Beyannameya FNDK û Civaka Piştevanî û Hevkarîyê bi gelê kurd ra derheqa şerê ermenîyan-azirîyan da

Beyannameya FNDK û Civaka Piştevanî û Hevkarîyê bi gelê kurd ra derheqa şerê ermenîyan-azirîyan da

Tenê bi rêyên sîyasî – dîplomasîyê dikarin agir û alava şerê li Qerebaxa Çiya bitemirînin

Destpêka şerê berfireh li Kavkaza Başûr, ku niha jî berdewam e, dikare bibe sebebê alozîyên gelekî mezin.

Em bo tevrakirina şerê di navbera ermenîyan û azirîyan da, ku 27ê îlonê sala 2020î careke din destpê bû, pir xemgîn in. Xemgînîya me herwiha ji bo wê ye jî, ku him li Azirbêcanê, him jî li Ermenîstanê diyasporayên kurdan yên mezin hene û ew dikarin bikevine nava şerê birakujîyê.

Em wan malûmatîyên derew şermezar dikin, ku Xwedêgiravî şervanên kurdan yên ji Rohilata Nêzîk ji alîyê Azirbêcanê an jî Ermenîstanê şer dikin.

Em bangî Komara Azirbêcanê û Komara Ermenîstanê dikin her mecala bi kar bînin bona aramkirina rewşê, dest ji bikaranîna hêzê berdin û destbi hevraxeberdanan bikin.

Em bangî civaka navnetewî dikin, xwesma hevserokên Koma Mînskê ya bo çareserkirina pirsgirêkên Qerebaxa Çiya – Rûsîyayê, DAY û Fransayê, hereketên xwe bikin yek bona pêşîgirtina şerê diha girantir. Gerekê NY jî rola xwe bilîze.

Em tevbûna ji der bo piştgirîkirina alîyekî ku dijî hev şer dikin, şermezar dikin.

Em bang dikin peymaneke wisa ya bo çareserkirina pirsgirêka Qerebaxa Çiya amade bikin, ku ji gelên Azirbêcanê û Ermenîstanê ra dest bide, gorî berjewendîyên aramîyê, aşîtîyê û gulvedana herêmê be.

Em bi hêvî ne, ku bi wê ra tevayî wê pirsa vegerandina penaberan li wan navçeyên Azirbêcanê jî bê çareserkirinê, ku îro di bin hukumê leşkerên ermenîyan da ne, yên ku di salên 20î yên sedsala buhurî xwedî Qezaya Kurdistanê (”Kurdistana Sor”) bûn.

Rêvebirîya Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan

Rêvebirîya Civaka Piştevanî û Hevkarîyê bi gelê kurd ra

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev