
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûpanzdeyan me ji pirtûka “Folklora kurmancîyê”, ku sala 1957an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend stiranên bi sernavê tevayî ”KILAMÊD GOVENDÊ” raberî we bikin. Îro em beşa wê a sisîyan çap dikin.
Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.
Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
Zerdê
Zerdê, Zerdê, zerdelayê
Zerdê ava ser misîna
Zerdê dermanê birîna
Zerdê ava ser legana
Zerdê dermanê dirana
Zerdê, Zerdê, zerdelayê
Zerdê çima bazin te nayê.
Yar Geveze
Yar Geveze, Geveze
Ez hatim te bibînim
Dê û bavê te nahêlin
Ew qelenê zef distînin.
Ez hatim te bixwezim
Dê û bavê te li min nazin
Ew qelenê zef dixwezin.
Derkê me derê weda
Derkê dêrî qul neda
Qîz xwestî, bavê neda
Bavê da, birê neda.
Hoynar
Hoynar, hoynar, hoynarê
Memik heva hinarê
Reş gulîyê belek darê.
Navê yara min Tûkase
Kê Tûkasê bixweze
Nebîne bext-miraze.
Navê yara min Emîne
Bavê lê kir temîne
“Tu ji govendê nemîne”.
Navê yara min Beyaze
Şera li sêrî geveze.
Navê yara min Kubare
Morîyê situda kar û bare.
Hoynar, hoynar, hoynarê
Min çevê belek xarê.
Her zerî
Her zerî, zerî, zerî
Sekinî nîvê derî
Dest avît şera sêrî.
Şera serî ne tu şere
Jina bi mêr ne tu yare.
Yartî – yartîya qîzîne
Nona şekirê şîrîne
Nona rûnê ser nîne
Nona dimsê hîzîne.
Dînê
Dînê, dînê, dînê can
Dînê mala berjêr çû
Daw û dilme bela çû.
Dînê qîza keşîşe
Ramûsanê kişmîşe.
Dîna mine Hekakî
Tu minra malê nakî
Bextê minra çûçikî.
Dîna mine Remoşî
Zer memika nafiroşî?
Difroşî – bikirçîme
Nafiroşî – alinçîme
Bikirçî ez eynîme!
Şêna min
Şêna min, gul şêna min
Inda neke zêna min
Kulîlka ber bîna min.
Şêna min sêlê tîne
Ba tê, biskê şê dixîne
Dûmane, rê nabîne
Şêna min, gul-gul Şêna min!
Zerî
Zerî himama têne
Zerîyê, zerîyê, domamê.
Zerî hemama dimeşin
Zerîyê, zerîyê, domamê
Min xulamê.
Rû sorin, biske reşin
Zerîyê, zerîyê, domamê
Min xulamê.
Derê mala me ave
Sol, gorava da nave.
Zerî himama têne
Zerîyê, zerîyê domamê
Min xulamê.
Lê, lê
Lê, lê, lê, lê bi rûvî
Lo, lo, lo, lo rûvî, rûvî.
Lê, lê, lê, lê ne bi rûvîme, ne şêrim
Lo, lo, lo, lo ne bi rûvîme, ne mêrim.
Lê, lê, lê, lê xwe kûçada vedişêrim
Lo, lo, lo, lo xwe kûçada vedişêrim.
Lê, lê, lê, lê Elî begê newêrim
Lo, lo, lo, lo Elî begê newêrim.
Lê, lê, lê, lê rûvî hate bêdera
Lo, lo, lo, lo rûvî hate bêdera.
Lê, lê, lê, lê cabê bidine Heydera
Lo, lo, lo, lo cabê bidine Heydera.
Lê, lê, lê, lê bira siyar bin şêzera
Lo, lo, lo, lo bira siyar bin şêzera.
Lê, lê, lê, lê xasîya mine hizmizî
Lo, lo, lo, lo xasîya mine hizmizî.
Lê, lê, lê, lê koçika tejan lê dizî
Lo, lo, lo, lo koçika tejan jê dizî.
Lê, lê, lê, lê xastîya mine dimdimî
Lo, lo, lo, lo xastîya mine dimdimî.
Lê, lê, lê, lê kulîn serda hedimî
Lo, lo, lo, lo kulîn serda hedimî.
Lê, lê, lê, lê rûvî nîne, bizine
Lo, lo, lo, lo rûvî nîne, bizine.
Lê, lê, lê, lê poçka xwe kir şûjine
Lo, lo, lo, lo poçka xwe kir şûjine.
Lê, lê, lê, lê rûvî hatin ser bîra
Lo, lo, lo, lo rûvî hatin ser bîra.
Lê, lê, lê, lê bû pismamê wan pîra
Lo, lo, lo, lo bû pismamê wan pîra.
Got: Çîçeka Cemal.
Lo dilo
Lo dilo, dilo, lo dilo
Lo dilo, dilo, lo dilo.
Emê îşev li ku bin
Lo dilo, dilo, lo dilo.
Ha li ser pira Qersê bin
Sêfîlo dilo, sorgulo.
Emê mêvanê bestê bin
Lo dilo, dilo, lo dilo.
Emê girtîyê hebsê bin
Sêfîlo dilo, sorgulo.
Sibeye, sibe nabe
Lo dilo, dilo, lo dilo.
Sibeye, sibeye nabe
Sêfîlo dilo, sorgulo.
Zerî raza, ranabe
Lo dilo, dilo, lo dilo.
Zerî raza ranabe
Sêfîlo dilo, sorgulo.
Dil ketîye, çare nabe
Lo dilo, dilo, lo dilo.
Dil ketîye çare nabe
Sêfîlo dilo, sorgulo.
Sibeye tevê daye
Lo dilo, dilo, lo dilo.
Sibeye tevê daye
Sêfîlo dilo, sorgulo.
Zêr li anîyê xûdaye
Lo dilo, dilo, lo dilo.
Zêr li anîyê xûdaye
Sêfîlo dilo, sorgulo.
Ser sîngê zer vedaye
Lo dilo, dilo, lo dilo.
Ser sîngê zer vedaye
Sêfîlo dilo, sorgulo.
Riataza