JI DÎROKA NAVÊ “KURDISTAN”Ê

JI DÎROKA NAVÊ “KURDISTAN”Ê

Keremê ANQOSÎ

 

Kurdistan, welatê Kurdan e; ax û xwelîya Kurdan e; dayîka miletê Kurdan e; kuçikê dîn û ola Kurdan e; serbilindî û jîrbûna Kurdan e; kubarî û firnaqîya Kurdan e; jîyan û emrê Kurdan e. Kurdistan hebûna Kurdan e.

 

Bêjeya “Kurdistan”, ji gilîyên Kurdî bi hev va hatîye danîn. Yek: “Kurd”, ku navê miletekî Arî ye. Ew berî îslamê, yek ji çar perçê miletê Îranî bû: Kurd, Faris, Cîl û Deylam û ji kevnare da di sînorê Ereb, Faris, Acûr, Elam, Ermen da, yanê (ango) di dora çîyayê – Zagros da hatîye xuyakirin. Kurd îro jî di wan cîyan da perçe perçe di bin destê Ereba, Tirka, Farisa da dijî. Kerîyê bêjeya “Kurdistanê” yê mayîn: “stan” e, ku di dewsa cî bi me dide zanîn. Wek Kurdistan, Ermenistan, Gurcistan, Tirkistan, Erebistan, Pakistan, Hindistan, Afganistan û yên mayîn.

 

Kurdistan, navê cografyaya Kurdan e, ku ji kevnarê da tê da dijî û lê rûdinê. Bi qasî ku em ji dîrokê dizanin, bêjeya Kurdistanê ji sedsala 12’an virda tê bi kar anînê. Yek ji nivîskarê herî kevin ku behsa Kurdistanê dike, Mustawsî ye. Ew dinivîse: “Di dewra nîveka Sedsala 6’an a hîcrî da, Sultan Sencerê Şelcûkrê (Salên 1096 -1157) mintiqa Cîbal ji Kirmancanê (Kermanşahê) veqetand û navê wê danî Kurdistan.” Sultan Sencer, birazîyê xwe Suleyman Şah Ayba jî kiribû welîyê Kurdistanê. Suleyman Şah piştî ku bû walîyê Kurdistanê, bajarê Bihar jî ji xwe ra kire serbajar. Li gor Mustewsî, sînorê Kurdistanê digîhişte Îraqa Ereb, Îraqa Ecem, Azerbeycan û Dîyarbekirê.

 

Bêguman navê Kurda bi xwe di belgên hin kevintir da jî heye. Lê welatê wan Kurdistan, di wê demê da bi hinek navên din dihat naskirin. Heta sedsala 13’an gelek nivîskar û şayirê Ereb û Faris yan jî yê ku bi van zimanan nivîsîne, pir caran qala Kurdan kirine. Mesela Rûzakî (salên 857-890), Firdewsî (salên 1141 – 1209) şayîrê navdar in ku bi Farsî nivîsîne, di şiêrên xwe da qala Kurdan kirine. Hur usa jî, dîroknivîsê (tarixnivîsê) wekî Îstexrî (sala 951), Mesûdî (sala 943), Îbn Mîskewe (sala 1030), Yaqût (salên 1179-1229) û Îbn Esîr (salên 1160-1234) jî di pirtûkên xwe da li ser Kurdan gelek tişt nivîsîne.

 

Ji nivisên wê demê tê femkirinê ku di navbera sedsalên 9’an û 13’an da Kurd di nava Faris, Azerbeycan, Ermenistan, Cîbal û Zewzanê da li cîkî pir fireh dijiyan. Dîsa mesela, ji nivîsê Îstexrî (di sedsala 10’an da jîyaye) tê femkirinê, wekî li Şecestan, Esedabad, Şîraz, Kerman, Xûzîstan û Meraşê Kurd hebûn.

 

Berî bikaranîna gotina Kurdistanê, gelek nivîskarên Ereb (yan jî yê ku bi Erebî nivîsîne) ji “El- Zewzan”ê (Zozan) wek welatê Kurdan behs dikin. Li gor Muqeddesî, Zewzan bajarekî Cizirê yê Îbni Umer bû. Lê li gor Îbn Esîr, ku ew bi xwe ji Cizîra Botan e, Zewzan du roj ji Mûsilê dûr bû û sînorê wê digîhîşte heta nêzikê Xilat û Selmasê.

 

Çavkanîyên îslamî pirî caran gava ku behsa dewra berî Selçûqiyan dikin, di çarçeva Xilat, Ermenistan, Azerbeycan, Cîbal, Faris û Zewzanê da qala Kurdan dikin. Mesela Îstexrî navê 33 eşîrên Kurd dide ku li nehîya Farisê dijîyan. Mehmûdê Qeşgarî, yek ji zanayê Tirkan ê navdar e ku di sedsala ll’an da jiyaye. Ewî xerîteyek di pirtûka xwe da “Dîwana Ferhengê Tirkî”, ku bi zimanê Erebî ye û li bajarê Bexdayê da hatîye nivisarê (çapkirin), bi cî kirîye. Di vê xerîtê da ji bo welatê Kurdan, bi Erebî “Erdul Ekrad” (erdê Kurdan, welatê Kurdan) hatîye nivîsîn. Herwekî Tirkan-Osmanîya hindama Dersimê kirin Kurdistan û bere bere ev nav li her hindamê Kurdistanê belav bû.

 

Lê texmîna me ew e ku, hêj berî wan tiştan û gotinan, beri nivîsa Ereban, Farisan û Tirkan, Kurdan zûva navê welatê xwe, ku ewana jî kevnare da tê da jîyane, danîne Kurdistan û wek erdek, welatek, yekî tam fem dikirin û ji bona yekbûn û azadkirina wî şer dikirin. Kurdistan navekî gelek kevin û qedîm e û wek welatê dinyalikê kevnare yê mayîn tê fem û hesab kirinê. Hema bona vê yekê bû, bona fem kirina welatê şirîn, Kurdistan bû ku şayîr û hekîmê Kurdan ê mezin Seydayê Melayê Cizirî di sedsala 11’an da nivîsîye:

 

“Bi dil atêş, ceger buryan im

Lew perîşan im û pir êşan im,

Aşiqê nazik û mehbûban im,

Nêk bê ser û bê saman imm,

Gulê baxê Îrem ê Botan im,

Şebçiraxê şebê Kurdistan im”

 

A ev bû bi kurtî, kurt-kurmancî dîroka gotina “Kurdistanê”. Yê ku ji xwe û miletê hez dike. gere wan tiştan bizanbe, wekî di nav miletê mayîn da serbilind be û tarûmar nebe.

Kovara Roja Nû 27/1990 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev