Sirgûna herî dûr; Bîşkek û Talas

Sirgûna herî dûr; Bîşkek û Talas

Belgefîlma nivîskarê malpera me Salih Kevirbirî li “Rûdaw”ê

 

Belgefîlmeke nû ya Tora Medyayî ya Rûdawê, ji rêza belgefîlmên ku li ser civakên kurdî li welatên Qefqasya û Asyaya Navîn hatine çêkirin. Fîlma vê carê li ser civaka kurdî li Qirgizistanê ye ku bi Komara Çînê re hevsînor e.

Li welatê Qirgizistanê ku yek ji komarên Yekîtiya Sovyetê ya berê ye, civaka kurdî ku bêtir li Bîşkeka paytext û gundewarên wîlayeta Talasê niştecih in, tevî dûriya wî welatî ji Kurdistanê û dema dirêj ku li vî welatê dûrîdest derbas kiriye, hê jî pir bi başî ziman, çand û taybetmendiyên xwe parastiye û mirov hest nake ku ev civak rojeke tenê jî ji Kurdistanê û kurdewariyê veqetiyabe.

Kurdên vî welatî di salên 30 û 40î yên sedsala borî de û di serdema serokê wê çaxê yê Yekîtiya Sovyetê ya berê Îosîf Stalîn de, bi kotekî û darê zorê ji Qefqasyayê hatin cîhilkirin û veguhastin. Berevajî nifşên berî xwe, nifşên nû yên civaka kurdî li Qirgizistanê bêtir li pêşber metirsiya pişaftinê (asîmîlasyonê) ne û tiştê di vî alî de balkêş jî ew e, ku gava kurdên vî welatî asîmîle dibin, wek Serokê Yekîtiya Kurdên Qirgizistanê Şêx Remezanê Seyîd dibêje, nabin qirgiz yan rûs, lê belê dibin tirk!



Rudaw Stream

Berhema Sala 2020

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev