Argument (Argument)

Argument (Argument)

Ali Gurdilî

 

Form, şêwe yan jî terzeke peyitandinê (piştrastkirin) ye, ku bi vê yekê ji yek yan ji yekê zêdetir pêşsipar (öncül, premise) yan ji pêşhesêbîyekê (presupposition, önkabul) encamek tê bidestxistin. Armanc, piştrastkirina raman, tez yan jî nêrînekê ye. Argument, ji peyitandinên ilmî cuda ne. Çimkî argumentek dibe ku zeîf yan jî xurt be û heta dikare derbasdar (muteber), yan jî ne derbasdar be. Lêbelê, bi tu hawî nikare were gotin, ku argumentek bi temamî rast yan jî çewt e. latinî: argumentum / fr: argument / al: argument

 

Argumentum ad baculum: Texlîdeke çewtîyê a giring e û di wateya ‘xebîtina aqil yan jî argumenta ku bi darê zorê tê parastin’ da ye. Di vê çewtîyê da, hinek mirov beyî ku serî li nîqaş û guftegoyê bidin, yan jî beyî raberkirina dijramanên xwe, serî li zordestiyê didin û bi vî hawî, dixwazin ku di nîqaşê da, bi ser bikevin. Wate di vê rewşê da sîyaset, nêrîn yan jî ramanek, bi şêweyeke zordest tê parastin. Ev texlîdê nîqaşê, bêtir li cem zorbaz û gangsteran (keleş, rêbir), tê dîtin.

 

Argumentum ad hominem: Têgiheke, latinî ye û wateya wê, nîqaşa bi kesekê ra ye. Nîqaş yan jî, rêvebirineke aqlî a çewt e. Di vê cure çewtîyê da mirovên ku minaqeşe dikin, beyî ku şaşîya ramanên hev nîşan bidin yan bingehekî ji ramanên hev yên şaş (çewt) ra bibînin; erîşê kesatetî, wesf yan jî nîyeta hev dikin.

 

Argumentum ad ignorantiam: Bi zimanê latînî, di wateya ‘nîqaşa ku li hemberî kesên nezan tê kirin’ da ye û cureyeke çewt e. Di vê cure çewtîya da, nezanîya kesên di nîqaşê da mîna amûreke tê bikaranîn û ji kesên nezan ra, çîrokên xweş têne gotin. Argumentum ad ignorantiam, bi du şeklan xwe dide der: 1- Ji ber ku kesek nikare çewtîya wê (tunebûna wê) bipeyitîne, wekî ku rast be (yan jî hebe) pejirandina raman, nêrîn yan gotineke. Mînak: Heta nuha, ji ber ku tunebûna geîstê (tîn, giyan, ruh) nehatiye peyitandin, pejirandina hebûna geîstê. 2- Ji ber ku kesek nikare rastîya wê (yan jî bebûna wê) bipeyîtîne, pejirandina çewtîya (yan jî tunebûna) raman, gotin yan nêrînekê. Heta a nuha, ji ber ku hebûna geîstê nehatiye piştrastkirin, pejirandina tunebûna geîstê.

 

Argumentum ad judicium: Terz yan awayê rêvebirina aqlî a çewt ku di şûna toklîn (deney, experiment), delîl û lêkolînan da, bi tenê xwe dispêre dîtin, nêrîn û qeneetên giştî yên mirovan.

 

Argumentum ad misercordiam: Têgeheke latînî ye, cureyeke çewt a argumentê ye û wateya wê ‘beyî ku gunehê xwe pê bîne (beyî ku dilê wî pê bişewîte, beyî ku lê were rehmê), rêvebirina aqlî a ku dikeve rê’ ye. Di vê cure argumentê da, di şûna raberkirina delîlên aqlî da, rehma mirovên di nîqaşê da wekî amûreke tê bikaranîn.

 

Argumenlum ad personam: Bi zimanê latînî, di wateya ‘nîqaş yan jî rêvebirina aqlî a ku bi rêya meyl û bala mirovan tê kirin’ da ye. Di vê cureya çewt da kesên ku minaqeşe dikin, di şûna raberkirina delîl û zanînên rastîn da, serî li meyl û bala hev didin û wan, wekî amûrekî, bikar tînin.

 

Argumentum ad populum: Bi zimanê latînî, di wateya ‘rêvebiria aqlî a çewt, ku xwe dispêre gel yan dengê piraniyê’ da ye. Di vê cureya çewt da, di şûna raberkirina delîl û zanînên aqlî da, bang li hestên guhdaran dikin û bi vî hawî, hestan wan mirovan îstîsmar dikin. Ev cure çewtî, li gor demagoga ye. Meriv dikare bibêje ku çavkanîya gotina ‘sîyaset yan propagandaya populîst’ ev têgih e.

 

Argumentum ad verecundiam: Bi zimanê latînî, di wateya ‘rêvebirina aqlî yan jî nîqaşa ku xwe dispêre desthilatdarî yan rêzdarîyê’ da ye û cureyeke çewt, a  ne formel e. Ev cure çewtî, bi du awayan dertê holê: 1- Di şûna raberkirina delîlên aqlî yên saxlem da, xwespartina hebûna irf, adet, kevneşopî yan jî otorîteya sazîyan. 2- Mirovên ku minaqeşe dikin; ji bo ku bikaribin raman û nêrîna xwe bidin pejirandin, carinan jî behsa kesên ku berê, wê raman yan nêrînê pejirandine dikin. Wate, wan mirovan wekî mînak nîşan didin.

 

Çavkanî: Ferhenga Felsefeyê – Ali Gurdilî  

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev