Bİ KURDÎ NİVÎSANDİN ŞOREŞGERÎ YE!

Bİ KURDÎ NİVÎSANDİN ŞOREŞGERÎ YE!

Romanên Îkram Oguz „Mîro“ û „Rêwî“

Bayram Ayaz

Di têkoşîna doza gelên bindest de, parastina ziman armanceke sereke ye. Jiber ku ziman û çanda bi wî zimanî pêkhatî, bingêhên nasnameya wî êlî, wî gelî ne.

Ne hewce ye mijara girîngiya ziman dirêj bikim, wekî em her car dinivîsin: ziman hebûn û nebûna nasnameya civakekî ye, ya gel e.

Wekî di romana Rêwî de jî pîrika Tajdîn jê re dibêje: „Her darek li ser koka xwe hêşîn dibe, şax û gulî dide.“ Dev ji darê berdin, qirş û qalekî jî bê kok (rah) nabe. Dara koka xwe hişk bibe, dibe êzinga agir, dawiya wî darî xwelî ye. Qirşa bê rah jî nikare xwe li ber bayeke sivik jî rabigre.

Rahê gelan, neteweyan ziman e.

Ziman zemq û çimentoya êl û civakan e, gel bi hevdu ve dizeliqîne, pev girêdide. Demê xelkekî zimanê xwe nepeyive û nenivîse, rahê wê hişk dibe û êdî nikare xwe li ber bayê zimanekî din rabigre, hêdî hêdî, piştî du sê cîlan dibe parekî ji civaka zimanê nû.

Yanî eger Kurd bi Kurdî nepeyvin û wekî nuha li bakurê Kurdistanê û li rojavayê Turkiyê ev bela bi ser me re hatiye, bi Tirkî biaxivin, dê piştî cîlekî din ji Kurdbûna xwe bi temamî dûr bikevin. Wekî nuha jî li Turkiyê bi milyonan kes dibêjin: „em esil Kurd in“. Lê ji ber ku ziman nizanin, sermiyanê wan tenê ev hevoka bê talih „esil kurd“ maye ji Kurdbûna wan. Bi milyonan „esil Kurd“ êdî eslê (koka) xwe jî jibîr kirine û bûne Tirk. Ev bi siyaseta pişaftinê (asimilasyonê) bi serê Kurdan anîn. Serê her tiştî hêrîşê zimanê me Kurdî kirin, Kurdan ji Kurdî dûrxistin, koka darê birîn, dibirin û dixwazin „darê“ bi temamî hişk bikin.

Numûneyên me gelek in! Em her yek ji malbatên xwe, ji dorberên xwe dizanin, dewleta Tirk çi bi serê me aniye!

Rê û dirbên xwe parastinê, çeka berxwedanê diyar e: KÎ NAXWAZE KURD Dİ NAV RÛPELÊN DÎROKÊ DE WİNDA BİBİN, DİVÊ ZİMANÊ KURDÎ BİPARÊZE, SER AXA XWE BİMÎNE, Bİ ZİMAN Û ÇANDA XWE BİBE SERWERÊ XWE !

Ji bo vê divê em zimanê Kurdî biparêzin.

Bi Kurdî biaxivin, bixwînin, binivîsin!

Îroroj li bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê ŞORİŞA HERÎ MEZİN li dijî siyaseta pişaftinê bi her cureyî parastina zimanê Kurdî ye.

Bi Kurdî nivîsandin, bi taybetî bi Kurdî berhemên wekî çîrok, roman, serpêhatî, helbest nîvîsandin kar û xizmetekî zêde zêde bi qîmet û bi rûmet e.

Nivîsandina Kurdî, danan û xebitandina “karxaneyeke cebilxaneyê” ye li dijî siyaseta asimilasyonê. Her berhemeka bi zimanê Kurdî, eger Kurd bixwînin, pûsat û çek û sîlaha herî bi bandor e.

Naxwazim ferq û cudahiyê bêxim nabeyna cûrên nivîsînê, lê nivîsên bi cureyê çîrok, roman û serpêhatî hem hebûna ziman diparêzin, hem jî ziman pêşve didin. Jiber ku ziman pêvejoyeke guherbar (û dînamîk) e, ziman bi derbasbûna demê re qalikê xwe diguherîne. Çirok, serpêhatî û bi taybet roman wekî “raporên” derbarê ziman, çand û zargotinê de ne. Ev berhem serçaviyên bêje, zargotin û folklore ne.

Ez bi xwe gelekî giringiyê didim çîrok, roman û bîranînên bi Kurdî. Ji vana her berhemekî bo min mamosteyê zimanê Kurdî ne. Demê ez dixwînim, ev “mamoste” her yekî goreyê mijara xwe ji min ra bi Kurdî qala jiyana civaka Kurd dikin, bahsa welatê me yê bindest Kurdistanê dikin, bahsa dîroka me dikin. Ez ji van mamosteyan gelekî tişt hîn dibim.

Qasî mehekî berê min romana hêja Îkram Oguz ya duyemîn jî xwend xilas kir. