Nameyên evînî – 127

Nameyên evînî – 127

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî. 

 

¤¤¤

Plana jîyana min a here sereke bextewarkirina te ye. Heta niha tu bextewar î. Ez zewqê ji wê digirim. Tu ne a min bî jî, ezê te bextewar bikim û ji te hez bikim. Tu ne a min bî jî, hîç kes wê cîyê te negire, wê nikaribe bigire û ezê nexwezim ku yeke wisa hebe jî.

Min duh ji te ra got diya min. Ew tê maneya, ku weke diya xwe ji te hez dikim. Te jî ji min ra got, zaroka min. Ev hemû dîroka min û Nura min e. Mirina ji bo Nurayê bo min pir erzan bûye, wisa erzan e ku tu deynî bazarê, tu kes wê nekire, belkî jî hîç kesek lê nenihêre mîna êşa me kurdan.

 

¤¤¤

Belê, tu rast dibêjî. Xuya ye tiştê min dixwest bigota, min nikaribû binivîsîya. Eger wek gundîyan bêjim, ku em herine dikanê, ezê ji te ra kincên buha bikirim, ji xwe ra yên erzan.

 

¤¤¤

Tu jîyana min a ji rojbûna min heta îro yî.

Ezîza dilê min bûye jiyana min. Min nav li dilê xwe kiriye, navê wî Nura ye.

 

 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev