Divê şerê Ermenîstanê û Azerbaycanê kurdan parçe neke

Divê şerê Ermenîstanê û Azerbaycanê kurdan parçe neke

Îbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar

 

6 roj in ku di navbera Ermenîstan û Azerbeycanê de şer dom dike.

 

Vî şerî bi destê kîjan dewletê dest pê kir, ew minaqeşeyek e. Lê ew minaqeşeya ne girîng e. Lewra 28 sal in di navbera herdu dewletan de şer heye. Piştgirê vî şerî de ji bona herdu terefan jî diyar in.

 

Dewleta Tirk aşkere dibêje ku ez piştgirê Azerbaycanê me. Ew dibêjin ku “em du dewlet in, lê yek netew in.” Dema wusa be tê wê wateyê ku qedere wan bi hev re girêdayî ne. Loma jî Dewleta Tirk leşkerên Azerbaycanê perwerde kir. Dewleta Tirk çekên ku di vê merheleyê de qedera şer ji aliyê Azerbeycanê de guhertin, dane wan.

 

Hîç şik tune ye ku Rûsya piştgirê Ermenîstanê ye. Lê nûha bêdeng e. Sedema vê jî, di navbera Rûsyayê û Hikumeta Ermenîstanê de pirsgirêk hene. Hikûmeta Ermenîstanê xwe nêzikî Emerıka û Yekîtiya Ewrûpayê dibîne û bi wan re dixwaze ku pêwendiyên xwe xurt bike û bi wan re tifaqa xwe pêş bixe. Bi helwestê jî bi Rûsyayê re xwediyê nekokiyê ye.  Fransa jî aşkere piştgiriya Ermenîstanê dike. Lê di sehayê de tiştekî bike tune ye.

 

 

PIRSGIRÊKA ERMENÎSTANÊ Û AZERBAYCANÊ Û PİRSGİREKÊN WEK WAN JI DEMA YEKÎTIYA SOVYETAN TÊN…

 

Pirsgirêka Ermenîstan û Azerbeycanê, pirsgirêkeke kevn e. Ev pirsgirêk beşek ji siyaseta kolonyal ya Yekîtîya Sovyetan e. Yekîtiya Sovyetan xwest ku yek neteweyekî çê bikin. Bi taybetî jî Stalînê Gurcî xwest ku vê yekê bike.  Hemû neteweyên li Yekîtiya Sovyetan bike rûs. Yek zimanekî çê bike. Bes herkes zimanê Rûsî qise bike. Hemû netewe û kêmnetewe bibin rûs, ji holê rabin, asîmîle bibin. Loma jî di nav hemû neteweyan de tevliheviyek çêkir. Nekokiyeke xurt qewimand. Loma jî hemû komar û herêmên otonom ji sedî 20 Rûs bi cî kir. Siyaseta rûsbûnê meşand. Kêmnetewe belav kirin.

 

Kurd parçe parçe kirin û kurd li 7 komaran belav kirin.

 

Diyar e ku nûha pirsgirêk bes ya Ermenîstan û Azerbeycanê nîne. Li Ukraynayê, li Gûrcîstanê, li Qirîmê, li gelek deverên din bûyerên derdikevin holê jî diyar dikin ku pirsgirêk gelek zêde ne. Pirsgirêk kevn in.

 

Di bin desthilatdarî û bandora Rusyayê de, di  Komarê din de pirsgirêka kurdan jî heye. Pirsgirêkeke gelek kevn e. Nûha ciyê lê şer dibe pirsa Kurdistana Sor heye.

 

 

DIVÊ KURD PARÇE NEBIN…

 

Em naxwazin ku însan û netewe hevdu qir bikin û hevdu bikujın û şer bikin.

Loma jî divê em kurd nexwazin ku Ermenîstan û Azerbaycan şer bikin û di navbeyna wan de şer dom bike.

Lê şerê Ermenîstanê û Azerbaycanê, ji derveyî îradeya me kurdan derketiye û didome. Divê em daxwaz bikin ev şer û hemû şer, gorî heq û hiqûqê, edaletê, maf û azadiyê însanan û neteweyan û gor rastiya sosyolojiya welatan û neteweyan çareser bibin.

 

Ermenîstan û Azerbeyvcab mafên kurdan teslîm nakin. Lê herdu teref jî hewil didin ku kurd jî piştgirîya wan bikin. Lewra kurd him li Azerbeycanê û him jî li Ermenîstanê dijîn.

 

Kurd li Ermenistanê miletekî kêmnetew e. Wisa di Azerbaycanê de jî kurd hene. Kurdên Ermenistanê wekî hemwelatiyên Ermenistanê tên hesabkirin. Gelek ji wan kurdan di şerî de şehîd ketine. Her wisa li Azerbaycanê jî kurd hene. Wekî dualî şer dikin. Wekî kurdên wê derê şerê birakujî heye! Kurdên herdu dewletan hevdu nas dikin. Lê di şer de şerê hev dikin. Hemwelatiyê wî welatan e, diçine şer. Di şerî de jî şehîd dikevin.

 

Lê kurdên her parçeyan û kurdên li dinyayê, nekevin nav vê şaşiye.

Bi taybetî Ermenîstan hewil dide ku kurd piştgiriya wan bikin. Parlamenterên Ermenîstanê jî ew daxwaza xwe aşkere diyar kirin.

 

Gelek kurd jî bi refleks û sedemên ciyê an piştiriya Ermenîstanê û an jî piştgiriya Azerbeycanê dikin. Ew helwesteke şaş e. Kurdan parçe dike.

 

Aşkere ye welatê me parçe bûye û wek netew em parçe bûne, em wê parçebûnê zêde nekin.

Di şerê Ermenîstanê û Azerbeycanê de tu berjewendiya kurdan tune ye. Loma divê em di şerê wan de nebin teref. Em wek neteweyên din xwediyê dewlet, xwediyê çek û teyaran jî nînin ku ji wan re bibin alîkar.

 

Em kurd divê ji xwe re bibin alîkar.

 

Em kurd ji mafên xwe re li Ermenîstanê û li Azrebeycanê bibin teref.  Mafên xwe daxwaz bikin.

KURD BI TEVAYÎ ŞER NAXWAZIN…

 

Tê zanîn ku kurd bi tevayî dixwazin ku pirsa xwe ya neteweyî ya pîroz û mezin a sedsala 21an bi riya aşitî û bê şer çareser bikin. Dê çima ji şerê neteweyên din re bibin alîkar û ji şer re bibêje “erê”.

 

Beriya mafên herkesî û her neteweyekê, em kurd ji mafên xwe bê par in. Em dixwazin mafên xwe neteweyî qezenç bikin. Em kurd jî wek neteweyên din dixwazin bibin xwediyê dewleta xwe. Em kurd li welatê xwe desthilatdar û serwer bin.

Herdu dewlet (Ermenîstan û Azerbeycan) dibêjin ku em ji bona mafên xwe şer dikin. Em mafparêz in. Baş e. Li ser seran û çavan mafparêziya wan.

Derfeteke baş derketiye holê ku em ji van du dewletên mafparêz daxwaz bikin ku me kurdên li welatê nehêlînin û asîle nekin. Mafên kurdan wan yên îdarî, çandî, zimanî, perwerdeyî qebûl û teslîm bikin.

 

Ermenîstan, ji kurdên êzîdî re nebêje ku “tu ne kurd î. Tu neteweyekî cûda yî!”

Divê em kurd dîsa ji Ermenîstanê daxwaz bikin ku riya Kurdistana Sor vekin, bo kurd vegerin welatê xwe. Kurd welatê xwe bi desthilatdariya xwe birêve bibin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev