”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 26

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 26

Malpera me bi rêzenivîseke taybet dest bi çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, êdî bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî çap bûne.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ”PARÊZKARÊN DILSOZ YÊN ERF Û EDETÊN BÊHEMPA YÊN PÊŞÎYAN”.

Em îro para wê a şeşan çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

M. Rewendî-Fedaî

PARÊZKARÊN DILSOZ YÊN ERF Û EDETÊN BÊHEMPA YÊN PÊŞÎYAN -6

Dawet

Di jîyana kurdan da dawet cîyekî taybet digire. Hilbet, di rojên me da dawet li Kurdistanê gelekî pircûre ne û ewana ne tenê bi erefatên dînî ji dawetên din têne cudakirinê,  lê herwiha gelek tişt bi rewşa sosîalî ya malbetê va jî girêdayî ye.

Pêwîst e bê destnîşankirinê, ku di îslamê da zewac ji du beşan pêk tê: girêdana kontrakta zewacê, ku ser mal û milk e, û şahîyên dawetê. Herwiha zewaca bi qelen jî heye ya him bi daxweza gencan, him jî bi daxweza dê û bavan. Lê hetanî niha jî bûyerên wisa dibin, ku bêy daxweza bûkê wê direvînin (an jî bi daxweza wê, lê dijî daxweza dê û bavan).

Berê kurdan piranî ji eşîra xwe an jî ji merivên xwe dizewicîn. Dikaribû bi jinebîya birê xwe ra jî bizewicîya – ew jî bo rewşa aborîyê û bona ku bi tevayî zarên birê perwerde bikin û mezin bikin. Di demên berê da birayê biçûk nikaribû bibûya xwedî mal û hal, heta birayê mezin nezewicîya. Eynî tişt bona mêrkirina xûşkan jî derbaz dibû. Lê ew qanûn di rojên me da pir kêm caran pêk tê.

Li Kurdistanê zewaca di navbera kur û keçên apê, xalê, xatîyê û metê pir belavbûyî bû. Zanyarê Îranê yê vê demê ew bûyer ha şirove dike: “Tu keça xwe bidî kurê birê xwe, tê hesibandin wek biryareke bi aqilane û rast, ji ber ku bavê keçê mêrê keça xwe nas dike û dikare piştî zewacê jî binêre, ka ew bi keça wî ra çawan e… Di hêleke din va, bi wî awahî erd û milkê malbetê tê parastin”23. Dê û bav kêmanîyên birazî-xwarzîyê xwe an birazîya-xwarzîya xwe zanin, û ev yek dikare bibe bingehê zewaca mehkem. Hela di ser da jî, firsend heye ku tesîr li ser mala tezesazbûyî bikin.

Cem kurdan edetekî bi navê “berdêlî” heye. Ji bo nimûne, mêr keça xwe dide yekî û bi qîza wî ra dizewice, an jî xwîşka xwe dide yekî û bi xwîşka wî ra dizewice.

Bûyereke giring jî bi dijminatîya di navbera eşîretê va girêdaye. Li vira lazim e her tişt bikin bona binemal saxlem be, di nava neferên malbetê da dijminayî tunebe. Eger di navbera endamên binemalê da nerazîbûn, bêhntengî an dilmayîn hebe, bona wana li hev bînin, edeteke di nava milet da pêk tînin – zarên merivên binavûdeng bi hev ra dizewicînin.

 

Zewac, nîşankirin

Bona ku zewac pêk bê, lazim  e dê û bavê bûkê razîbûna xwe bidin. Gorî lêkolînên êtnografê Danîmarkê H. H. Hansen, ku di sala 1957an li Kurdistana Îraqê kar kirîye, jinên malbetê yên sere bo mêrkirina keça bakîre xortekî hildibijêrin. Bavê bûkê dikare xortê hilbijartî qebûl bike, an qebûl neke, lê tevaya wî karî bi destî jinan tê kontrolkirinê, lê zavayê paşerojê xwedî tu biryarekê nîne, ango, tu hukumekî wî tune. Derheqa edetên zewacê cem kurdan êtnografa Sovêtîyê T. F. Arîstovayê di nivîseke xwe a zanyarî da bi hûrgilî nivîsîye: -dema bêlî dibe, ku dê û bavê keçikê razî bûne, ”ji alîyê zava da dê, xwîşk û meriveke din (gerek ew jî jin be) tên mala bûkê. Herdu dê bi hev ra dikevine nava sohbetê, fikirên xwe ji hevdu ra dibêjin,  piştî wê diya keçikê bi mêrê xwe dişêwire û bersivê digihîne diya zavê. Û tenê dû wê ra herdu bavên ciwana bi hev ra xeber didin. Bavê xort tê mala bûkê, li wir merasîma nîşankirinê pêk tê (nîşankirin. – Not ya L. M. Rewendî-Fedaî). Piştî lihevkirinê herdu bav derheqa edetekî weke kirînê da xeber didin, ku jê ra şîrwayî, şîrbêxe dibêjin û ew kirîn an bi pereyan dibe, an bi pez û dewaran, an jî bi milkê cûre-cûre. Carina dewsa qelen erd tê dayîn. <…>  Dê û bavê bûkê jî di alîyê xwe da wek cihêz kinc, rû-nivîn, xalîçe û h.w.d. didine keça xwe”24. Merasîmeke nîşankirinê ya bi navê deznîgarî (destnîgarî) jî heye, ku bûk li wir amade nabe. Li mala bûkê hazirîya xwerinê dikin û zava û merivên zava diezimînin.

