Em deyindarên Gelê Ermenî û Komara Ermenistanê ne

Em deyindarên Gelê Ermenî û Komara Ermenistanê ne

Kerem bikin, gotareke nivîskarekî meyî navdar

bo piştgirîkirina ermenîyan ji Qamişloka rengîn, bi taybet ji bo malpera me.

Konê Reş

Di vê nivîsê de, ez nêzîkî zulm û zora ku Osmaniya aniye serê gelê Ermenî nabim. Ne jî nêzîkî beşdariya kurdan di herdu fermanên salên (1894 û 1915) de dibim. Wiha jî, ez navê wan kurdên bi rûmet yên ku di wan fermaman de, ermenî di malên xwe de parastin, nabêjim. Bi tenê bi min xweş e ku ez qenciya gelê Ermenî ya ku di komara Ermenistana Sovyeta berê de, bi kurdan re kiriye, bi kurtî û wek panorama bînim ziman.

Wek ku diyar e di cenga cîhanî a yekemîn (1914-1918) de, ji ber zulm û zora Osmaniyan beşekî baş ji kurdên me ji welatê xwe mahcir bûn û di Ermenistanê re derketin. Pirraniya wan bi ola xwe Êzidî bûn. Mixabin, vê paşiyê, Sovyêtan ew komara ku bi navê (Kurdistana Sor/1923), hatibû avakirin, piştî çend salan, herifandin û Stalîn di salên 1940î de pirraniya kurdên Ermenistanê; çi yên bi ola xwe Êzidî û çi Misilman, di komara Qazaxistanê û Sîbîriyayê de belav kirin. Ew kurdên ku li Ermenistanê man, bê problem jiyana xwe a normal, bi serbestî, wek ermeniyan di Komara Ermenistana Sovyêta de derbas kirin.

Li gor şert û mercên wê dewletê, alfabeyeke latînî ji zimanê xwe re bijartin, dibistanên xwe bi zimanê kurdî vekirin. Û bi wê alfabeyê rojnameya (Rya teze, sal 1930) weşandin. Ev rojname ta roja îro di weşana xwe de berdewam e û ji rojnameyên kurdî yên herî bi temenê xwe dirêj e. Di sala 1955an de jî, beşekî bi zimanê Kurdî di êzgeya Yerîvanê de vekirin. Ew radiyo jî, ji kevintirîn êzgeyên kurdî ye. Di wî heyamî de tevahiya kurdên Kurdistanê li radiyoya (Yêrîvan Xeber dide/1950) guhdarî dikirin.

Û em bi guhdariya dengê van dengbêjan kêfxweş dibûn; Kawîs Axa, Meryemxan, Eyşe Şan, Karapêtê Xaço, Mehemd Arif. Nexasim dema ku dengbêja deng xweş Aslîka Qadir ev stran: (Welatê me Kurdistan e, cî û meskenê me Kurdan e), an Karapêtê Xaço strana: (Lawikê Metînî), an dema ku Kawîs Axa strana Şêx Mehmûdê Hefîd; (Hawara Tirkan dûr e Kurd xayin in), digot. Li vir dipirsim; çima ew dibistanên kurdî di nav wan kurdên me yên komarên Sovyêtê yên din de wek Yêrîvanê nedihatin vekirin, tevî ku hejmara wan baş hebû.?! Mebesta min Bakû û Tbîlîsî ye.

Ji encamên ku ermeniyên Ermenistanê rê li ber kurdan vekiribûn, kelem li ber wan dananîn, ziman û kultura kurdî baş baş pêşket. Dikarim bibêjim; ji her çar perçeyên Kurdistanê, pêşketîtir bû. Nexasim bi pênûsa wan kurdên me yên bi ola xwe êzidî ne. Û dikarim van çend navên sereke ji wan bînim ziman: Qanatê Kurdo, Hacîyê Cindî, Fêrîkê Ûsiv, Şikoyê Hesen, Qaçaxê Mirad û wiha bi dehan nav hene.

Herwiha ji qenciya wê Komara Ermenistanê û wan kurdên me yên ku lê çêbibûn, xwendibûn û mezin bibûn wek: Elîyê Ebdulrehman, Celîlê Celîl, Ordîxanê Celîl, Cemîla Celîl, Tosinê Reşîd, Eskerê Boyîk, Têmûrê Xelîl Muradov, Şerefê Eşir û gelekên din, ewên ji sala 1982an ta bi sala 1992an, hatin nav me kurdên Rojava, me sûdeyeke mezin ji wan girt. Bi hatina wan re, çavên me bêtir vebûn. Bi rastî wan rolek mezin di şiyarkirina me de lîstin; şêraniya zimanê me bi me dane naskirin, nav di me de dan ku em guhdariyê li zimanê xwe bikin, li pêmayên bav û kalên xwe xwedî derkevin, kultur û folklora xwe bidin hev û binivîsînin.

Herwiha jî, ji qenciya Ermeniyan ku, gelekan ji wan stran bi kurdî gotine û zimanê me parastine wek: Karapêtê Xaço, dengbêjê bejin bilind, Aramê Tîgran xwediyê strana; Zimanê Kurdî şêrîn û xweş e. Mêlkonê Nadir, yê ku bi strana Felîtê Quto navdar bû, Bêdrosê Ermenî yê deng xweş. Ez ne bawerim neferên miletekî din di dinyê de wek neferên gelê Ermenî wiha stran bi zimanê kurdî gotine. Ji ber van yekan, ez dikarim bibêjim ku em deyindarên gelê Ermenî ne.

Qamişlo 10/10/2020

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *