PORANG Û SÛDA WÊ

PORANG Û SÛDA WÊ

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

 

Xweliya Porangê pir kêrhatî ye û bi kêrê pir tiştan tê:

Ji Dara Mazî, dema êzing derdikevin û têne şewitandin, xweliyeke sipî mîna arvan derdikeve holê. Pîrekên malan, wê xweliyê bêjing dikin û hiltînin. Hingê navê wê xweliyê dibe PORANG, êdî kes navê xweliyê jê re bi kar nayne. 

 

Tiştên ku Porang tê de tê bikaranîn ev in:

. Dema jin diçin beravê, ji bo şûştina kincên sipî, av di sîtil an niqreyan de dikelînin. Berî ku av bikele, çengek Porang dixin navê û ew av dikele. Îcar dema ku kinc (ên sipî) bi wê avê têtine şûştin, pir zêde sipî dibin û hem jî nerm dibin. 

. Dema dendikê zebeşan ji bo xwarina zivistanê di nava avê de dikelînin, berî kelandinê çengek Porang û hinek jî xwê dixin nava dendikên di beroş û sîtilê de, hêj dikelînin. Dendikên ku bi porangê têne kelandin, hem nerm dibin hem jî mezeya wan xweş dibe. 

. Dema tirî dikin mewîj, ew ava ku jê re berê hatiye hazirkirin, bi Porangê hatiye kelandin. Mewîjên ku bi ava Porangê hatine terbiyekirin, piştî ku li ber tavê hişk dibin, hem nerm in hem jî tahmxweş in. 

. Porê ku kapik di navê de hebe, bi ava porangê tê şûştin û kapika tê de bi dawî dibe. Bi piranî jin porê xwe pê dişon.

 

Dibe ku Porang ji bo hin tiştên dî jî bête bikaranîn.

Lê eger ciwanên me lêkolîneke berfireh lê bikin, wê hin xalên dî jî bibînin ku Porang sûdmendeke bikêrhatî ye.

Ji min gotin, ji we ciwanên hêja lêkolîn.

Her şad û bextewer bin…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *