
Ali Gurdilî
Hemû dînên (olên) li cîhanê, xwedîyê rê û resmên cuda ne û perçeyekê çanda mirovahîyê ne. Wate, ol jî mîna ziman, irf û adet, zanist, felsefe û hwd. perçeyeke çanda civaka ne. Girêdayî vê yekê, bi demê re hemû ol diguherin û hatine guhertin û em dibînin tekamula olî, ji polîteîzmê ber bi monoteîzmê ve xwe daye der û heta roja me jî hatîye.
Çi dema ku ramana dînî xwe berdaye dewsa tevahîya ramanên cihê yan jî, dema ku xwestîye temamîya jiyana civakî destnîşan bike, hingê jî bûye navgîneke zilm û zordestîyê. Li ser navê Xwedê û îmanê, gelek zilm û zordestî pêk hatine. Di dînê musewî, xiristiyan û îslamê de jî, ji ber sebeb û hincetên babetcihê, gelek kuştin û komkujî pêk hatine û ku hê jî, bandûr û şopa wan zilm û zordestîyan, berdewam e.
Dînê êzdayetîyê jî, yek ji wan dînên yekxwedayî û kevnare ye û xwedîyê wesfên cihê ye. Loma jî, nabe ku bi fikr û ramanên serdest, meriv rabe dînê êzdayetîyê binirxîne û li gor dînên yekxwedayî, dînê êzdayetîyê reş û biçûk bike. Çawa ku musewîtî, xiristiyanî û îslam xwedîyê felsefeyê ne, dînê êzdayetîyê jî xwediyê felsefeyekê ye û xwerû (xwemal) ye. Lê belê wekî dînên din, nebûye skolastîk û li dibistanan, bi darê zorê nehatîye xwendandin.
Zilm û zordestîya ku li dîn û bawermendên êzdayetîyê kirine, rê li ber hinek pêşketinên dînî girtîye û loma jî, êzdayetîyê derîyên xwe ji derve re girtî ye. Gelek ramanwer û feylesofên musewî, xiristîyan û misilman, ji ramanên feylesofên yewnanî sûdeke mezin girtîne û gelek ramanên girîng birine mala xwe û kirine malê dînê xwe. Loma îro dibêjin felsefeya xiristiyan, felsefeya îslamê û hwd. Felsefeya dînê êzdayetîyê jî, li benda lêkolîn û rohnîkirina ramanwer û feylesofa ye û bawerîya min ew e ku dê rojekê, mîna tîrêjên Rojê, hiş û mejîyê hinek zanayên me rohnî bike.
Riataza