Berê, xwesma cem kurdên koçer, ji roja nîşankirinê bûk û zava bi dizî li hev dikirin bona şevê hevdu bibînin, ku bi kurdî jê ra dibêjin “dizîna bûkê”.

Li Kurdistana Îranê berî dawetê hevalên herî nêzîk têne mala zavê, û piştî hurmeta wan tê girtin û bi hev ra xwerinê dixun, dest bi leyîstik-pêşbirkan dikin. Her yek ji wana gerekê hunerê xwe nîşan bikira. Ew dikaribûn werzandin, reqas, sitiran, kewkîkirina selikên hesinî, bezîna hespan bûna. Zava jî bi awayekê êgin tevî wê pêşbirkê dibû.

Di destpêka sedsala XX li Pişkavkazê edetekî ha hebû: ”Piştî lihevkirinê hemû diçûne mala bûkê û dest bi xwerin û vexwarinê dikirin. Piştî çend sietan û piştî heta çend rojan, gava bûk xwe hazir dike û kincên bûkê li xwe dike, melle an seyid (ji zureta Mihemed. – Not ya L. M. Rewnedî-Fedaî) dikeve odeya jinan û dibêje: ”Bi reza Xwedê, gorî qanûnên pêxember, bi razîbûna dê û bavên zavê û bûkê û gorî qederê ji îro pê da ev keçika delal dibe ya kurê filankesî”. Piştî wê ew dikeve odeya mêran, wê hevokê careke din dubare dike û bi van gotinan va xilaz dike: “Zavayê delal! Keçika me ji xezalê bedewtir e, ji hingivê şîrintir e, ji kewê naziktir e û ji berxan milûktir e. Ev malê (hebûn, milk. – Not ya L. M. Rewendî-Fedaî) giranbuha, ku di çavên me da beramberî cihanekê ye, me firote te, bona ew bibe xemila here bedew di mala te da… De bira Xwedê ji te ra xweşbextîyê bîne û duayên xwe li ser te bibarîne. Bira tu kêmasîya tu tiştî nebînî û bextîyar bî”. Kesên dinê dibêjin: ”Amîn!” Piştî wê gişk milên bûkê û dê û bavên bûk û zavê radimûsin, lê melle dua li wana dike…”25.

Di rojên me da, bi gotinên H. H. Hansen, girêdana peymana zewacê beşeke herî giring ya zewacê ye. Li Suleymanîyê dema girêdana peymana pêşnûmayê gerekê çar mêrên ji malbeta bûkê û çar endamên ji malbeta zavê, zava bi xwe jî di nav da, amade bin. Di dema îmzekirina peymanê bûk bi xwe jî dikare amade be, lê gerekê rûyê wê bi temamî girtî be û gerekê tenê dîtindareke pasîv be. Bi vî awahî, zava nikare destgirtîya xwe bibîne, lê ew mêrê xwe yê paşerojê dibîne. Ji bûkê dipirsin, gelo ew razî ye, û ew dikare bêje na jî.

Piştî girêdana peymanê mêr ne tenê qelen dide, lê erk hildide ser xwe ku jina xwe ser wê dereceya aborîyê xwey ke, ku ewê li mala bavê xwe da dîtîye. Eger mêr erkên xwe pêk ne anî, destûra jinê heye jê biqete. Di hemû şertên dinê da destûra ji hev cihêbûnê tenê ya mêr heye, ku sê caran gotina telaq bi lêv dike (“ez ji te cihê dibim” an jî “ez naxwezim tu erkekî min bo te hebe”). Dema cihêbûnê jin zarên biçûk cem xwe dihêle, lê soz dide dema şeş salên kuran û heyşt salên keçikan temam bibe, ewê wana vegerîne cem mêrê xwe.

(JÊRÊNOT)

23) Фархуджаста, Хушанг. Семья в Иране (Ханавада) / [пер.: Е. А. Морозова].  СПб., 2009. С. 98.

24) Аристова Т. Ф. Очерк культу-ры и быта курдских крестьян Ирана // Переднеазиатский этнографический сборник. М., 1958. Вып. 1. С. 245.

25) Аракелян А. А. Курды в Персии // Известия Кавказского отдела Императорского русского географического общества. Тифлис, 1904. Т. 17, отд. 1. С. 27–28.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev