Ji berhemên kurdzanên me – 220

Ji berhemên kurdzanên me – 220

Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Ev berhema zanyarî çend kurdzanên navdar yên Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne, amade kirine û bi rûsî çap kirine. Îro me bona we beşa bi sernavê Xurtbûna tevgera miletîyê li Kurdistana Îranêwergerandîye û amade kirîye, ku bi tevayî reng û rûyê miletê me û welatê me tîne ber çavan. 

Ev berhema me ya 184an e. Kerem bikin, bixwînin. Em dixwezin destnîşan bikin, ku Têmûrê Xelîl eva pirtûka ji zimanê rûsî wergerandîye û weşanxaneya LÎSê berî çendekê ew li Amedê çap kirîye.

Amadekar û wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl

 

Xurtbûna tevgera miletîyê li Kurdistana Îranê

 

Di salên 60î da rewş li Kurdistana Îranê bi tevayî ne rehet bû. “Şoreşa sipî”, pêşketina di jîyana Îranê ya civakî-aborî da nikaribûn rewşa li Kurdistana Îranê biguhêrandana, ji ber ku li ser wê rêyê problêma mafên gelê kurd sekinîbû, ku hertim ji alîyê desthilatdarîya şah da zordarî li ser hebû. Di van şerta da Tehranê di pirsa kurda da sîyaseta dualî derbaz dikir. Di welatê xwe da desthilatdarîya şah her tevgereke kurda ya ji bo mafên xwe difetisand, zordarî li ser Partîya Dêmokratîyê ya Kurdistana Îranê dida xurtkirinê, bi wê yekê ra tevayî ewê sîyaseta provokasyon hindava tevgera kurda li Kurdistana Îraqê da derbaz dikir, pirsa kurda bi kar dianî wek “karta sereke” bona serxistina dewakarîyên xwe li Devtenga Fariza. Îran û cesûsîya wê ketine nava kar û barên tevgera kurda û bi wê yekê va pêkanîna pirsdanînên partîya û rêxistinên kurda didane dijwarkirinê. Ev îzbatî tesîra xwe him li ser karkirina PDK Îraqê, him jî ya PDK Îranê hîşt.

Sala 1964a li kongrêya IIa ya PDKÎ da, ku serokatîya wê bi rêvebirîya Ebdulle Îshaçî derbaz dikir, di bernama berê da, ku hela sala 1946a hatibû qebûlkirinê, çend guhartin hatine kirinê û gorî fikra zaneyan ew guhartin ne gorî berjewandîyên tevgera kurda bûn.

Di sibata sala 1965a li PDKÎ komikek çê bû, ku derkete dijî wê bernama sîyasî ya nû û berbirî partîyê bû “bona bi prînsîpên şoreşgerîyê-dêmokratîyê ra amin bin”, şerê himberî sîyaseta şah ya hindava kurda da berdewam bikin. Hema xût di wê demê serttî li Kurdistana Îranê zêde dibû, girêdayî zordestîyên hukumetê hindava binecîyên kurd da. Cendirmên şah di navçeyên kurda da xweserîtî dikirin, bi hovîtî milet dikuştin û talan dikirin. Kurdên, ku îdî wek dibêjin kêr gihîştibû hestu, di payîza sala 1967a bi mecbûrî dest avêtine çeka. Serokatî li tevgerê dikir PDKÎ. Di nav demeke kurt da, sala 1968a, çend barêgeh hatine sazkirinê bona teşkîlkirin û koordînekirina şerê çekdarî di navçeyên navbera Mehabadê, Banê û Serdeştê da û herweha komîtêyeke şoreşvanîyê hate sazkirinê bona serkarîyê li serhildanê bike. Kurda 18 meha şerê partîzanîyê kir. Dewleta Îranê firsendên berk bi kar anî bona hincirandina serhildanê, zordestîyên hindava kurda da zêde kirin. Gelek aktîvîstên PDKÎê hatine girtinê û dardakirinê. Bona binecîyan çevtirsandî bikin, meytê serokekî serhildanê – Suleyman Muynî (endamê Komîtêya Navbendî ya PDKÎê), dor bi dor çend bajara da li ber cîyê merîya darda dikin (ber daraxacê), daliqandibûn. Sebebên têkçûna serhildanê yên sereke ev bûn: serokatîya partîyê ne gelek bi hêz bû, kadroyên profêsyonal têrê ne dikirin, tecrûba sîyasî û eskerî tunebû. Lê, rast e serhildan têk çû, lê tevgera salên 1967-1968a alî xurtbûna rêxistinên kurda yên sîyasî kir li Îranê.

Peymana 11ê adarê sala 1970î di navbera hukumeta Îraqê û serokatîya tevgera kurdên Îraqê tesîra xwe ya baş li ser rewşa li Kurdistana Îranê kir. Ewê ji bo karkirina PDKÎê şertên baş saz kirin û serokatîya wê da xurtkirinê. Li konfêransa partîyê ya IIIa da (hezîrana sala 1971ê) pirsên bername û destûra nû hatine enenekirinê, biryar hate girtinê, ku careke din destbi ronahîdîtina rojnama “Kurdistan” bikin. Xebateke mezin hate kirinê bona ciddîkirina kar û barên partîyê, pêwendî hatine danînê bi partî û rêxistinên mayîn yên pêşverû ra, ya ku rola PDKÎê di nav jîyana sîyasî da bilind kir. Partîya bûbû pêşdestê (însîyator) teşkîlkirina pêşenîya yekgirtî di şerê dijî desthilatdarîya şah da.

Lê zordestîyên ji alîyê desthilatdarîya şah da wek berê berdewam bûn. Her daxazeke kurda li Kurdistana Îranê ji alîyê eskera û organên cezakar da bi hovîtîyeke mezin dihatine hincirandinê. Bi seda endamên PDKÎê di zîndanên şah da dizêrîyan, hinek ji wana hatine dardakirinê. Di van şertên giran da PDKÎê karê xwe dimeşand.

Di îlona sala 1973a kongra PDKÎ ya IIIa hate derbazkirinê, ya ku Komîtêya Navbendî ya nû hilbijart, bername û destûra partîyê ya nû qebûl kir. Di bingehê karkirina partîyê da prînsîpa “ji Îranê ra dêmokratî, ji Kurdistanê ra otonomî bû” û ev yek sîyaseta wê ya sereke bû di çareserkirina pirsgirêkên tevgera kurda ya salên 70î da. PDKÎê cûrê karkirina xwe yê sereke şerê çekdarî dihesiband û ew bi wê yekê va şirove dikir, ku “ew ji alîyê dîktatorên desthilatdarîya şah da li situyê hêzên Îranê yên welatparêz hatîye alandin”. Bi wê ra tevayî partî ser wê bawerîyê bû, ku cûrê şervanîyê yên mayîn jî dikarin bêne bikaranînê. Li kongra IIIa da PDKÎ bû pêşdestê sazkirina pêşenîya hemû hêzên opozîsyon. Lê, çiqasî jî milet ji desthilatdarîya şah ne razî bû û ew nerazîbûn her diçû zêdetir dibû, partîyên kurda yên sîyasî û rêxistinên opozîsyon yên ne kurda, ku di wan dema da li Kurdistana Îranê da hebûn, nikaribûn bibine yek û bi tevayî şerê xwe berdewam bikin. Xênji wê, destpêka rêforma di goveka “şoreşa sipî” da di hêla civakî da aktîvîya gel da sistkirinê.

Lê îdî di nîveka salên 70î zelal bû, ku ew rêform rewşa gundîya û bajarîyên kêmmaeş zêde xweş ne kir. Ev bû sebebê xebathîştina (karberdan), ku kurd jî tevê dibûn. Rewş her diçû xirabtir dibû, ji ber ku gelê kurd bi sîyasî jî dihate zêrandinê. Serttî li Kurdistanê zêdetir bû, ji ber wê jî zordestî li wir pirtir bûn. Perçekî serokatîya PDKÎê mecbûr bû ji welêt derkeve û berê xwe bide welatên biyanî, yên mayîn di zindana da dizêrîyan û dirizîyan.

Şah piştî ku sala 1975a bi Îraqê ra peymana dijî kurda girêda, îdî hew pêwendî bi kurdên Îraqê ra dikir. Lê berê destûra wan dida xwe ji zordestîyên Îraqê li ser axa Îranê veşêrin. Mihacirên kurd ji Îranê şandine welatê wan. Edebîyata bi zimanê kurdî hate qedexekirinê, destûra mamosteyan ne didan bi şegirtên xwe ra bi kurdî bipeyîvin, di dayîrên dewletê da qedexe bû cilê kurdî li xwe bikin, di nav gel da jî agîtasîya dikirin, ku cilên kurdî li xwe nekin.

Êtapa nû ya tevgera kurda li Îranê bi wa gotî “şoreşa îslamî” ra girêdayî ye. Eynat û înka milet hindava bêwijdanîyên desthilatdarîya şah da bû sebeb, ku di temamîya welêt da dêmonstrasyonên pirmeriv dijî şah hatine derbazkirinê. Gelê Îranê bi tevayî û kurdên Îranê jî di nav da ketine nava tevgera civakî-sîyasî ya mezin û dawî usa bû, ku hîç kes li benda wê nîbû. Dîrokê derseke xirab da tevgera şoreşgerîyê li Îranê. Sistîya hêzên pêşverû li welêt, Kurdistana Îranê jî di nav da, karên opozîsyona dijî şah yên bi hevdura qayîlnekirî, tunebûna altêrnatîva dêmokratîyê ya rêal, ku bikaribûya valayîya desthiltdarîya şah dagire û ji ber wê jî dewsa wê valayîyê fûndamêntalîstên îslamîst tije kirin, ku di hemû alîyan da, xwesma jî di hêla problêma kurda da, rewşeke usa saz kiribûn, ku ji berê ne çêtir bû, dibe hela jê xirabtir bû jî.

Dijderketinên mezin hindava desthilatdarîya şah li Kurdistanê gelek deng da. Eger hetanî havîna sala 1978a tevrabûnên li herêmên kurda piranî himberî zordarîya civakî bû, lê dû ra ew rengê sîyasî wergirtin. Nerazîbûnên mezin di hezîrana sala 1978a li Meşhedê destpê bûn, dema milet piştî binaxkirina serokekî tevgera kurda yê bi nav û deng Ezîz Yûsifî, ku 25 sala di hebisa da bû, serî hildabû. Piştî tevrabûna eskerên Îranê yên SAVAKê gelek aktîvîstên kurda girtin, 16 kes ji wana kirine hebisa Rizayê û ew bû sebebê tevrabûnên nû. Bin zordarîya milet di çirîya pêşin sala 1978a girtî hatine berdanê. Di tebaxa sala 1978a li Senendecê, Rizayê, Borcnûrdê û bajarên kurda yên mayîn da xwepêêşandin çê bûn, li ku tevgelên wan (piranî xort û genc) dew dikirin, ku desthilatdarîya şah ji ser text bê avîtin, jîyan bê dêmokratîzekirin, girtîyên sîyasî bêne berdan.

Piştî tevrabûnên mezin yên dijî desthilatdarîya şah di tebaxa sala 1978a serekwezîrê Îranê Şerîf Îmamî destûr da, ku partîyên sîyasî bi lêgal kar bikin. Weke 14 partî û komik careke din destbi karê xwe kirin. Di dawîya sala 1978a endamên PDKÎê, herweha xwendekarên, ku li dervayî welat dixwendin, ji welatên dereke vegerîyan. Ewana destpê kirin bi endamên partîyê ra pêwendî danîn, ku di wan deman da bi surî kar dikirin. Karkirina partî û rêxistinên kurda yên mayîn jî geş bû, yên nû hatine sazkirinê.

Di destpêka serîhildanên dijî şah da usa xuya bû, ku ayetolla Xomêynî piştgirîya daxazên kurda û gelên Îranê yên mayîn dike. Dema ku ew di dema sertbûna rewşa sîyasî (sala 1978a) li Fransîyayê bû, di nav elametî û bangawazîyên xwe yên ku ji gelê kurd ra dişand, rola miletên kêmjimar di karê serketina şoreşê da nas dikir û qîmet didayê. Lê ev hemû taktîk bûn, bona ku di şerê himberî desthilatdarîya şah da piştgirîya kurda wergire. Piştî serketina şoreşê ruhanîya şiîya destpê kir rola gelên Îranê yên bindest di wî karî da nuxsan kir (biçûk dît) û rola xwe di dijderketina desthilatdarîya şah da zêde mezin kir.

Desthilatdarîya fûndamêntalîzma îslamîyê temamîya sîstêma Îranê ya civakî-sîyasî guhart, strûktûrayên hukumê dewletê yên nû saz kirin, di sîyaseta der da xwe li rêyeke nû girt. Tiştekî balkêş e, ku tiştê tek-tenê, ku neguhêrî, ew sîyaseta di pirsa miletîyê da bû, di nav wan da pirsa kurda jî. Di vî alî da desthilatdarîya îslamîyê xwe li riya pêşîyên xwe girt û hema bêje ji sîyaseta şah nedihate cudakirinê. Tenê bi rû va îdêologîya hindava sîyaseta miletîyê da guhêrî bû. Eger di wê derecê da desthilatdarîya şah xwe li riya miletê Îranê yê yekgirtî digirt, lê desthilatdarîya fûndamêntalîzma îslamîyê ev gişk bi konsêpsyona “îslamîzmê” va guhêrî, ku dihate wê menê, ku dîn ser miletîyê ra ne û ji bo çareserkirina pirsa miletîyê, wek otonomîyayê, tu rêyek ne dihîşt.

Di konstîtûsîya Komara Îslamîyê da, ku sala 1979a hate qebûlkirinê, mafê ruhanîyê (olî, dînî) hatîye testîqkirinê, lê ne ku yê miletên kêmjimar. Bi vê yekê va desthilatdarîya ser hukum hewl dida pirsa derheqa mafên kurda da bixe di qalibê “îslamîyê” da û wê safîkirî bihesibîne. Kurda ew daxaza wan qebûl ne kir.

Bûyerên vî awayî ji bo serokatîya tevgera kurda tiştên ecêb nîbûn. Pêşmergên kurda sistbûna hukumê desthilatdarîya nû di dema tevgera şoreşgerîyê da bi kar anîn û bi serokatîya PDKÎê di bahara sala 1979a piranîya axa Kurdistana Îranê xistine bin destê xwe, bajarên mezin jî di nav da. Li wan dera hukum kete destê şêwrên şoreşê. Destbi weşanên radyoyê yên bi zimanê kurdî bûn, ku gazî bela dikirin bona şerkarîyê bikin ji bo bidestxistina otonomîyê di goveka dewleta Îranê da. Bangawazîya PDKÎê ya sereke wek berê ev bû: “Dêmokratî ji bo Îranê, otonomî ji bo Kurdistanê”. PDKÎê proêkta otonomîya kurda raberî serokatîya Îranê kir. Sê şaxên ewê proêktê hatibûne amadekirinê (ji 6, 8 û 26 xala). Şeş xalên sereke di nav plana otonomîya kurda da hebûn.

1) di konstîtûsîya welêt da gerekê derheqa mafê gelê kurd yê otonomîyê da bê nivîsarê;

2) sînorên Kurdistanê yên gêografî bêne kivşkirinê bi hesabhildana faktorên dîrokî û gêografî û daxaza piranîya binecîyên wan navça, ku kurd lê dimînin;

3) binecîyên Kurdistana otonom wê şêwra sereke hilbijêre li ser bingehê dengdayîna hemtomerî bona serkarîkirina karên di hundurê herêma otonom da;

4) şêwra sereke wê komîsyona pêkanîna kara hilbijêre bona serkarîkirina karên aborî, çandî û admînîstratîv;

5) zimanê kurdî bi zimanê farsî ra tevayî wê li Kurdistanê zimanê resmî be;

6) hemû karên hundur, di nav wan da parastin jî, wê di bin hukumê organên otonom da be(23). Her 26 xalên proêkta otonomîya kurda hatine şirovekirinê. Wek mînak, fûnksyonên hukumeta navbendî di herêmên Kurdistana Îranê da dihatine destnîşankirinê.

Binecîyên Kurdistana Îranê piştgirîya van daxazên otonomîstên kurda kirin. Lê ewana dijî prînsîpên strûktûrên dîwana îslamîyê yên nû bûn, ji ber wê jî ji alîyê desthilatdarîya Xomêynî da hatine înkarkirinê. Bona têkbirina tevgera miletîyê li Kurdistana Îranê, îdî di meha adarê sala 1979a eskerên hukumetê şandine wira, yên ku destpê kirin organên cî yên serkarîkirinê hilweşandin û çekên di dest pêşmergehan da ji wan hildan. Hêzên PDKÎê yên çekdar, “Komele” (partîya şoreşgerîyê ya xebatkarên Kurdistanê) bi piştgirîya fîdaya, mocehîda û pêşmerga bi xurtî ber xwe dan. Di nîveka meha adarê li mentîqên Îranê yên bakûr-roavayê destbi pevçûnên çekdarî bûn di navbera desteyên otonomîstên kurd û eskerên hukumetê û pareskerên îslamîyê da – pasdara, ku navê Alaya Parastvanên Şoreşa Îslamîyê li xwe kiribûn (APŞÎ).

Havînê pevçûnên usa li bajarên Kurdistanê yên mezin da jî bûn – li Mehabadê, Senendecê, Bokanê, Serdeştê, Ûrmîyê û Kamyaranê. Di çend bajara da hêzên kurda (ji bo nimûne, li Merîwanê) berî şêwra Îslamîyê ya şoreşê dan, ji wir derxistin, ku hukumetê ew kivş kiribû û hukum hildane destê xwe. 25ê tîrmehê dêlêgasyona hukumetê bi serokatîya serkarê APŞÎê ayatolle Lehûtî hate bajarê Merîwanê bona bi kurda ra hevraxeberdana derbaz bike. Hukumetê daxazên kurda yên heq qebûl ne kir û piştî wê rewş hîn xirabtir bû. Desteyên APŞÎê ketine bajarê Merîwanê û destpê kirin zordestî li gel kirin, gelek kurd hatine girtinê.

Di dawîya meha hezîranê li Senendecê bi gazîya PDKÎê, “Komelê”, Şêwra jinên bajêr û rêxistinên mayîn meşa pirmerivê hate derbazkirinê dijî emelên serokatîya navbendî û şandina eskera li herêmên kurda. Meşvana dakutana APŞÎê li Merîwanê gunehkar kirin û piştgirîya xwe bi wan binecîyên bajêr ra nîşan dan, yên ku wek şikyatê himberî emelên pasdara ji bajêr çûbûn. Dewakarîyên kurda, ku girtîya berdin û terka zordestîyan bidin, hatine înkarkirinê. Desthilatdarîya îslamîyê zordarîya xwe hîn zêde kir. Di tebaxa sala 1979a li ser temamîya axa Kurdistana Îranê pevçûnên çekdarî dibûn di navbera eskerên hukumetê û pêşmergên kurda da, di nav wan da li bajarên Pavê, Banê, Sekkizê, Mîandobê û yên mayîn da. Hemû cûrên çeka himberî kurda dihatine bikaranînê – tank, top, balafir.

Xomêynî û hukumetê biryar kirin zordarîya li ser otonomîstên kurd bidne zêdekirinê. Di destpêka îlona sala 1979a da eskerên hukumetê, cendirme, polîs û APŞÎê bi karanîna bombavêjên “Fantom”, tanka, makînên zirîkirî, çekên kafkûnkirinê, gullereşa êrîşî li ser herêmên bin destê hêzên kurda yên çekdar da kirin. Serokên tevgera kurda – Sêkrêtarê sereke yê PDKÎê E.Qasimlo, karmendê dînî-sîyasî yê bi nav û deng E.Huseynî û serokên kurda yên mayîn nikaribûn ber derbên ordîya dijmin ya pirhezarê û çekên nûjen ber xwe bidin. Desteyên kurda mecbûr bûn paşda vekişine navçeyên Îrana Bakûr-Roavayê yên çiyayî. Dewletê hindava binecîyên kurd da hovîtîyên mezin kirin. Li wargên kurda yên zevtkirî da bê mehkeme kurda gulle dikirin, xwesma mêra, hetanî xortên 10-12 salî jî. Binecîyên gelek bajarên kurda ji tirsa celatên îslamîst malê xwe hîştin û xwe li riya revê girtin, û mocaheda malên wan talan kirin. Rojnama Parîsê “Lîbêrasyon” elametîya E.Qasimlo çap kir, ku tê da dihate gotinê: “Em haziraya şerekî dûr û dirêj, şerê partîzanîyê li temamîya Kurdistana Îranê dibînin, emê ewqas wext şer bikin, heta bi ser nekevin, heta Kurdistan heqê otonomîyê nestîne di şertên Îrana dêmokratîk da”(24). E.Huseynî himberî eskerên hukumetê yên li Kurdistana Îranê “cîhad” îlan kir. Hukumet bi jimara eskerên xwe û çekan va gelekî ser kurda ra bû, lê kurda bi mêranî şerê xwe kirin, ber xwe dan û zirareke mezin dane dijmin. Planên bi lez hilanîna ocaxên tevgera kurda bi ser neketin.

Li welêt her diçû ew dengê dijî desthilatdarîya îslamîyê bilind dibû, ku lazim e problêma kurda bi awakî aşîtî bê çareserkirinê. Di çirîya pêşin sala 1979a hukumeta M.Bazargan dêlêgasyoneke bi serokatîya wezîrê kar D.Forûhar şande Kurdistanê bona ew bi serokên tevgera kurda ra hevraxeberdana derbaz bike. Ewî du hevraxeberdan bi E.Huseynî ra derbaz kirin. 21ê çirîya pêşin li bajarê Kûmê ayatolle Xomêynî bi serekwezîr Bazargan û endamên hukumetê ra rûnişt û li wir serokê hukumeta Îranê pêşnîyara kurda ya ji bo aşîtîyê da Xomêynî. Di wê rasthatinê da pêşnîyarên hukumeta Bazargan yên derheqa helkirina problêma kurda da hatine testîqkirinê, ku piranî derheqa lazimaya derbazkirina guhartinên di hêla civakî-aborî da bûn li Kurdistana Îranê û derbazkirina hevraxeberdana da bûn bi kurda ra. Bi wê yekê ra tevayî hate kivşkirinê, ku pirsa bi çeka safîkirina pirsa kurda ji holê radibe û nayê qebûlkirinê. Lê demê da xuyakirin, ku hevraxeberdanên bi kurda ra tenê tewlebazîyên desthilatdarîya Xomêynî bûn, lê di rastîyê da serdetî didane mêtodên bi çeka safîkirina pirsa kurda. Dubendîyên di navbera kurda da jî alî hukumetê kirin, xwesma kirinên “Komelê”, “Rizgarîyê” û komên mayîn yên êkstrêmîstên çepê.

Di adara sala 1980î PDKÎê nema vekirî ji prêzîdênt Benîsedir ra şand û bangî wî dikir, ku careke din li dora textê hevraxeberdana rûnên bona peydakirina rêyên çareserkirina pirsa kurda. Di bersîva xwe da Benîsedir çend xalên nameyê qebûl kirin jî, lê bi tevayî derkete dijî daxazên kurda. Ewî got: “Eger ewana (ango, kurd) di çarçova Îranê da otonomîyê dixwezin, ew gerekê di qalibê îdêologîya komara îslamîyê da be. Ew gerekê musulman bin. Em çawa dikarin di çarçova civaka îslamî da otonomîyayê bidne wan kesan, yên ku xwe borcdar hesab nakin teslîmî qanûnên îslamîyê bin”. Bi bawerîya prêzîdênt û serekwezîr, sazkirina otonomîyê li Kurdistanê riya berbi sêparatîzmê vedike, ji ber wê jî ew nayê qebûlkirinê.

Şerê ji bo otonomîyê, ku di şertên sîyaseta der û hundur yên sext da dihate kirinê, ji alîyê endamên PDKÎ da hêjayî qîmetên ji hev cuda bûn. Minaqeşa li ser wê pirsê usa gurr bû, ku dawî di nav partîyê da perçebûn çêbû. Perçekî endamên wê bi serokatîya cîgirê sêkrêtarê sereke X.Bilûrîyan jê qetîya û rêxistineke sîyasî ya nû hate damezirandinê bi navê “Partîya Dêmokratîyê ya Kurdistana Îranê – peyçûyên kongrêya IVa”. Qasimlo û terefdarên wî pêşîyê da digotin, ku ew dikarin bi desthilatdarîya îslamîyê ra kar bikin bona xatirê wê yekê, ku bigihîjine mafên otonomîyê ji bo kurda. Lê dema dîtin, ku gotin û kirinên îslamîsta di pirsa kurda da lap dûrî hev in, carna jî lap dijî hev in, Qasimlo û alîgirên wî îdî hew bawerîya xwe bi wê yekê dianîn, ku dikarin bi wê rêyê bighîjine armanca xwe. Ji ber wê jî wana zêde xwe dida li ser wê yekê, ku şerê çekdarî bi sîyaseta aqilane ra bimeşînin. Bilûrîyan û terefdarên wî xwe li tebîya diha nerm girtibûn: bi bawerîya wan, gerekê gorî îdêologîya desthilatdarîya Xomêynî daxazên kurda bihatana guhastinê.

Dîwana Îranê dubendîya di navbera partîya kurda ya sereke da bi maksîmalî bi kar anî. Di nîveka sala 1980î dewletê zordarîya li ser kurda xurttir kir û hema bêje hemû bajarên mezin û warên jîyînê yên Kurdistana Îranê derbazî bin hukumê hêzên hukumetê bûn. Têrora li her dera, ku desthilatdarîya îslamîyê hindava kurda da bi kar dianî, him bi çapa xwe, him jî bi hovîtîya xwe va ji desthilatdarîya şah jî xirabtir bûn. Trîbûnala eskerî li Kurdistanê cezayê dardakirinê ji gelek pêşmerge û binecîyên sivîl ra derxist.

Zûtirekê destbi şerê Îranê-Îraqê bû, ku bedbextîyên nû ji kurda ra anî, him perça wê ya Îraqê da, him jî ya li Îraqê da.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev