Lêkolînerekî zane di dilê Kurdistanê da

Lêkolînerekî zane di dilê Kurdistanê da

Berhemên Seîd Veroj dikarin bi mîlyonan kurdan şîyar bikin

 

Mêze bikin, ku kesek tenê çawa dikare di dilê Kurdistanê da, li ser bingehê belgeyên dîrokî, di nav wan da belgeyên ji arşîvên Osmanîyan, bi zaravên kurmancî û kirdkî-dumilkî, ji înkarkirên zimanê kurdî û welatê kurdan ra bêje, ku hûn bi xwe qebûl dikin ku kurd xwedî welatekî ne, ku hatîye dagirkirin.

 

Lêkolînerê welatparêz û bi cesaret Seîd Veroj dinivîse: 

-Sala par, ango 2019an, ji alîyê gêr û tevgêra qelema min ve salek bi bereket bû. Di vê salê de çar pirtûkên min hatin çapkirin:

1- Vîr û Warê Ma (Ma mirdasî yî) (Weşanên Dara, Diyarbekir, Sibata 2019an)

2- Portreyên Şophiştî – l, (Weşanên Dara, Diyarbekir, Îlona 2019an)

3- Weşangerekî Xwebexş û Aşiqê Lefzê Kurdmancî: Kurdîzade Ahmed Ramiz (1878-1940) (Weşanên Sîtav, Wan, Îlona 2019an)

4- Komara Kurdistan û Mehkemekirina Pêşewa Qazî Mihemed (Weşanên Sîtav, Wan, Îlona 2019an)

 

Em jî dibêjin: -Eferim ji te ra, şîrê dayka te li te helal be…!

Xuya ye berhemên birêz Seîd Veroj îzbata wan gotinên di nivîsa Ensiklopediya Fransî ya sala 1799an da ye: ”Diyarbekir paytextê Kurdistanê ye”. Ev  rastî beşek ji dîroka gelê me û welatê me ye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev