
Çîrok: Ferîdudîn Attar
Wergêr: Mela Mihyedîn
Di demek gelekî dûr û kevnare de mîrekî bêhnteng û ji halê xwe aciz hebû. Her daîm bêkeyf bû. Çi dikir û çi nedikir keyfa wî nedihat cî.
Rojekê gazî hemû wezîrên xwe kir. Ji bo vê pirsgirêka wî rê û rêbazek daxwaz kir û ji bo vê yekê wext da wan.
Her wezîrek ji bo tedawîyekê bibîne ket ser rêya xwe û berê xwe dan welatê xerîb. Di nava wan de yekî zîrek hebû. Ji bajarê xwe derneket û li ser vê pirsgirêka mîr mijûl bû. Fikrek gelekî baş dît û rabû çû ba zêrînker. Gustîlkek zêrîn da çêkirin û li ser gustîlkê hevokek da neqişandin.
Piştî ku wext qedîya, her wezîrek rêya qesra mîr girtin û hatin hizura wî. Lê di destên wan de tedawîyê bextewarî û kêfxweşîyê nebû.
Mîr ji wan pirs kir lê kesekî bersiva mîr neda û her yek ji wan serê xwe tewand. Tenê wezîrê zîrek rabû ser pîya û hat kêlaka mîr. Ji berîka xwe gustîlka zêrîn derxist û teslîmî mîr kir. Ji mîr re wiha got:
“Mîrê min, kengî tu aciz bûyî û kêfxweşî ji te dûr bû, li tilîya xwe binêre û nivîsa li ser gustîlkê bixwîne wê demê tu yê bextewar bibî”.
Mîr rabû û gustîlk xist tilîya xwe û nivîsa li ser gustîlkê xwend. Li ser gustîlkê ev hatibû nivîsandin: “Wê ev jî derbas be”.
Riataza