Îrade, Vîn (will)

Îrade, Vîn (will)

Ali Gurdilî 

 

Hêza biryardayînê, ya kirin yan jî nekirina tiştekî ye. Mesela dema ku mirov birçî be û tu perê meriv tunebe ku ji xwe re tiştekî bikire û bixwe, dehnên meriv yên xwezayî dibêjin; ‘bidize’. Aqilê meriv jî, dibêje; ‘na nedize’. Heke meriv li gorî dehnên xwe yên xwezayî tevnegere û guh bide dengê aqilê xwe, wê demê mirov dibe keseke xwedî îrade. fr: volonté / tr: irade

 

Îradeya / Vîna Azad (Free Will): Hêza destnîşankirin û venêrana xwe bi xwe ya tevger, niyet û armancên mirova ye. Biryardariya meriv ya pêkanîna hinek tevger yan xwepêşandanan, şeklê tevgera ya li hemberî şert û mercên xeter û hêza xwebicîhanînê ya kiryara ye. Pirsgirêka serbestiya îradeya mirovan, hê jî berdewam e û cihê nîqaşê ye. fr: libre arbitre / tr: özgür irade

 

Îradaye / Vîna Cuzî: Îradeya cuzî yan jî qismî, îradeyeke azad e, ku li gor baweriya îslamê (kelam û akîde) ji bo mirovan hatiye dayîn û di çarçoveya kaza û qederê de derfeta tevgerê dide mirovan. Cuzî, di wateya qismî de ye.

Lêbelê îradeya kulî (îradeya kullî, îradeya gişkî) bêsînor e û raserê îradeya cuzî ye. Meseleya berpirsiyariya mirovan, di teoriyên baweriya îslamê de meseleyeke girîng e. Heke qeder (bext) hebe û hemû tişt ji aliyê qederê ve werin destnîşankirin, wê demê berpirsiyariya mirovan ji ber çi ye û çima dê berpirsyar bin?

Ji bo vê pirsê kelamzanan gotine ku mirov xwediyê îradeya cuzî ne û mafê mirovan yê hilbijartinê heye û ji ber vê yekê jî, ew berpirsiyar in. Û bi vî hawî jî xwestine ku vê meseleyê safî bikin. Li gor baweriya îslamê bi tenê mirov xwediyê îradeya cuzî ne û li cem ferişte û mehlûqatên din tune.

Berpirsiyariya mirovan jî, jiber îradeya cuzî ye. Li gor vê yekê îradeya cuzî, ji aliyê mirovan ve bi rêya hilbijartin û kirinên xwe, destnîşankirina qedera xwe ye. Îradeya gişkî jî, ew qeder e ku ji aliyê Xwedê ve tê destnîşankirin.

 

Çavkanî: Ferhenga Civaknasiyê – Ali Gurdilî  

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *