Têmûrê Xelîl: Rûsya hewl dide şerê Ermenistanê û Azerbaycanê rawestîne

Têmûrê Xelîl: Rûsya hewl dide şerê Ermenistanê û Azerbaycanê rawestîne

Rêveberê Giştî yê Ria Taza Têmûrê Xelîl Muradov li ser şer û aloziya navbera Ermenistanê û Azerbaycanê ragihand: “Rûsya niha hewl dide, ku ev şer aram bibe. Lê eger lazim bibe, dê pişta Ermeniyan bigre.”

 



Têmûrê Xelîl Muradov ji paytexta Swêdê bajarê Stockholmê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser şer û aloziya navbera Ermenistan û Azerbaycanê bersiv da pirsên Cemal Batun.

Muradov diyar kir: “Gelek kes şaş dinivîsin û şaş dibêjin, ev şer ne şerê Azerbaycan û Ermenistanê ye, ev şer, şerê di navbera Qerebaxê û Azerbaycanê de ye. Qerebax bi serê xwe dewletek e. Du dewletên Ermeniyan hene, yek Qerebax e û yek Ermenistan e. Îja Ermenistan ji ber ku miletê wê ye, alîkariya wan dike. Hemû mesele ev e. Di vî şerî de du aliyên din jî ketin nav vî şerî û dixwazin bikevin nav vî şerî; yek hêla Tirkiye ye ku dixwaze alîkariya Azerbaycanê bike, yek jî Rûsya ye ku mecbûr e alîkariya Qerebaxê bike, ji ber ku di navbera Ermenistan û Rûsyayê de peymanek heye.”

Li ser pirsa “Gelo beşdariya Tirkiye û Rûsyayê vî şerî aloztir nake?” Têmûrê Xelîl Muradov eşkere kir: “Helbet aloztir dike, lê Rûs dixwaze vî şerî aram bike û bide sekinandin. Lê Tirkiye planên wê yên dûr hene ku bikeve herêmê, ev herêm bike bin destê xwe, xwedêgiravî ew jî miletê wan e, Azerî û Tirk ti tiştekî wan bi hev re tine, tenê tirkîaxivîna wan yek e. Lê Rûsya niha hewl dide, ku ev şer aram bibe. Lê eger lazim bibe, dê pişta Ermeniyan bigre.”

Têmûr Xelîl Muradov destnîşan kir: “Ev ne salek tenê ye, berî sed salan jî, wan qira Ermeniyan anî û heta îro jî ew şerê wan berdewam e. Yanî ne îro Tirkiyê xwestiye. Tirkiye naxwaze ku ew herêm di bin destê hinek kesên din de be, dixwaze hikmê xwe berfireh bike, him li herêmê, him li Tirkiyê, him li Sûriyê û niha jî hatiye Qerebaxê û Azerbaycanê wan deran dixwaze bin hikmê wê de be.”

Li ser dîroka herêma Qerebaxê, Têmûrê Xelîl destnîşan kir: “Ev ax, berê jî axa Ermeniyan bû. Yanî axa Qerebaxa Çiya ku jê re dibêjin. Lê wextê Lenîn wan salan ew ax kire nav axa Azerbaycanê weke otonomî, wî çaxî jî ti ferq tinebû, welatek bû, em li welatekî diman, Azerbaycan û Ermenistan di welatekî de bûn. Me digot ferq nake. Lê paşî ku ew welatê me hilweşiya, êdî Ermeniyan got ev axa me ya ku kirine nava axa Azerbaycanê em ê li xwe vegerînin û vegerandin. Ew der %95 Ermenî ne, yanî heqê wan e ku axa wan ne di bin destê Azeriyan de be, ji Azerbaycanê derxistin û ev gelek sal in, 20 salî zêdetir e di destê Ermeniyan de ye.”

Li devera cihê nakokiyê ya herêma Nagorno-Qerebax, roja şemiyê şer û pevçûn derketin û heta niha ji her du aliyan çendîn serbaz hatin kuştin û çend sivîl bûn qurbanî.

records Source:https://www.kurdistan24.net/ku/news/8e279a36-30c3-4be6-af76-b1f1b8c09e81?fbclid=IwAR2CGqBvZAy8I09yCIHRshDMbXpwWNoBHAV9-7rJ9BIp3iheA-Gmr48-P64

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev