KITÊBEK Û DEWLETEK

KITÊBEK Û DEWLETEK

VÎZYONA AVAKIRINA WELATEKÎ

Gird Elî 

“Gava ku min pirtûka xwe qedand, min ji hevalekî xwe yî herî kevin xwest ku destnivîsê bixwîne. Gava wî ew xwend, ji nişkê ve dest bi girî kir. Min ev tevgera wî bi tevahî xwezayî dît, ji ber ku ew jî Cihû bû; dema ku min dinivîsand, ez jî gelek caran giriyabûm. Lê dema, wî sedemek bi tevahî cûda ji bo hêstirên xwe diyar kir, ez behît hiştim. Wî digot qey ez dîn bûme û ji ber ku ew hevalê min bû, ev bedbextiya min ew pir xemgîn kiribû. Ew bê xatirxwestin ji ba min çû. Piştî şeveke bêxew, ew dîsa vegeriya û hewl da ku min îqna bike da ez dev ji her tiştî berdim, ji ber ku ”her kesî dê min dîn bihesibanda”. Ew welê ewçend tûre bû bû ku ez mecbûr mam, ji bo wî haş bikim, min soz dayê ku dê ji her tiştî biqerim.”

 

Theodor Herzl ê paşê di bîrewerîyên xwe de ê welê binivisanda. Lê dîsa jî pirtûka xwe temam kir û di sala 1896 an de ( Der Judenstaat) çap kir.

 

Theodor Herzl, bi eslê xwe Benjamin Ze’ev Herzl (bi îbranî: בִּנְיָמִין זְעֵב הֶרְצֵל), di 2-ê Gulana 1860-an de li Budapest, Macarîstan ji dayik bû, di 3-ê Tîrmeha 1904-an de li Edlach, Avusturya Jêrîn, Avusturya-Macarîstan wefat kir, rojnamevanekî Cihû bû, şanonivîs û çalakvanekî siyasî bû. Fikrên wî Siyonîzma nûjen ya siyasî ava kir (wikipedia).

 

Herzl li Macarîstan hate dinê lê paşê li Viyana zanîngeha hiqûqê xwend, bû rojnamevan û edîtorê rojnameya bibandor Neue Freie Presse. Weke nûçegihanekî ji 1891 heya 1895 li Parîsê ma. Wê demê jî li Frensa mehkema zabitê Frensî-Cihû Alfred Dreyfus, (ku wekî bûyera Dreyfus jî tê nas kirin) li dar bû.

 

Dadgeh derket holê ku ji komek mirovên xwedî ramanên antî-semîtîk pêk tê û ji bo sûcê ku wî nekiriye Dreyfus xistine girtîgehê û pê îtham dikin. Vê neheqiyê bandor li Herzl kir, ku welê eşkere bû, Dreyfus tenê ji ber etnisîta xwe ya Cihû tê dadgeh kirin. Li Fransayê tenê Cihûyek mehkeme dibû lê bi riya wî hemî Cihû şermezar û mehkûm dibûn. Xelkê bi girseyî li ber dadgehê ”Mirin ji Cihûyan re!” diqêrîyan.

 

Li Komara Frensa ya pêşverû û şaristanî, sed sal piştî Danezana Mafên Mirovan, ev neheqî dibû! Di rojnivîska xwe de dinivisîne; ”Heya wê rojê, geleka ji me bawer dikirin ku çareseriya pirsa Cihûyan ew e ku meriv bi tehemuliya pêşverû ya gav bi gav li bendê bimîne. Lê heke di dewletek weha de, li ba miletekî pêşverû û pir şaristanî ev neheqî pêk were, meriv dikare ji gelên din çi hêvî bike?”

 

Lê kesî nedizanî wateya “mala neteweyî” çi ye. “Gelê Cihû” li tu deveran weke komeke qanûnî (etnisîte) nedihat nas kirin. Welatek bi navê “Filistîn” jî tunebû, tenê li başûrê Sûriyê navçeyek hebû, ku di bin destê Osmanîyan de bû.

 

Piştî ku bû şahidê dadgehkirina Dreyfus, Herzl biryar da ku zanyarî û pozîsyona xwe wekî rojnamevanekî navdar bi kar bîne da alîkariya Cihûyan bike. Di 1896 de, Herzl pirtûka Der Judestaat çap dike. Li wir, Herzl digot ku Cihû divê dewleta xwe çêbikin. Ku ew ê li Filistînê bi cî bibe ji Herzl re ne diyar bû. Wî her wiha Arjantîn, ji ber xwezaya dewlemend ya welêt û cihê wê yî berfireh wekî derfetekê destnîşan dikir. Di Kongreya Siyonîst a 1903-an de, wî pêşniyar kir ku Kongre, pêşniyara Brîtanyayê ya vekirina Afrîkaya Rojhilat ji koçberiya Siyonîst re qebûl bike, lê Kongreyê biryar da ku Filistîn wekî cîhê herî guncav ji bo dewleteke Cihû biparêze.

 

Berî weşandina ”Dewleta Cihûyan” ya Herzl, ji 1860 û 1870-an de jî kesin hebûn ku digotin ji Cihûyan re ji bilî afirandina dewletekê çareyek din tune. Lê yê ku di pratîkê de ev mimkin dikir Herzl bû. Ramana bingehîn ev bû ku dewleta Cihû bi alîkariya yek an çend hêzên mezin were avakirin. Ji ber vê yekê, dikare were gotin ku cûdahiya di navbera Siyonîzma Herzl û ramanên berê ên Siyonîstî de ev bû ku ramanên Herzl, Siyonîzma siyasî, di pratîkê de bêtir xweş dihûnand û ji hêla pratîkî ve mimkin dikir.

 

Herzl di rojnivîska xwe de ê wiha bi nivîsanda: “Li Basel, min dewleta Cihû afirand. Di pênc salan de, dibe ku, û bê guman di pêncî salan de, her kes wê pê hay bibe. Heke hûn wê dixwazin, ew ne tenê xewnek e.”

 

44 sal piştî mirina Theodor Herzl, dîtina wî bû rastî. Di 14-ê Gulana 1948-an de, David Ben Gurion serxwebûna Dewleta Israîlê li Muzeya Tel Aviv ragihand. Li pişt wî wêneyê Theodor Herzl daleqandî bû.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Gird Elî

Di sala 1964 an li Bakurê Kurdistanê, li gundekî Nisêbînê (Zorava) hatime dunyayê. Xwendina navîn û gimnaziya li Nisêbîn xwend. Li Swêdê jî pedagojî xwend û bû mamostayê piçûkan. Heta nuha du pirtûk çap kirine yek di sala 1994 an de bi navê MEHKÛM weşanên Welat, ya din jî di 2015 an de DEREWEKE PIÇÛK weşanxaneya Apec

Qeydên dişibine hev