EHMEDÊ XANÎ Û KURDÎ

EHMEDÊ XANÎ Û KURDÎ

Mahir Taha

 

Ehmedê Xanî, ji bo ku çand û nasnameya neteweyî ya kurd bide îzbatkirin, şev û rojan xebitiye û binyadeke saxlem û qayîm daniye. Wî afrîneriya xwe ji bo bawerî, parastin û jiyandina mîrateya çandî ya gelê xwe bikaraniye.

 

Îro heke li ser rûzemînê erdê ku mînakên wekî hev jî tê de hene, em wî nebînin ev ji fedekariya wî ye.

 

Li dinyayê fikirîna kurdiyeke bê wî ne pêkan e. Berhemên xwe bi kurdiya “bazara kesat” ku ev gotin ya wî bi xwe ye, nivîsîne û berhemên xwe ne ji rêveberên wê demê re, ji gelê kurd re pêşkêş kirine. Ev yek her çiqas ji bo miletê wî fedekarî be jî, ji bo wî bê şansî bû. Xanî, ne li dûv navdengiyekî bû, lê dixwest ku encamên hewldanên xwe di nifşên pêşerojê de bibîne.

Heke wî, zimanê kurdî bi rêk û pêk nebida rûniştandin, kurdiya ku em îro pê diaxivin dibe ku binyadeke wê ya xurt nebûya.

 

Ji bo miletê îngilîz Shakespeare, ji bo miletê tirk Kaşgarli Mahmud, ji bo miletê ereb Sibeveyhi, Ahfeş û Kutrup, ji bo miletê ecem Firdewsî, ji bo gurciyan Rustavelî çi be, ji bo kurdan jî Ehmedê Xanî heman tişt e.

 

Heke îro zimanê kurdî li ser piya be, bi saya edîbên wekî Ehmedê Xanî ye. Xanî, berhemên xwe bi kurdî nivîsîne û ji aliyekê ve jî urdî heya roja me aniye û sedema nivîsîna berhema xwe di şeşemîn beşa Mem û Zînê de wiha ravekiriye.

 

“Safî şemirand vexwari durdî

Manendê durrê lîsanê Kurdî

De xelqi nebêjitin ku “Ekrad

Bê me’rifet in, bi esl û bunyad

Enwa’ê milel xwudankitêb in

Kurmanci tenê di bêhisêb in”.

 

Ehmedê Xaniyê ji bo ziman û gelê xwe hin qas xebat kirî, dixwest îzbat bike ku kurd jî wekî gelên din gelekî pêş ketine û dê pêş bikevin. Xanî, gelekî dixwest ku kurdî jî di nav zimanên din cihê xwe bigire û ev jî wekî rûmetekê didît. Ji bo pêkhatina vê jî her tim dixebitî, dua dikirin û ew rewş di berhemên xwe de jî nivîsiye.

 

Ew bi girîngiya hînbûna zimanê dayikê hesiyabû û dizanî ku bi riya zimanê dayikê hînbûna zimanên din ji bo zarokan bêtir bi feyde ye. Ji ber ku kutiya aqil encax bi zimanê dayikê vedibe û pêşveçûna ramanî jî bi wê pêk tê. Heke em xebatên zanistî yên têkildarî pedagojiyê ku hatine kirin li ber çav bigirin, ku çawa perwedehiya zimanê dayikê parastiye û ji bo serkeftin û pêşketina zarokan wekî pêwistiyekî hatiye dîtin, wê demê em ê bibînin ku riya Ehmedê Xanî bijartî çiqas li cih e.

 

Hele hele vê dema ku daxwazên kurdan ên perwerdehiya bi zimanê dayikê zêde bûyî de.

 

Çavkanî: Hezkurd

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev