”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 25

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 25

Malpera me bi rêzenivîseke nû dest bi çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, êdî bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî çap bûne.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ”PARÊZKARÊN DILSOZ YÊN ERF Û EDETÊN BÊHEMPA YÊN PÊŞÎYAN”.

Em îro para wê a pêncan çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

M. Rewendî-Fedaî

PARÊZKARÊN DILSOZ YÊN ERF Û EDETÊN BÊHEMPA YÊN PÊŞÎYAN -5

 

Pîrozkirin cem qizilbaşan

Beşeke koma êtno-dînî ya qizilbaşan19 — şebek — Sala nû di roja pêşin a meha kanûnê da pîroz dikin. ”Wê rojê baba (dêdê) ”20 di odeyeke taybet a mala xwe da rûdinê, û meriv berevî ber derî dibin,- Reşad Sebrî Reşîd dinivîse.

— Her kes gerekê bi xwe ra şeravê, dîkekî û sê nanan bîne. <…> Li ber şêmîka malê hemû temene (astana) dibin, paşê serê xwe dizvirînin ber bi lempê û careke din temene dibin, ango sûcde didin. Rehber ji wan ra dibêje li xwe xin. Baba destê xwe dide pişta amadekaran û ji Kitêba pîroz “Gulbang”ê sê helbestan dixwîne. Paşê ew li pişta her kesî dixe û duayê bi zimanê tirkî dixwîne.

Ew yek êvarê dibe. Dema tarî dikeve erdê, xwedîyê kêra pîroz (qesab) dîkên ku anîne serjê dike. Wî karî gerekê tenê ew bike. Dîkan diqijirînin û tevî şeravê bela dikin. Destpê dikin li tembûrê dixin, stiranan dibêjin. Şahî heta nîvê şevê berdewam dibe. Paşê, hemû destê baba radimûsin û dicin”21.

Cejineke din a qizilbaşan û şebekan – cejina lihevkirinê ye. Wê cejinê yek ji şevên pêncşeman yên ser înîyê (meh ne bêlî ye) li mala baba pîroz dikin – bona hilanîna nerazîbûnan û lihevkirina wan kesan, ku bêhna wan li hev teng bûye. ”Pey duakirinê ra kesên amadekar xwerinê bi hev ra dixun û heta şev dereng kilaman distirên. Hek kes çi destê wî tê, bi xwe ra tîne. Di cejinê da donzdeh alîkarên baba hazir dibin. Wisa xuya ye, ku qizilbaş û şebek gelek şerav vedixun, bêy şeravê tu eydeke dînî nayê pîrozkirin”22.

 

Eydên êzdîyan

Çar eydên êzdîyan yên sereke bi xwezayê û salnameya Royê va girêdayîne: Sala teze (Sersal) – buharê pîroz dikin, Eyda çilê havînê, Eyda Cumaeya Şîxadî û Eyda çilê zivistanê. Ev hemû jî xwedî nîşanên dînî yên Îrana kevinare ne û di demsalên cuda cuda da têne pîrozkirin. Eydên din, yên gorî Salnameya Hîvê,  bi erf û edetên îslamîyê va girêdayîne. Şeva berate û Eyda Qurbanê. Herwiha eydên Xidir Nebî û Xidir Eylaz, Eyda Êzîd hene.

Êzdî Sala teze – Sersalê di çarşema pêşin a meha nîsanê da pîroz dikin. Ji vê eydê ra herwiha Eyda Tawisî Melek jî dibêjin. Mal bi kulîkên buharê va dixemilînin, nanê taybet – sewik – lê dixin û şevê li dora malan û li rex warên pîroz telalokan vê dixin. Berbanga roja çarşemê, roja pêşin a Sala nû, derdikevin seyranê, sitiranan dibêjin û direqisin. Wê rojê xwesma qedirê şivanan pir tê girtin: hemû ji wan ra hediya û xurek dibin, û ev yek tê wê maneyê ku kemala terşxwedîkirinê di jîyana êzdîyan da pir bilind e. Cejina sala teze bi fermî rojekê dikişîne, lê her kes wê heta dawîya mehê pîroz dike, di rojên çarşeman û înîyan diçine mêvanîya hevdu.

Eyda Çilê havînê eydeke dînî ye, ku ji 1ê tebaxê li Ziyareta Lalişa Nûranî tê pîrozkirin. Piştî sê rojên pîrozkirinê dawî li rojîya çil rojan tê, ku qulixdarên Ziyaretê digirin. Wan rojan êzdî boxe wek qurban serjê dikin û li dora Ziyaretê reqasên dînî direqisin.

Eyda Cumaeya Şîxadî heca êzdîyan ya sereke ye ber bi pîrozîyên Lalişa Nûranî. Ew heft rojan dikişîne, ji 6ê îlonê heta 13ê îlonê.

Eyda Çilê Zivistanê – eyda bo dawîhatina rojîgirtinê – di 2ê sibatê da tê pîrozkirin.

Roja avakirina cihanê – Eyda Êzîd – roja înîya orta meha çileya pêşin pîroz dikin. Gorî mîfologîya êzdîyan, cihan di nîveka meha çileya pêşin da ava bûye. Paqijaya him ya bedenê, him jî ya ruhî ji remz û nîşanên êzdîyan yên sereke ne, lema jî êzdî Roja avabûna cihanê di rewşeke pir paqij da pîroz dikin. Malên xwe ji serî heta binî paqij dikin, lê kesên bêhna wan bi hev ra teng e, hewil didin wê rojê li hev bînin.

Berî pîrozkirina cejinê sê rojan rojî digirin: xwerin, cixarekişandin, vexwerin ji dema Ro hiltê heta Ro here ava qedexe ye. Roja çaran, roja înîyê, êzdî heta sibe safî bibe şîyar dibin û piştî nimêja êvarê, şev dest bi paşîvê dikin. Lê êvarê, berî ku Ro here ava, ji xwerina tomerî para cînaran an jî malbetên destteng û feqîr derdixin û ji wan ra dişînin. Wê rojê pêşî diçine malên nûnerên ruhanî, ango şêx û pîran, paşê diçine mêvanîya merivên xwe û dost û hevalan. Gera gelêrî bi sitiran û sazbendîyê va derbaz dibe.

Gorî ayînên dînê êzdîyan, 7ê çileya paşin Şêx Adî hate ser rûyê erdê. Wê rojê êzdîyên Îraqê cejina Balindê pîroz dikin. Berêvarê telalokan vêdixin û ser wan ra banz didin, bi wê yekê va xwe paqij dikin. Malxwêyên malan kloçê lê dixin, forma alateke xwelîbêcerkirinê didinê û kişmîş an jî zeytûn dikine navê. Gorî bawerîyan, ew kişmîş an zeytûn para kê bikeve, wê salê wê dua Xwedê li ser be, ewê bextewar be. Cejina Xidir û Eylaz (Xidir Nebî û Xidir Eylaz) yên buhurtî jî hewaskar in, ku pêncşema pêşin a meha sibatê pîroz dikin. Rast e, Xidir Nebî û Xidir Eylaz carina dişibînin pîrozîyên xaçparêzan û musulmanan, lê di bawerîya êzdîyan da ew herdu siyarîyên li ser hespên boz in, yê pêşin parastvanê evîndaran e, yê duduyan parastvanê wan kesan e, ku bi behrê rêwîtîyê dikin.

Di her maleke êzdîyan da wê rojê bo mêvanan savarê çê dikin, herwiha ji ar û genimê hêrayî xurekeke xusûsî a bi navê pêxûn çê dikin, dikine nava derdanekê û bo tevaya şevê datînin li cîyekî taybet. Eger berbangê li ser wî xurekî rêçên nalên simên hespan xuya bibin, tê wê maneyê ku horî û melek hatine mal û dua lê kirine. Ji ber ku gorî bawerîyan Xidir Nebî piştovanê evîndaran e, keçik di şeva cejinê da bi hêvî ne, ku dergîstîyê xwe bibînin, lê xort jî bi hêvîya ku wê di xewê da nîşankirîya xwe bibînin.

Gorî lêkolînên kurdzan O. Î. Jîgalînayê, rojekê berî wê cejinê jin bi hevîrê teze li ser perçeyên qumaş û kêranên arîkan nîşanên sêr dineqişînin: selikên Royê, Hîvê, herwiha qeretûyên merivan, pez-dewaran, xeleq û nuxteyan. Êvarê zaro û ciwan têrek (an jî goreyê rîs yê teze) bi benekê va dikin, mal bi mal digerin, kilamên dilxwez distirên û bo wê fêkîyan û şîrinayê distînin.

 

* * *

Girêdayî bûyerên bo kurdan giring ra, rojên bîranînê yên teze ketine nava jîyana nû a Kurdistanê. Mesele, sersalîya serhildana dijî dîktatûra Seddam Huseyn, ku 5ê adarê sala 1991ê destpê bû, sersalîya bedbextîya bombekirina kîmyewî ya bajarê Helebçeyê ji alîyê leşkerên Seddam Huseyn da (16ê adarê), gelkujîya kurdan di goveka opêrasyona ”Enfal” da (14ê nîsanê), roja bûyîna rêberê tevgera kurdan ya netewî-dêmokratîyê Mistefa Barzanî (14ê adarê sala 1903an) û h.w.d.

(JÊRÊNOT)

19) Derheqa qizilbaşan da malûmatîyên hûrgilî di beşa «Ol û bawermendî li Kurdistanê» da hene.

20) Rêberên ruhanî cem qizilbaşan tên binavkirin wek baba an jî dêdê

21) Сабри Рашид, Рашад (Рашад Миран). Этноконфессиональная ситуация в современном Курдистане. М.; СПб., 2004. С. 162.

22) Dîsa li wir.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev