Berpirsiyariya Elîta Kurd û rastiyên bê sansor

Berpirsiyariya Elîta Kurd û rastiyên bê sansor

Suleiman Sulevani

 

Girêdaneke bihêz heye di navbera intellektuel û polîtîk de, ev girêdan û peywendiyên du serî di navbera van herdu koman de çend baş be, ewqas baştir e jibo civatê û dijbera wê jî rast e. Ev peywendiya han jibo miletekî weke miletê kurd yekcar giring e, ew peywendiyeke çarenivîssaz e û serkevtin/bexteweriya miletê kurd bi vê têkiliyê ve girêdayî ye. Ev têkelî saxlem be, encam wê saxlemtir be û derfeta jidayîkbûna dewleta kurdî wê mezintir, xweştir û hêsantir be. Rastiyeke berbiçav e ku serkevtin û bextewariya miletê kurd jî tenê bi avabûna Kurdistaneke azad û serbixwe de ye.

Îsrael mînakeke berçav e. Her çend Cuhu belavbibûn li gelek deverên cihanê, xwedî pîşe bûn, dewlemend bûn, zana û kesên jêhatî di nav wan de hebûn, xwedî hêzeke aborî û zanistî bûn lê cardin ew nikarîbûn rêya zulma li ser wan tê kirin; bigrin. Û bêtara herî dawî jî Naziyan bi serê wan anî û ew hovane û bi komel jenosîd kir. Lê rêgirê zulma ser Cuhuyan bi avabûna dewleta Îsrael bû 1948. Jibo kurdan jî heman tişt derbas dibe. Mixabin kurd ne ewqas jîr bûn ku dewleta xwe ava bikin, her çend hine delîvên zêrîn hatin pêş wan. Kuştin û zulma li ser kurdan berdewame û di van salên dawî de dagirkerên Kurdistanbi giranî ser ji holê rakirina pirsa kurdî dixebitin. Çareserên demkî, xapînok û kozmetîk qet nabe sedema bextewerî jibo miletê kurd, çareserî tenê di avabûna dewleta kurdî ye.

Ji bo vê armanca pîroz jî rola kesên intellektuel û siyasetvan pir mezin e. Wêrekbûn, dilnizmbûn, zanîn û welatparêzî/netewperestîya pozetîv xisletên giring in ba intellektuel û siyasetvanên rasteqîn.

Di hevpeyvîneke xwe de Ehmed Turk dibêje, carekê hevdîtina me bi serokê welatê Çekî hebû, wî gote me:”Baş e, hun her xebat dikin, çima hun daxwaza dewleta kurdî nakin?!”1. Ehmed Turk dibêje bi rastî wê rojê pir îhrac bûm (ketim şermê) û min nedizanî çawa bersiva xwe pîne û peruyî bikim û çi bersiv bidim. Bi nediliyekê me bi hine gotinan bersiva wî da, lê min hest bi şermizariyê kir.

Gotinên birêz Ehmed Turk baş diyar dike ku mirov nikare siyasetekê birêve bibe ku ew bixwe pê ne bawer e. Dil jibo dewleta kurdî û Kurdistaneke serbixwe lêdide lê merc û rewşa derveyî mirov rê nade mirov siyaseta rast û netewî birêve bibe. Ev realpolitika sepandinê ye û derveyî vîyan û îradeya miletê kurd e, politîkeka kurtbîn e û ser berjewendiyên taybet hatiye avakirin.

Erê mirov tên guhertin, bîr û bawerî tên guhertin, şert û merc tên guhertin, jiyan tê guhertin, berjewendî tên guhertin lê ew hemû jî gereke di bazin û sinurekê normal de be.

Prof. Nadirê Kerem Nadirov behsa hevdîtineke xwe bi serokê PKK Abdulla Ocalan sala 1991 dike. Ew ji Ocalan dipirse kengî wê Kurdistan çêbe? Ocalan di bersiva xwe de dibêje 5 salan bide min, anku di sala 1996-1997 Kurdistan wê çêbe û bibe dewlet2. Lê nuha em di payîza 2020an de ne û kurd ne tenê bi çend gavan li paş ketin, belku bi pîvanên astronomîk wan dev ji daxwazên xwe berda, bi taybetî li bakur.

Berî girtina birêz Abdulla Ocalan behsa Kurdistan mezin hebû lê piştî girtina wî çi bû? Çi rû da? Çi bi siyaseta PKK hat? Û çima dev ji Kurdistana mezin hat berdan? Êdî ne behsa Kurdistana mezin û ne ya biçûk tê kirin, ne konfederalî û ne federalî, ne autonom, ne statuyeke kurdî, ne mafê kulturî, ne zimanê kurdî, ne rêveberiyeke kurdî û her daxwaza biçûktirîn mafê kurd weke milet û cografya; nema.

Helbet normal e kes û rêxistin helwêst û îdeolojî biguherin li gor hêz, taktîk û mercên xwe lê heya kîjan raddeyê û sinurê wê normalbûnê çiye? Li vir du rewşên cuda hene û guherîneke 180 dereceyî di siyaset û ideolojiya partiyekê de çê dibe. Cihê gomanê ye ku ev pirs nabe xaleke gengeşiyê û hizirkirinê bi taybetî cem piraniya intellektuel, nivîskar, bîrker û kesên pêşekiya rewşenbîriyê di nav wê tevgerê de dikin.

Ser vê mijarê di existentialismê/hebûnêde du dîtinên hêjayî bîrkirinê hene. Gotina fîlosofê frensî René Descartesya ku dibêje ”Ez difikirim anku ez heme”, ew hebûna mirov bi fikirandinê girêdide lê Jean-Paul Sartre ew ”existentialismê/hebûnê yeksan(=) dike bi azadîyê”. Sartre dibêje mirov nikare ne azad be û ew hemû helbijartin û biryarên dide jî, ew bi azadî dide. Helbijartin û biryarên xirab jî û heya Ne biryardan û Ne helbijartin jî rengekê helbijartin/biryarê ye mirov dide. Û encama wan helbijartin/ne helbijartinan jî hene û mirov bixwe berpirsê wan biryaran/helbijartinan e çi baş, çi xirab.

Ev herdu gotinên Descartes û Sartre ser ”fikirandin” û ”azadî” jibo her kesekê derbas dibin lê jibo intellektuel, bîrker û ronakbîran ew dibe berpirsiyarî û erkek ser milê wan. Pêşveçûna miletan jî dimîne ser têgehiştin û jîrbûna endamên wî miletî û bi taybetî jî intellektuel û rêvebirên wî miletî. Jiber nebûna dewleta kurdî kar û xebata intellektuelan yekcar giring e û berpirsiyara wan jî zêdetir e, lê mixabin mirov dibîne ew bi vê berpirsiyariya xwe ranabin. Narsism, tirs û berjewendiyên teng cem piraniya wan intellektuelan nahêle ew bibin destek alîkar û bi berpirsiyariya xwe rabin û helwêsta xwe nîşan bidin.

Rola intellektuelan ne tenê rexnekirin e û ne tenê rexnekirina partiyeke taybet e jî. Şaşiyên hemû partiyên kurdî hene lê hine şaşî ji şaşiyên din metirsîdartir in û encamên wan jî xirabtir û bi tehluketir in. Şikestin/xiyaneta 16 oktoberê 2017 piştî referandomê û teslîmkirina Kerkukê ne şaşiyeke bê rexne kirin belku XIYANETEKE netewî ye û gereke wisa bê binavkirin û şermizarkirin û kesên bûne sedem û berpirsyar bûn; gereke bên dadgeh kirin.

Birêz Mela Bextiyar di vê dawiyê de pirtûkek ”Li Birî Bîrewerî” ser şaşiyên şoreşa kurdî li başûr nivîsiye. Ew tê de rexne li gelek kesan dike û ji pirtûkeke 465 rûpelî nêzikê 30 rûpelan terxan dike ser avakerê tevgera GORANê û cîhgirê YNKê yê berê Noşîrwan Mistefa3. Mele Bextiyar weke siyasetvanekê intellektuel karekê baş û hêja kiriye. Ev azabûn, şiyan û têgehiştina rêvebirekê kurd diyar dike ku kêm siyasetvanên kurd, mîna wî dikarin bibin xwedî pênûseke tûj û bêtirs behsa rûdanên bive û metirsîdar bike. Ev rêxweşker e jibo dialogeke vekirî û bihêzkirina kultura tolarans û danustendina kurdan digel hevdu. Û çend pêwistiya me kurdan bi vê kulturê heye. Cudahiya dîtinan dewlemendî ye.

Jibo zelalkirina dîrokê û rastiyê, wêrekî û rastgoya kesên di rûdanan de beşdar; giring û pêwist in. Ji Reşo Zîlan dipirsin ka ew ê biografya xwe binvîse yan na û ger nenivîse çima nanivîse? Ew di bersiva xwe de bi vê têgehiştinê dibêje:” Ger binvîsim gereke rastiyê binvîsim û ger rastiyê binvîsim ez ê hinekan birîndar bikim, lê hêşte ez dudil im û min biryar nedaye ka ez ê binvîsim yan na!”. Mixabin gelek kes jiber vê yekê jînengeriya xwe nanivîsin.

Kawa Emîn di heman hevpeyvîna li jor digel Ehmed Turk dibêje: ”Min gelek pirsyar ji Ehmed Turk kir û wî jî bersiv dida lê hine caran digot ev jibo televizyonê nabe û ev nuha ne dema wê ye”. Paşî Kawa Emîn behsa serpêhatiyeke xwe digel mamoste Mukerem Talabanî dike. Kawa E. dibêje dema min programa Pencemor digel wî tomar dikir, temenê wî ser 90 sal bû. Ser pirseka min ji nişkave mamoste Mukerem nexwest bersiv bide û got: Kurê min, hêşta dema bersiva vê pirsê nehatiye! Min (Kawe Emîn, s.s) jî got, mamoste temenê te hezar sal be, lê nabêjî min, kengî dema wê tê?!”4

Vêca gereke kurd kêfxweş be ku kesekê weke Mele Bextiyar li ser rûdanên şoreşê û kesayetiyên giring dinivîse ku ew dibe beşek ji dîroka kurdî ya nêzik. Ew dîrok tê nivîsîn bi destê kesekê ji hundur şoreşê. Helbet em behsa rastî û nerastiya wan bûyeran nakin. Bi lêkolîn, gotinên kesên din, kesên zindî û logîkbûna gotin û argumentên wan; rastî wê derkeve holê. Mixabin bersiva hine intellektuelan bi reşkirin, desinformasyon, hêreş kirina ser kesayetiya Mele Bextiyar.

Asta rexnekirinê ewqas nizm bûye cem hine kesên xwe intellektuel û elît dibînin ku carna mirov bêhêvî dibe. Mixabin nifşek mezin bûye li Kurdistan bi taybetî li başûr, ji gelek prinsipên netewî û exlaqî dûr. Nizimbûn û bêmoralîya hine qaşo intellektuel û siyasetvan gehiştiye radekê ku ew bê şerm û aşkere xizmeta xwe jibo dagirkerên kurd diyar dikin. Ji bo pûl û pile ew amade ne her xwefiroşiyekê bikin, mixabin hinek ji wan bûne parlementer û berpirsên mezin jî.

Erê rast e, kurd di Referandoma 25 september 2017 pir nêzikê serxwebûnê bûn lê heyf bi destê xayinên kurd ew derfet hat jidestdan di 16 oktoberê 2017. Rastiyeke din jî heye ku kurd tevî xiyaneta 16 oktoberê, li başûr hêşte xewn zindî ye û hêvîyeke mezin heye jibo Kuridstaneke azad û serbixwe. Li Rojava pêşveçûnên pozetiv û baş hene, kurd dibin hêzeke netewî ku behsa statuyekê tê kirin. Li Amerika helbijartin meha bê di 3/11-2020 heye û ne dûr e bi helbijartina serokê nû guherînên radikal li herêmê û Kurdistanê çê bin. Îsrael piştgirekê bihêz e jibo dewleta kurdî û hevalên kurd li Ewropa û Amerika û deverên din zêde dibin.

Lê berî her tiştî kurd bi xwe çend piştgirê hev in, çend yekgirtî ne û çi dixwazin?! Pirsa mezin li vir e!

 

Jêrnot:

  1. Nivîsîneke Kawe Emîn, ”Hercar û behsek, Zilamê Qesra Qenco Ehmed Turk”25/5-2020
  2. Hevpeyvîna prof. Nadirov digel Hacî Kardoxî, Radyo Aştî.
  3. Hevpeyvîneke Mele Bextiyar digel Renc Sengawî, kanala Rûdawê 12 september 2020
  4. Heman jêdera yek e. 

Wêne: Saradistribution 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Suleiman Sulevanî

Suleiman Sulevanî ji Başûrê Kurdistanê, bajarê Mûsilê ji dayîk bûye. M.Sc di arkitektur/mimarî da heye. Di gelek kovar û malperên kurdî da nivîsîye, wek Nudem, Avaşîn, Avesta, Diyarname, herwiha weke kolumnist di Netkurdê da demekê nivîsîye. Niha li Swed dijî.

Qeydên dişibine hev