Bextewarî, hevaltî, trajedî û huner di ramanên Arîstotalesî de

Bextewarî, hevaltî, trajedî û huner di ramanên Arîstotalesî de

Ali Gurdilî

Arîstotales, B.Z. di sala 384an de, li Madedonyayê ku wê demê Qraltiya Yewnana Kevnare bû, hatiye dinyayê. Bavê wî, doktorekî qraltiyê bûye. Tê zanîn ku piştî demekê Arîstotales wekî hosta û feylesof hatiye nasîn û hêdî hêdî  bûye feylesofekî xwedîbandûr. Karê wî ê pêşîn û girîng, mamostetiya taybet a Skenderê Duquloç bûye, ku piştre Skendêr bi armanca keşfa dinyayê ketiye rê. Arîstotales, piştî demekê berê xwe daye Atînayê û bi Platon re xebitî ye, lêbelê li wir jî namaye û rêya xwe berdewam kiriye. Bi navê ‘Lîseyê’ (The Lacium) dibistaneke piçûk damezrandîye, ku lîseyên fransî îro jî bi vî navî têne nasîn.

 

Arîstotales dema dipeyîviya yan bi yekî re dikete minaqeşeyê, rûnedinişt û digeriya û ji şopgerên xwe re, digo ‘peripatetics’, yanî digo ‘gerok’. Pirraniya kitêbên wî, notên wî yên dersdariyê bûn. Tiştê ku herdem jê şaş û ecêbmayî maye, xebîtîna dinyayê û nesneyên xwezayî bûne û loma jî, gelekî di bin bandûra wan de maye.

 

Pirsên mîna ‘Varikek, di hêkê de çawa mezin dibe?’, ‘Masiya mirekebê, mirekebê çawa çêdike?’, ‘Cactus, çima tenê li deverekê hêsîn tê?’ û a herî girîng jî, ‘Jiyana mirovan çawa û bi çi hawî, dikare baştir bibe û bi pêş bikeve?’ ji bo wî gelekî girîng bûn. Felsefe, ji bo Arîstotales zaniniya pratîkî bû. Loma jî, bersiva gelek pirsên girîng daye.

 

Yek: Tiştê ku mirovan bextewar dike çi ye gelo? Di ‘Etîka Nikamakhos’ê de, hewl daye xwe ku wan faktorên ku bandûrê li jiyanî mirovî dikin, raxe holê. Dibêje ku temamiya mirovên serkeftî, xwediyê hinek wesfên diyar in û xwediyê hinek fazîleta ne. Li gor dîtina wî, divabû em jî têbigihêjine wan wesfan, bibin xwediyê wan û bikaribin wan vebiguhezine hinek kesên din. Li gor nêrîna Arîstotales, yazdeh erdem hene, ku ew jî ev in: wêrekî, maqûlî, azadî, bêhempatî, gewretî, anor, sebir, rastgotî, jîrîtî, hişmendî û nefsbiçûkî.

 

Arîstotales têdigihêjê ku hemû erdem, di navbera du mezîyetan de cih digrin. Wate, di navbera du wesfên dijraber de ne. Ji vê têgihiştinê dide rê û dibêje ‘Rêya Navînî’. Mesela di kitêba duyem ya li ser etîkê de, behsa kêf û şahiya ji hedê xwe zêde û bêhntengiyê dike. Li gor nêrîna wî; axêveriya baş, kilîda jiyaneke baş e. Ji ber vê yekê jî, li rê û rêgehên axêveriya baş vedikole. Li gor nêrîna wî; hinek mirov, bi ser nakevin. Çimkî ne esprîtuel in. Ev rewş jî, bêhna mirovan teng dike û dibe sebebê, aciziyê. Di rewşekê wiha de jî, dê behsa miroveke ku bi kêrî tu tiştî nayê, xeydok e û bi kêrî têkilî û danûstandina sosyal nayê, bê kirin. Lêbelê kesên din, yarî û henekan wekî rê û rêgeheke bikar tînin. Palyaçoyek, li hemberî henekekî nikare li ber xwe bide. Rêzê ji kesî re nagre û dibe sebebê ken û tîqetîqê. Û gelek gotinên ku hinek nikarin xeyala wan jî bikin, dike. Mirovê xwedîerdem, li vir emelê zêrînî ye. Hişmend e, lêbelê kubar e. Arîstotales tabloya temamiya erdeman, di lewnê emelan de amade kiriye, ku bi rastî ev xebat hêjayî pesinandinê ye. Gotiye ku wiha zû bi zû, em nikarin tevgerên xwe biguherînin. Lêbelê, guherîn  pêkan e. Li gor nêrîna wî; başî, encameke kurmên (hînbûnî, habit) mirovî ye. Lewma jî, jê re wext, wêrekî û fersenda kirinê, divê. Dîsa li gor dîtina feylesof; mirovên ku ne dilpak (xwedîerdem) in, ew ne mirovên xirab in; lêbelê, mirovên bêsiûd in. Loma jî tiştê ku pêdiviya wan pê heye, ne şermezarî yan heps e. Pêdiviya wan, bi perwerdehî û mamosteyên, baş heye.

 

Dido: Huner ji bo çi heye? Di zemanê Arîstotalesî de hunera herî xwedîbandûr, trajedî bûye. Wê demê, Atînayî di mihricanên gel de li şanogehên mezin, li şanoyên xwîndar û tirsdar, temaşe dikirin. Aeschylus, Epirides û Sophocles, wê demê şairên targedyayê yên navdar bûn. Arîstotales, ‘kitêba, gelo meriv çawa dikare şanoyên baş binivîsîne?’ nivîsandiye: ‘Poetika’. Di kitêbê de, zanînên giranbiha hene. Mesela gotiye ku di dema tengasiya lehengan de, hay ji ‘poipetia’yê hebin û bikar bînin. Di keştiya Tîtanîk’ê de, Leonardo di Caprio û Kate Winslet’ê bi hev re ne (spehî). Lêbelê, keştî li çiyayê qeşayê dikeve (hêwilnak). Anagnoresis, demekê ronahîdar e ku leheng têdigihêje trajediya jiyana xwe.

 

Trajedî, ji bo çi ye? Çima hewqas mirov têne cem hev û serboriyên hêwilnak yên lehengekî protogoist temaşe dikin? Ji bo têgihiştina vê rewşê, em dikarin behsa Oidipusî bikin, ku bi şaşîtî bavê xwe kuştiye û piştre jî, bi diya xwe re zewicîye. Piştî ku têdigihêje çewtiya xwe, poşman dibe, çavên xwe derdixe û xwe kor dike.

 

Li gor nêrîna Arîstotales, ev yek ‘catharsis’ e. Catharsis, ji xirabiyan destşûştin e. Di vê rewşê de, divê em behsa pakijkirina hestên xwe bikin. Bi taybetî jî, sergêjiya li der û dora, hesta tirs û dilşewatiyê. Li vir, hinek arîşeyên xwezayî xwiya dikin: dema lazim dibe, em bi dilşewatî tevnagerin û meyla me, li ser tirsên ecêb û hêwilnak e. Trajedî, tîne bîra me ku bûyerên xirab, dikarin werin serê me jî. Zelzele yan leqîneke hêdîka jî, dikare jiyana me bi temamî serobino bike. Ji bo vê yekê jî, li hemberî mirovên ku dibine sebebê encamên xirab, divê em bi dilşewatî tevbigerin û ne bêrehm bin. Pêdivî pê heye ku ev rastiyên girîng, bi awayekî hevpar (collective) û li ser bingeheke seculer, werin fêrkirin. Li gor nêrîna feylesof, erka hunerê ew e ku rastiyên jiyanê herdem bîne bîra me û wan, di hişê me de bihêle.

 

 

Sisê: Heval ji bo çi ne? Di kitêba 8 û 9 a ‘Etîka Nikamakhos’ê de behsa sê hevaltiyên cihêreng dike: A yekem, hevaliya kêf û şahîniyê ye. A duyem, hevnasiya stratejîk e. Ev herdu hevaltî jî, heta ku avantaja hevalan hebe, hevaltî berdewam dike. A dawîn jî, hevaltiya rast û dirist e û a rastîn jî, ev e. Di hevaltiya rastîn de, dibe ku meriv neşibin hev.  lêbelê, hevaltiya rastîn xemxwarin e. Derdê hevalê te ê rastîn, derdê te ye. Keyfxweşiya wî, keyfxweşiya te ye û ev yek, li hemberî mirovên din, te xeydok dike. Lêbelê, dibe sebebê hêzdariya te jî. Tu ji sînorên waswas û ramanên xwe, derdikevî. Jiyana yeke din jî, digrî nav jiyana xwe û dilê xwe, fireh dikî. Tu jîrtir, hestnerm û bêtir alînegir dibî. Erdemên xwe, parve dikî û xuy û xisletên xwe yên xirab, tune dikî. Hevaltî, xwebûnê fêrî meriv dike û beşa herî xweş û geş, a jiyanê ye.

 

Li dinyayeke ku meriv herdem pê mijûl e, raman çawa dikevin serê meriv? Yan jî, meriv çawa dibe xwedîraman? Mîna gelek mirovan, Arîstotales jî di bin bandûra sebebên biserneketina mirovan de mabû. Li çareseriya, vê meseleyê geriyaye. Wê demê li Atînayê biryar, axlebî di civînên aşkere û ayan de, dihatin girtin. Pirranî jî, li Athoratê. Mirov, ji bo belavkirina ramanên xwe yên populêr, diketin pêşbazîyê. Arîstotales, behsa şexs û temaşevanên ku dikevin bin bandûra rewşeke dermantiqî, yan deradetî kiriye û vê dîtina xwe, derbasî ser kaxêz kiriye.

 

Mirov, vê yekê tehamûl nakin. Ji nîqaşên populêr direvin, lêbelê Arîstotales bêtir dilxwaz e. Hunera retorîkê a ku em niha hê jî bikar tînin, ev e. Arîstotales, ji mirovên xwedîfikr, dilpak û cidî xwestiye ku li hemberî mirovên ku ne di dereceya wan de ne, bi rehm bin, wan kane bikin û vê yekê fêr bibin. Carinan bêwext, bala mirovan daye ser hinek meseleyan: Divê hûn tirsa mirovan bibînin û dilê wan, rihet bikin. Divê hûn aliyên hestyar, a meseleyê jî bibînin. Gelo ma dilê miroveke maye? Ma şerm kiriye? Divê hûn li gor vê yekê tevbigerin. Divê hûn rewşa heyî, veneguherînin rewşeke pêkenînî. Çimkî, mirov herdem bala xwe nadin meriv. Ji bo ku hûn bikaribin ramanên xwe pratîze bikin, dibe ku pêdiviya we bi îzah û mînakan jî hebe. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev