
Xelîlî; wek Cegerxwîn, Seyid Eliyê Findikî û Seydayê Tîrêj -ku di vê sedsalê de berhemên hêja nivîsîne- careke dî ruh û can daye helbesta klasîk a Kurmancî.
Li gorî asta berhemên sedsala xwe, dîwaneke serkeftî pêk hatiye.
Dîwana wî ya bi navê Gulcivîn, yek ji dîwanên girîng û giranbiha ya serdema edebiyata klasîk a dawî ye.
Zimanê wî xurt û herikbar e û gelekî sivik e ku di roja me de bi hêsanî tê fêhmkirin. Wî bi Kurdî, ‘Erebî, Farisî û Tirkî helbest nivîsîne.
Dîwana wî, ji 143 helbestan pêk hatiye. Naveroka wê li ser mijarên civakî û eşqê ye. Herweha helbestên dînî jî tê de pir in.
Mela Sîraceddîn, piraniya umrê xwe li herêma Botan û Torê derbas kiriye. Lewma jî tesîra devoka van her du herêman -nexasim ya Torê- li ser zimanê wî xuya dike.
Riataza