 13 sal ceza dayê bona propoganda “komûnîzmê û kurdîzmê”.

Sala 1974a parlamêntoyê biryar qebûl kir derheqa amnîstîyayê da û bi saya wê gelek karmendên kurd ji hebisa hatine berdanê. Ev yek jîyana kurda ya sîyasî geş kir. Sala 1974a Partîya Sosîyalîstîyê ya Kurdistana Tirkîyê (PSKT) (paşdemê da bû PSK.- Not: werger), rêxistinên “Özgürlük Yoli” (“Riya Azadî”) hatine damezirandinê. Ew partî bi destî ronakbîrên kurd hate damezirandinê, yên ku paşdemê da kovara “Özgürlük Yoli” û “Roja Welat” derxistin. Partîyê piranî bi riya pêkanîna daxazên ronakbîrên kurda yên pêşverû, xwendkara, pala û xebatkarên civaka kurda yên mayîn kar dikir.

Di wan dema da partîya, ku hukumê wê herî pir bû, ew PDKT bû, ku komik û rêxistinên wê yên surî (xewle) hebûn. Sala 1974a li plênûma Komîtêya Navbendî ya PDKT da bernama partîyê hate qebûlkirinê. Armanca PDKT ew bû, ku bighîjine wê yekê, ku kurd “bi xwe biryara qedera xwe bidin”. Partîya ser wê bawerîyê bû, ku dikarin bi riya şoreşa miletîyê-dêmokratîyê, bi şerê gel bigihîjine ewê armancê. Ji ber wê jî ewê pirs danî pêşîya xwe, ku hêzên çekdar yên berxwedanê amade bike (xala 2a). “Piştî şerê demdirêj PDKTê gerekê herêmên kurda ji hêzên tirka yên çekdar paqij bikira û li Kurdistana Tirkîyê hukumê miletîyê-dêmokratîyê testîq bikira”. Ji bo armancên xwe bi cî banîyana, gerekê “pêşenîya dijîîmpêrîyalîstîyê, dijîfaşîstîyê, dijîfêodalîyê” saz bikirana, ku hemû çînên civaka kurda, hemû hêzên welatparêz û dêmokrat gerekê biketana navê”. Di bernamê da dihate gotinê, ku sînorên Kurdistana Tirkîyê gerekê gorî faktorên êtnîkîyê, erdnîgarîyê (gêografîyê), aborîyê û dîrokî bihatana kivşkirinê. Zimanê resmî li ser axa Kurdistana Tirkîyê wê kurdî be. Lê ji bo gelên ne kurd yên Kurdistana Tirkîyê wê her tişt bê kirinê bona pêşdaçûyîna ziman û çanda wan (xala 22a).

Bernama PDKT bi tevayî dêmokratîk bû. Bi gelek tişta va ew wek bernama PDKê (Îraq) û rêxistinên kurda yên miletîyê-dêmokratîyê yên mayîn bû. Lê bi wê ra tevayî jî, di xalên PDKT yên sereke da, wek ku yên partîyên kurda yên mayîn da, ku ji bernamên partîyên komûnîstîyê yên welatên dereke bi cûrê hazir hildabûn û kiribûne di nav bernama xwe, nezelalî, nekonkrêtî hebûn di daxazên xwe da û di hin cîya da nikaribûn di şertên Kurditanê yên taybetî da bihatana bikaranînê. PDKT, ku gelek bi surî karê xwe dimeşand, nikaribû hukumê xwe di nav gel da wek ku ew dixweze zêde bike, û bin destê wê da hêza eskerî ya xurt jî tunebû, ku bikaribûya pirsdanînên xwe yên di hêla otonomîyê da biserxe. Ji ber wê jî welatparêzên li Tirkîyê hewl didan her firsenda bi kar bînin, bona bikaribin bi awakî lêgal di nav gelê kurd da kar bikin. Di nîveka salên 70î nûnerên gencên kurd li Stembolê, Enqerê, Îzmîrê, Dîyarbekirê, Qiziltepê, Dêrikê, Cizîrê, Hekarîyê, Wanê komelên kûltûrî, yên jina, mamosteyan û yên mayîn yên lêgal çê kirin, yên ku dersên dêmokratîzmê, qedirê mafên gela yên ji bo xwe biryarkirina qedera xwe digirtin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev