
JI WEŞANXANYA SÎTAVÊ JI BO ZAROKAN PIRTÛKEK NÛ!
Mijara vê berhemê balkişandina paqijgirtina Behra Wanê ye û di vî warî de hişyarkirina mirovan e.
Berhem balê dikişîne ser tevgerên mirovan yên qirêjkirina behrê û pê re girêdayî zirara ku digihînin heywanên di nava behre de.
Masiyên di nava behrê de li gel pêşenga heywanan Cinawira Golê li gel komek zarokan dibin hevalên hev û bi hev re li hemberî mirovên ku behrê qirêj dikin ditêkoşin. Di encamê de bi ser dikevin û ji bo paqijgirtina behrê hişyariyeke baş çêdikin.
Ev berhem, ji bo ku zarok bi heskirin û baldar nêzîkî xweza û heywanan bibin berhemek gelek hêja û bikêr e.
Berhem bi wêneyan hatiye xemilandin. Ev yek jî heskirina zarokan ji bo berhemê zêdetir dike.
Zarok dê bi heskirin vê berhemê bixwînin û dê bi kêfxweşî bibin hevalên Cinawira Gola Wanê.
Riataza