Danesîna kesayetî, sir û keremetên Fuqre dayê Xatêya Mîrza

Danesîna kesayetî, sir û keremetên Fuqre dayê Xatêya Mîrza

Kemal Tolan-Êzdînas, berhevkar û xemxwarê Êzdîtiyê

 

Fuqre dayê Xatê keça Mîrza ye. Mirîdek bû û ji binemala bavikê Ȋdikîyan, yê di nav eşîra Xendeqiyan de ye. Di wextê qîzkaniya wê da sir gihîştinê û bi nemirê Hizêr (Qelo, Têco, Usê), yê ji binemala bavikê Qelo û eşîra Xendeqîya ra mêr kirîye. Keçek û lawekî wê, Simo û Silto, yên ku li gundê Şimzê diman, hebûn.

 

Min di dema zarokatiya xwe de gelek caran dayê Xatê dîtiye. Dayê Xatê Fuqre bû û nevîyê Teco yê xalê Simaîl, yê ku li bajarê Celle dimîne dibêje, pîrika min Micêwra ber zîyareta Qulibdor bû. Ew her êvara roja Çarşemê de diçû çiraya Qubika zîyareta Qulibdor pêdixist û salê carekê jî cimayî ya Qulibdor çêdikir. Ew ê her sal di roja îda Xwedan de jî, zadê îda xwe çêdikir. Gundiyên Şimzê û Şahsimê timî di roja îda wê de dihatin, li nîşan û xadimên wê ziyaret dibûn. Tê bîra min jî, em zarok diçûne Cimaya Xwedê jê razî yê û rahmetiyê xoşava qeysî-mewîj û şekir dida me zarokan.

 

Teco yê xalê Simaîl dibêje, wextê ez piçûkbûm, ez timî li ba Fuqre dayê Xatê dimam. Min gelek caran dîtiye, pîrika min êvarê Çarçeman tim bi defterê (siran) diket. Hinga di zivistanê de, ew bi defterê diket, ew ê bi zimanekî xeberdida, min qet ji wê fêhmnedikir, ew ê li ber çavên min, destên xwe dixistine nava xuroma agirê kuçik û destên wê qet ne dişewitîn. Gavê destên xwe vedikir, Xadimek di destên wê de hebû.

 

Gelek Şimziyan jî ev sir û keremetên Fuqra pîrika min bi çavên xwe dîtine.

 

Kîjan jin û mêrên bihevra zewicîbûn û zarokên wan çê nedibûn dihatin, li ba pîrika min ji xwe ra dirihêntin. Pîrika min serê xwe ji wan datanî, tiştê ku di deftera xwe de didîtin digote wan û dûre zarokên wan çêdibûn.

 

Gundiyan zarokên ku serê wan diêşîyan, fercî dibûn anjî bi kêmî hîvê diketin, dianîne ba Fuqra pîrika min û ew zarok bi dest û dermanên pîrika min Xatê sax dibûn.

 

Gelek kes dihatine mala pîrika min anjî hinga pîrika min bi mêvanî diçû gundekî, Êzdî di êvara Çarşemê de dihatin digotinê Fuqre dayê Xatê, em ê bi filan rêya dirêj ve herin, tû karî serê xwe ji me ra deynî û li deftera xwe binêrînî, ka çi bela, teşqele li pêşîya me henin û emê bi selametî vegerin an na?

 

Xwedê wisa sir û keremat dabûnê, ew ê di gelek êvara Çarşeman de serê xwe ji Êzdiyan ra datanî, li defterê dirihênt û çareyek li gorî daxwaza wan ji wan ra digot.

 

Kesên ku bi şîretên wê nedikirin, ew dû re poşman dibûn.

 

Pîrika min Fuqre Xatê, carekê diçê gundê deşta Amedê û li gundê Dareqolê li malekê dibe mêvan. Di vî gundî de şêxekî Êzdî di mala xwe de, henekê xwe bi keramet û hatina Fuqre dayê Xatê dike. Dengê van xeberên ku wî Şêxî di mala xwe de, bi Fuqre dayê Xatê kirine, lê eyan dibin. Fuqre Xatê ji wê mala ku lê mêvan bûye, radibe tê mala Şêx û jê ra dibêje, ew xeberên ku te bi min kirin, tev hatine guhên min. Şêx hima di cîyê xwe de dilihire û xwe davê li ber lingê Fuqre Xatê. Şêx dibêje Dayê Xatê, sedeq ji sir û keremetên te ra. Ez di bextê Xwedanê te de me, tû yê min afû bikî!

Fuqre Xatê dibêje şêx, tû bi qurbana Xudanê xwe bî.

 

Rahmetiya pîrika min, Fuqre Xatê ya Mîrza di sala 1982 de kiras guhastiye.“

 

Birêz Murat Baripek, tiştê ku ji rahmetiyê bapîrê xwe Osmanê Balo û li ser sir û keremetên dayê Fuqre Xatê bihîstine dibêje:

 

Kalikê min Osmanê Balo (z.01.07.1922- m. 22.01.2020) çilegirê Şêx Adî bû û ew î 10 salan çile girtiye. Tê bîra min bapîrê min digot, Fuqre dayê Xatê her êvarê Çarşeman, ji Şimzê diçû li ber quba zîyareta Qulibdor îbadet dikir. Li wir ê xeber jê ra ji batinê dihatin û diketine deftera wê.

 

Bapîrê min Osman tiştê ku bi çavên serê xwe dîtine gote min. Go rojekê hinga ez û hevalekî xwe, li pey barên hespan, bi rêyekê ve diçin, me hew dît, Fuqre dayê Xatê, bi libasên xwe yên sipî, li ser rêya me derkete pêşîya me. Ez lê sekinîm û min jê pirsî, dayê tû yê herî kurê, were emê te bi xwe ra bivin.

 

Ew ê got, na lawo, ez bi we ra nayêm. Divê hûn di vê rêyê ve neçin, wê teşqeleyek li ser vê rêya pêşîya we çêbive, lê tiştek bi we nabe. Wê Xwedê li we were rahmê… Û Fuqre dayê Xatê li ber çavên me hindabû.

 

Dû re me rêwîtiya xwe li ser wê rêya rast û rût dewam kir. Em hêja hinekî neçun, ji nişkê ve, canimî Xwedê ve, hesp û mihîna me bi ser serî ve berovajî ketine erdê. Tiştek bi me nebû. Di vê demê de dîsa Fuqre dayê Xatê derkete ser rêya me û got, we dît, ne min gote we, wê tiştekê bi we nebe. Min ji Fuqre dayê Xatê pirsî, ev çi qewimî ku hespên me, bi ser serî ve berovajî bûn û tiştek bi ne hat?

 

Fuqre dayê Xatê got, lawo, zarokên wanên ji me çêtir (Cinan) li ser rê bûn, ewan jî destên xwe dane pêşîya hespên we, ku ew zarokên wan ne êşînin. Ewan ne xwastin tu tahdê bidine we.

 

Rahma Xwedê li bapîr, dayê Fuqre Xatê ya Mîrza û tevaya miriyê me be„.

 

Sipas ji bo agahdariyên Têco yê Simaîl, nevîyê dayê Fuqre Xatê ya Mîrza, birayê min Hiseyn Tolan û kekê Murat Barişpek dane min!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev