”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 24

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 24

Malpera me bi rêzenivîseke nû dest bi çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, êdî bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî çap bûne.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ”PARÊZKARÊN DILSOZ YÊN ERF Û EDETÊN BÊHEMPA YÊN PÊŞÎYAN”.

Em îro para wê a çaran çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

M. Rewendî-Fedaî

PARÊZKARÊN DILSOZ YÊN ERF Û EDETÊN BÊHEMPA YÊN PÊŞÎYAN -4

 

Cejina Mîrê derewîn

Bi cejina Newrozê ra tevayî di eynî wextê da cejina “Mîrê derewîn” jî pîroz dikin. Em binêrin ka arkêolog Jack de Morgan derheqa wê cejinê da di salên 90î yên sedsala XIX çi nivîsîye: ”Ji erf-edetên Mukrîyan yên kevinare ez dixwezim behsa cejina ”Mîrê derewîn” bikim, ku li Soûcbûlakê15 her sal buharê tê derbazkirin. Niştecîyên bajêr ji xwe ra Mîr, an desthilatdar hildibijêrin, yê ku di nava sê rojan da li wir xwedî-xudantî dike û dikare her cûre tewlebazîyan bike”.

Hema Mîr tê hillbijartin, ew wezîrên xwe hildibijêre… desteya xwe ya şervan amade dike û bi heytehol, bi rêberîya tevaya binecîyên bajêr, berê xwe dide desthilatdarê rasteqîn bona ji wî ra bêje, ku tu êdî ji kar hatî avêtin. Pir caran ew cejin dibû sebebê tevlihevîyan, niştecîyên Soûcbûlakê ew firsend bi kar dianîn bona desthilatdarê rasteqîn bikutin… Mîrê derewîn sê rojan serokatî dike. Ew zêde guh dide ser gunehkarîyên balkêş, sûckaran ceza dike, lê cezayên ew dide, dînarek (beşa pereyê kranî yê hezarî ye) e, ku ber kranekê tê hesibandin, û bi vî awahî cezayê sed tûmanî di rastîyê da beramberî kranekî ye; cezayê xwe didin, şa dibin, kêf dikin; ew dema karnavalê ye cem îranîyan.

Berê pîrozkirina Mîrê derewîn, himberî îro, xweştir derbaz dibû; hemû kurd bi kincn hesinî, zirîkirî dihatin, di destên wan da tîrên dirêj hebûn, lê niha dewsa wana tiving di destên wan da ne û ew cejin xemil û rewşa xwe gelekî winda kirîye.

Ez çiqasî jî ser vê cejina kevinare sekinîm, lê dîsa jî min nikaribû bizanibûye rehê wê cejinê çiqas kûr in û ji kengê va destpê kirîye. Ji min ra digotin, ku ew gelek kevinare ye,- bavên me wek mîrat ji bav û kalên xwe sitendine, ji nifşekê derbazî nifşeke din kirine”16.

Ev edet, ku herwiha tê binavkirin wek “mîra-mîran” (“mîr ser mîr ra”, ango “desthilatdar ser desthilatdar ra”), bi gotina lêkolîner O. L. Vîlçêvskî, heta di salên 40î yên sedsala XX jî li Kurdistana Mukrîyê hebû. Ew cejin di dema desthilatdarîya Riza Şah da ji holê hate rakirin, ango qedxe kirin.

Cejineke bi wî awahî, bi navê “Paşayê derewîn” di çend herêmên Tirkîyê û Pişkavkazê da di nava binecîyên kurd û ermenî da dihate pîrozkirin.

 

* * *

Cejinên kurdan yên gelêrî yên din bi xebatên malhebûna gund va girêdayî bûn. Hinek ji wana di dema hişkîyê da, ango, gava baran nabare pîroz dikin. Reşad Sebrî Reşîd wan cejinan pareveyî ser du beşan dike – cejinên musulmanîyê û yên gelêrî. Cûrê îslamîyê sade ye: di dema hişkîyê meriv bi serokatîya rêberê ruhanî diçin dervayî bajêr an jî li deşta dervayî gund. Û li wir bi kom dua dikin, hîvî ji Xwedê dikin ku baran di ser wan da bibarîne û wana ji xelayê rizgar bike. Ev ayîna dînî çend rojan dû hev pêk tînin.

Toreya gelêrî, wek ku heman nivîskar destnîşan dike, dijwartir û pirreng e. Gorî wargehan tore û edet diguhêrin. ”Li bajarê Hewlêrê li Kurdistana Îraqê navê wê erefatê ”Kose baba” ye. Dema pêkanîna wê erefatê çend xort serê xwe bi gûzanê kurr dikin, kincên xwe diêxin, bedena xwe bi rengê reş va reng dikin û pirtîyên pembu bi sîngê xwe û pişta xwe va dizeliqînin. Kumekî (kilawkuç) bi hûrikên neynika şikestî bi şîrêzê zemqkirî didine serê xwe, zincîrên bi zengil bi situyê xwe va dikin, kevezanek digirine destê xwe. Piştî wê amadekarîyê, xort û keç direqisin û li kolanan dibezin, bi kevezanên destê xwe li erdê dixin û bi henekî merivan ditirsînin. Û dikine gazî: ”Xwedê, bo Mihemedê me yê birêz dua bike!” Avê li ser wan direşînin, zaro berevî dora wan dibin û bang dikin: ”Nanê xwe bi xurmeyan xwe hilde, ji van deran here, Kose baba!”17

Kurd wek edet di dema pêkanîna erefata Kose baba kilaman distirên û dua dikin: ”Xwedêyo! Em rica dikin baran ser me da bibarîne, bona kulîlk û baxçe li wêderê gulvedin, ku evîndar lê seyranê dikin!”. Herwiha kilameke bi van xetan distirên: ”Baran heyat e, bi wê genim û gîha şîn dibin!”.

Li der û dorê bajarê Suleymanîyê erefata ku em behs dikin, bi awayekî din tê binavkirinê û navê wê ”Bûka baranê” ye. Zarok li kolanan direqisin, di destê wan da bûka ji qumaş e, ku bi darekî va kirine, û av li ser wana direşînin. Li bakur-rojavaya Hewlêrê, li dor û berê Behdînan (li bajarên Dihokê û Zaxoyê), maresîmeke bi wî awahî heye, lê li vira avê nareşînin, lê şekir û şîrinayî didine zarokan, û li her deran heman kilaman distirên.

Di nîveka payîzê da merasîmeke heywanxwedîkiran heye, jê ra ”Beran berdan” dibêjin. Ew beranên xwe berdidin bona buharê berxan bizên. Wek herdem di meha cotmehê da li gundên kurdan cejina Beran berdanê tê derbazkirin. Beranan dixemilînin, hirîya wan bi rengên ji hev cuda boyax dikin an jî têlên rengorengo bi wan va dikin û wana dibine ber kerîyên pêz. Bona wê rojê bi rûn û şekir gate dipêjin û li ber ezmanê sayî wê di nava haziran da bela dikin.

Lê piştî sed rojan, dema hewa xweş dibe, dema ku pez berên xwe didin, careke din cejinê dikin. Navê wê cejinê Seda pêz e (ku tê maneya ”piştî sed rojan”). Li malan dîsa kate lê dixin û temetîskên cuda amade dikin, ji bo zêdebûna kerîyê pêz kêfxweş dibin.

 

Cejinên îslamîyê

Kurdên musulman cejinên sereke yên bi îslamê va girêdayî pîroz dikin. Gerekê bê destnîşankirinê, ku eger cejina gelêrî ew meceleke bona şabûnê û bi kêfxweşî derbazkirina wext e, lê bona musulmanan ew mecalek e bona karên qenc bidine zêdekirinê, ku wê di Roja qîyametê da bidine ber çavan. Her sal rojên cejinên îslamîyê têne guhartin, ji hev cuda dibin, ango mehên Salnameya Hîvê ya Hicrê, ku di îslamê da bi kar tînin, ji 29 an 30 rojan e. Herwiha lazim e di ser da zêde bikin, ku destpêka rojê gorî salnameya musulaman ji dema ku Ro diçe ava tê hesibandin.

Ji cejinên ku him bo şiîyan, him jî bo sunîyan eynî ne, Î`da el-fîtr e (Uraza bayram an jî Eyda Remezanê) – pîrozkirina qisawetê û Î`da el-edha (Kurban Bayram an jî Eyda Qurbanê) ye, ku eyda qurban serjêkirinê ye. Di îslamê da rojên bîranînê hene, ku berê wek cejin nedihatine hesibandin: Mewlûd – roja jidayîkbûna Mihemed pêxember; Erefat – roja ku kesên hecî li berpalên çiyayê Erefatê, nêzîkî Mekkayê dua dikin; Leylat el-Qadir – şeva, ku gava Mihemed pêxember sûrên pêşin yên ji Quranê şandin; Hicre – roja, ku Mihemed pêxember û hevalbendên wî ji Mekkaya ber dilê wan ezîz cîguhastî Medînê bûn (”hicre” bi erebî tê maneya ”çûyîn, derketin”). Lê, mesele, Roja Aşûrayê cem sunîyan wek Roja rojîgirtina rezadil e, lê cem şiîyan hesab dibe wek roja bîranîna Îmam Huseyn: wê rojê nevîyê Mihemed pêxember – Huseyn (626-680) şehîd bû. Gorî Quranê, ew roja avabûna esmên, erdê, milyaketan, merivê pêşin – Adem e.

Kurd şeva ser 15ê şeabanê gorî salnameya Hîvê cejina Şeva berate (cejina el-Qedirê) pîroz dikin. Gorî bawerîyan, wê şevê sûrên pêşin yên Quranê li Mihemed pêxember xuya bûn:

Me daxwez kir ku Quran di şeva El Qedirê da bê. Ez çawa ji te ra şirove bikim, ku ”şeva El Qedirê” tê çi maneyê? Ew ji hezar mehên /bê ber/ buhatir e! Wê şevê Melek û Ruh bi destûra Xwedê ji ezmanan dadikevin ser erdê. Bona hemû daxwezên Wî pêk bînin. Û wê şevê, berî derketina Royê, Cihan ava dibe /li ser tevaya cihanê/!

 (Quran. Sûra 97an.  Werger ya redaktor)

Rohilatzan Reşad Sebrî Reşîd bi awayekî hûrgilî derheqa tradîsyonên pîrozkirina Şeva El Qedirê li Kurdistanê şirove dike: ”Wê rojê zaro li derîyên malan dixin, stiranan dibêjin û hîvî ji Xwedê dikin di hindava wan da dilovan be. Hurmeta wan digirin, xwerin-vexwarin didin wan. Daxwez û duakirin, ku pir caran bi cûrê sitiranan dîyar dikin, gorî navçeyan têne guhartin. Li herêma Suleymanîyê zaro distirên: ”Ev şeva han – Şeva beratê ye, Bira Xwedê kur û keç bide we, bira keç bi aqil be, lê kur mêrekî mêrxas be. Rica ye, wan tiştan bidine me, ku Xwedê daye!” Li Hewlêrê piştî gotinên ”bira Xwedê kur û keç bide we”, di ser da zêde dikin:  ”Malxwêya xwedîya bazinê zêr, ka mêze bike di embara te da çi heye, û para me bide me!” Di bingeha cejinê da – sûra Quranê ye, ku gorî wê sûrê wê şevê (15 şeabanê) Xwedê di her ”karekî bi aqil” da biryara jîyînê, mirinê û nanê rojê dide. Lê cûrê pîrozkirinê, sitirangotinê, belakirina şekiran û duakirin-hîvîkirin tam weke pîrozkirina bi awayê kurdî ya wê cejina îslamîyê ye”18.

Di salnameya îslamê da roja înîyê – Cuma` (ku ji wergera ji erebî tê maneya ”roja civatê”, ”roja berevbûnê”) – di rastîyê da roja hêsabûnê ye û bi eynî cûreyî tê kivşkirin, wek ku roja yekşemê bo xaçparêzan û roja şemîyê bo cihûyan.

(JÊRÊNOT)

14) Сабри Рашид, Рашад (Рашад Миран). Этноконфессиональная ситуация в современном Курдистане. М.; СПб., 2004. С. 48.

15) Mehabada îroyîn.

16) Цит. по: Вильчевский О. Л. Мукринские курды (Этнографический очерк) // Переднеазиатский этнографический сборник. М., 1958. Вып. 1. С. 204.

17) Сабри Рашид, Рашад (Рашад Миран). Этноконфессиональная ситуация в современном Курдистане. М.; СПб., 2004. С. 49.

18) Сабри Рашид, Рашад (Рашад Миран). Этноконфессиональная ситуация в современном Курдистане. М.; СПб., 2004. С. 51.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev