Cureyên Zekayê – 2

Cureyên Zekayê – 2

Welat Agirî

 

Profesorê Zanîngeha Harwardê – Howard Gardnr, di lêkolîna xwe da, li ser heyşt cureyên zîrekîyê disekine, ku me di nivîsa yekem da, çar ji wan cureyan raberî we kiribûn.

Em ê di vê nivîsê da jî li ser herçarên mayîn bisekinin;

5- Zekaya muzîk û ahengê: Ev kesên di vî warî da zîrek, him ji guhdarkirina muzîkê, him jî strandinê hez dikin. Bi hewes û baldarî guhên xwe didin dengên devdora xwe. Herweha di bikaranîna amûrên muzîkê da jî bi qebîlyet in. 

6- Zekaya sosyal: Kesên xwedîyê zekaya sosyal, bi hêsanî dikarin tê derxin ka ewên li hemberî wan ji aliyê psîkolojîyê ve, di rewşeke çawa da nin. Wek rêberekî an jî mamosteyekî dikarin şîret û nesîhetan li hevalên xwe bikin û di wextê tengasîyê da rê bidin pêşîya wan. Bi xeberdana xwe tesîrê li ser civatê dihêlin. Henek û laqirdîyan da jêhatî ne. Heval û hevrêyên wan gelek in, ku şîn û şahîyan da hevalên xwe bi tenê nahêlin. Ji ger û geştê hez dikin, beşdarî xebat û organîzasyonên civakî û komeleyî dibin. 

7-Zekaya navxweyî/daxilî: Zêde li ser hobî û fobîyên xwe naaxivin, ya rast, ji axaftinê hez nakin. Bêdeng û şermoke ne, lê baş dizanin ka di kîjan warî da serketî ne, kîjanê de qels û lewaz in. Bo pêşerojê bi hedef û armanc in, ku bi vî awayî xwe enerjîk û zindî dihêlin. Naxwazin kesên din bikin şirîkê azadiya xwe, bi awayekî baş xwe bi rê va dibin, îdare dikin. 

8-Zekaya sirûştî/xwezayî: Serê xwe li ser xweza, dinya û gerdûnê diêşînin. Dîsa bo safîkirina pirsgirêkan berê xwe didin çareserîyên xwezayî. Giringîyê didin paqijîya devdorê xwe. Heta ji wan tê, gulûgîya û ajalan diparêzin. Bi guhdarkirina meselok û çîrokên derheq sirûşt û ruhberan kêfxweş dibin. 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev