Xwendin me dike insanê kamil

Xwendin me dike insanê kamil

Mela Mihyedîn

Xwendin mirov û mirovahîyê pêş dixe û wan ji nû ve jîn dike. Jîyanek bêxwendin û malek bêpirtûk kavilên vala ne.

Li ser rûyê dinê her tişt dişibe hev – ajal, gîha û insan. Hemû jî di eslê xwe de mîna hev in. Ji bo pêşketina ajalan cihek têr xwarin û bi avî pêwîst e. Li cihek wisa ajal bi qewet dibin, çerm û çavên wan di bin banê gerdûnê de diberiqin. Heman tişt ji bo gîya jî derbasdar e. Dema têr av, zibil û tavê bibîne ew gîha dîn û har dibe. Ji bo mirovan jî av, xwarin, zibil û tav pirtûk in. Bêyî pirtûk pêşketin û serkeftin nê pêkan e.

Xwendina baş mirovan dike baş, lê xwendina xirab mirovan dike hov û har. Lewma divê tercîhên me baş bin.

Heger wekî Zerdeşt armanca me başî be, ji bo başîyê divê em pirtûkên baş bixwînin. Pirtûkên baş fikra me, gotina me û xebatên me wê bike baş û em ê bibin insanê kamil.

Kesek wê neyê. Kesek wê me ji halê şepirze û ji binê çala reş wê dernexe. Ne Musa, ne Îsa û ne Muhammed, ne serokên dînî û ne jî yên sîyasî wê bikaribin me ji çala reş û bêbinî derxînin. Tenê em dikarin û her tişt di destên me de ye.

Rêya baş, bi xwendinê dest pê dike. Lewma Xweda di gelek pirtûkên xwe yê pîroz de li ser vê mijarê sekinîye. Di Quranê de emrê wî yê pêşî “Îqra” (bixwîne) ye. Xweda jî dizane kesên xwende nikarin bi qastî xirabîyê bikin. Kesên xwende bi xêra xwendinan wê rêya heq û rastîyê bibînin û wê têkevin vê rê. Kesên xwende wê nekeve rêya xirab.

 

Xwendin rêya fermandarî û mîrîtîyê ji me re vedike. 

Bêxwendin em nikarin herin pêş.

Wê li me bela bibin pir derd û êş. 

 

Nexwendatî li me bela ye. Rêya çala reş ji me re vedike. Çalek reş û bêbinî. Cahiltî û bindestîyê bi xwe re tîne. Me ji halê mirovan dike halê necisan.

Ji dewrên berê ta heta niha, her fîlozof, her zana û her Xweda li ser xwendinê gelekî sekinîne. Armanca wan her sêyan jî yek e: pêşketina mirovan û mirovatîyek humanîst. Her sêyan jî pir ked dane û gelekî xebatên hêja anînê wucûdê. Bes divê em guhê xwe bidin wan, berhemên wan bixwînin û wan berheman li xwe zêde bikin. Îhtîmal heye di berhemên wan hin tiştên kevnare û li dijî sedsala modern hebin. Divê em wan tiştan jî li gorî sedsala xwe biguherînin an jî ji holê rakin. Wê demê mîna Platon gotî: “Gava fîlozof hikumdar bin û hikumdar fîlozof bin şewq wê ji bajaran bifûrê”. Lê tenê ne bajar hemû cîhan bi saya xwendinê wê şewq jê bifûre û warê me mirovan ev dinya wê bibe baxek ji baxên bihuştê.

Bi zanabûnî û bi xwendinê em dikarin dîwarê xwe lêkin. Wê demê dîwarek saxlem û zext derdikeve meydanê. Ji bo pêşerojê ew dîwar wê ji me re bibe stargeh û cihê bêhnvedanê. Di bin banê gerdûnê de nifşên niha û yên bê wê azad tevbigerin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev