Ji kitêba “Bîranînên min” ya Mûsa Anter

Ji kitêba “Bîranînên min” ya Mûsa Anter

Ji Musa Anter bîranîneke dîrokî

Wergera ji tirkî: Nura Şane

 

Ka mêze bikin wezîrê Tirkîyê Numan Menemencioğlu çawa behsa helwesta Churchill

di hindava gelê kurd da kirîye û çawa dibêje ku serekwezîrê Brîtanîyayê

qîmetekî çiqasî mezin daye ziman û edebîyata kurdî.

Di dawîyê da wezîrê Tirkîyê ha dibêje:

Di emirê xwe yê wezîrtîya demdirêj da tu rojek tune ku qasî wê rojê bêhn teng bûme û ji xwe şerm kirîye.

Sala 1956an bû.

Li Stembolê semta Beyoğluyê cîyekî me yê mezin hebû. Rojekê du kal bi hev ra hatin.

Min di cî da ew nas kirin.

Yek profesorê minê dersa hiqûq ê, Tahir Taner bû, yê din jî wezîrê karên dervayê yê berê Numan Menemencioğlu bû.

Çûm destê mamosteyê xwe, ez nas kiribûm.

Min bi destên xwe xizmeta herdûyan kir. Pir kêfxweş bûn.

Meger herdû ji zû da hev nas dikirin, dostê hevdû ne. Herdû jî di konferansa Lozanê şêwirmendê İsmet İnönü bûne.

Vê navberê da Numan Menemencioğlu behsa serpêhatîyek xwe kir, got:

Churchill û Roosvelt sala 1943an li Qahîrê gazî min û İnönü kirin, dixwestin me qane bikin pê em bikevin nava şer.

İnönü nedixwest bikeve şer. Argumana wî jî ev bû: Ordîya me hazir nîne, asta wî bikin asta ordîyên xwe wê çaxê emê ser seran bikevin nava şer.

Lê ne Churchill ne jî Roosvelt bawerî bi tirkan nedianîn. Difikîrin dibe ku piştî teçhîzatê derbazî refên Almanan bibin?

Lê belê xwestin bi bûyerek hinek çavên me bitirsînin. Ji ber ku hatibûn warên îslamî, bi xwe ra jî gelek rohilatnasên pir zimanî anîbûn.

Nişkavê da Churchill ji İnönü pirsî: “Paşe, tu bi kurdî zanî?”

İsmet İnönü şaş û metel ma, nizanibû çi bigota, min rê neda ew bersîvek bide, yekser got ekselans em kurdî nizanin. Jixwe cem me kurdî nayê axaftin, zimanek wiha tune.

Churchill zivirî û yek ji wan rohilatnasan pirsî.

“Birastî jî wisa Mister, yanî zimanek bi navê kurdî tune ye?”

Camêr bi xwe bawer rabû ser lingan: “Çawa tune, efendim? Kurdî zimanek pir dewlemend e, edebîyata wê jî kûr e. Ku hûn bixwezin ezê ji Dîwana Cizirî xetek bixwinim.”

Churchill got bixwîne, jixwe heta niha me navê Cizirî jî nebihistibû.

Camêr helbestek xwend, me tu tiştek jê fêm nekir, lê lezetek baş jê wergirt, zimanekî nêzî farîsî, bi aheng û enfes bû.

Got, ev helbest bi kurdî bû.

Churchill got vê helbestê binivîsîne.

Nivîsand.

Got tercimeyê îngilizî bikin.

Kirin.

Got tercimeyê fransî jî bikin.

Wê jî kirin.

Û tercimeyê tirkî jî kirin.

Û min ra gotin “Môsyô, tu jî were hela.

Ji van 3 zimanan bo vegotina eynî fîkrê lazim bûye çend peyvên biyanî bikarbînin?”

Di fransî da peyvek jî tune bû.

Di îngilîzî da 3-5 heb peyvên bi koka xwe va latînî derket. Di kurdî da 4-5 peyvên bi koka xwe erebî hebû.

Lê di sûreta tirkî da ji xeynî “dır” û “ile” tu peyvekî tirkî nemabû.

Hinek erebî, hinek farîsî û yên din jî ji hin peyvên zimanên Awropî hatibû girtin.

Churchill kaxizê 4 rûpel danî ber me.

Bi nêrînek wekî bêje hûn hîç şerm nakin ku dibêjin: Efendîno, li vê dewlemendiyê mêze bikin, zimanê ku hûn dibêjin tune, li welatê we di beşeke pir mezin da wekî zimanê dayîkê tê axaftin, bibînin.

Di emirê xwe yê wezîrtîya demdirêj da tu rojek tune ku qasî wê rojê bêhn teng bûme û jixwe şerm kirime.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev