Ji Folklora Kurdî: MIŞKÊ MÊRXAS Û ŞÊRÊ BELENGAZ

Ji Folklora Kurdî: MIŞKÊ MÊRXAS Û ŞÊRÊ BELENGAZ

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkoîner

 

Carek ji caran, rehma Xwedê li dê û bavê hemî guhdaran, lê ji xeyn mar û mişkên li qulên dîwaran.

Dibêjin di çax û zemanekî de şêrek hebûye. Ew Şêr mezinê hemû çiya û daristanên welêt bûye.

Li wan çiya û baniyan ên welatê me, kesî bêemriya Şêr nedikir û hemî ajal û tebayên çolane, wî mezinê xwe pejirandibûn.

Ajal û tebayên çiyê tev di xebera Şêr de bûn. Ha wisa kesî bê xebera Şêr, nêçîr jî nedikir. Kesê nêçîrek bikira jî, du pa goştê nerme dibir û dida Şêr.

Ha wisa Şêr pirî ku goştê teze dixwar, pir qelew bûbû. Ji ber wê yekê Şêr êdî nikaribû zêde bi rê ve biçûna. Çavên Şêr hertim li destê ajal û tebayên goştxur bû ku jê re goşt bibin.

 

¤¤¤

Gava Şêr ji ajalan re bigota rabin, tev radibûn ser nigar. Gava Şêr bigota mexel bibin, tev li erdê mexel dibûn. Ha teba û ajalên çolane hemû jê re rêz digirtin û di xebera wî de bûn, lê guhdarî dikirin û bi fermana wî diçûn û dihatin.

Şêrê paşayê daristanan, digote Gur, GURO.

Şêr ji bo Rovî jî, digot MAM ROVÎ.

Şêr biçûna kurê, hertim Gur û Rovî pê re diçûn.

Ji ber ku Gur peyayê Şêr bû û Rovî jî aqilmendê wî bû.

 

¤¤¤

Rojekê Şêr bi tena serê xwe di nava daristanê re çalim dikir; diçû wî serî û dihat vî serä, ha ku dît kêsuyek derket pêşiya wî.

Gava Şêr li kêsû niherî, bala xwe dayê ku her deverên wî mîna tehtê hişk e û hema wisa gavo gavo bi rê ve diçe. Şêr di binê simbêlan de keniya û got:

. Gunekêêêê… De ka Xwedê çima vî tebayî çêkiriye?

Kêsû hate zimê û got:

. Mam Şêr, ez dizanim ku tu paşayê daristanê yî û di van çiya û baniyên welatê me de kesê ku li ber te rabe jî, tune.

Şêr dîsa di binê simbêlan de keniya û xwe bi xwe got: ”Ev evdalok jî mezinatiya min dizane.”

Kêsû dîsa got:

. Mam Şêr, gelo niha, Xwedê neke, eger tu mirî bî jî, kes heye ku bixwaze xisar bide laşê te?

Şêr got:

. Ji xelkê û nehsed bavên xelkê zêde ye ku ez mirî bim jî, karibin werin ser termê min!

Kêsû got:

. Mam Şêr, ka ez ceribandinekê bikim.

Şêr got:

. Çi ceribandin?

Kêsû got:

Ez ê çend bijî ji stuyê te bikim û pencên herdu lepên te yên pêşî pê girêbidim. Piştre jî tu xwe bavêje erdê û xwe li mirîtî deyne. Ka em binerin, wê kes were ser termê te yanena?

Şêr hema yekê nekir dido û got:

. De were min girêde.

Şêr xwe avêt erdê û herdu lepên xwe dan pêş. Kêsû çend ta bijî ji parestuya Şêr qusand û lepên wî dane ser parestuya wî, herdu pencên wî yên beranî bi hev ve girêdan û yên herdu lingên dawîn jî hişkegirê kirin, piştre got:

. Mam Şêr divê tu jî weke min bi rê ve herî.

Kêsû da pêşiya Şêr û Şêr li pey wî, li ser herdu enîşkên xwe bi rê ve çû. Herdu çûn…

Kêsû wî bir nava zeviyekê. Ha ku şêr dît, herdu enîşkên wî çerm avêtine, xwîn ji wan diherike. Ha wisa demek di binê tava havînê de ma, mêş û kermêş lê kom bûn û ji tihn û ji birçiyan gêj bû, xwe li ber şikêrekê dirêj kir û nema karibû êdî here.

Şêrê dilxewirî carek bi xwe hisiya û niherî, dît ku wa ye mişkek ji nava şikêrê derket û rast hat li ser serê wî kumişî û kire wîçewîç.

Şêrê sergêj û nîvmirî hêdîka di ber xwe de got:

. Mişko, kula min ne besê min e, îcar wîçewîça te ji min kêm mabû?

Mişk gote Şêr:

. Paşayê min, xwezî min tu di vî halê halo xirab de nedîtiba. Gelo çi bûye ji te ku herdu milên te wisanê çerm ji wan şiqitîne?

Şêr got:

. Hema nepirse. Mişko, tu dikarî van herdu pencên min ên girêdayî vekî?

Mişk got:

. Eger tu bêjî, kê te wisa girêdaye, ez ê te berdim.

Şêr fedî kir ku bêje Kêsû wî girêdaye û got:

. Ez nabêjim kê min girêdaye.

Mişk jî got:

. Nexwe ez jî te venakim.

Mişk vegeriya dîsa çû ket nava şikêra xwe û Şêr jî wisa girêdayî ma; li ser serê wî bû vizîna mêşan û germa tava havînê jî da serê wî û dewixand, hiş li serê wî çeliqî û xwe bi xwe got: ”Eger min xwe qure nekiribûna û rastiya meselê gotiba Mişko, belkî ez niha li ser nigên xwe bûm û min ê ava kaniyeke sar jî vexwarina.

Mişk jî di nava şikêrê de guhdarî li Şêr dikir, hema derket derva û got:

. Paşayê min, eger tu bêjî kê te girêdaye, ez ê te vekim.

Şêr got:

. Were, were, ez ê bêjim te.

Mişk çû li ber Şêr sekinî û Şêr got:

. Mişko, wele ez hatim xapandin û kêsuyekî ez xistim wî halî. Lê eger tu bi qenciya xwe min vedikî jî, hêvî dikim ku tu vê meselê ji kesî re nebêjî.

Mişk devê xwe avêt wan bijiyên ku pencên Şêr pê girêdayî bûn, yê paşî jî qusandin û Şêr rabû ser nigan. Kir ku here lê şewişî û dîsa tarayî erdê bû. Dîsa rabû û berê xwe da Mişk, got:

. Ev welatê ku kêsû min lê girêbide û mişk jî min lê berde, êdî li min heram be û nema êdî ez li vî welatî dimînim.

Ez şêrekî paşa bûm, lê îro bûme belengazê destê kêsû û mişkan. Bila mezinatiya welêt bimîne ji kêsû û mişkan re…

(EV MESELE HÊJA YE BIBE FILÎMÊ KARTON) 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev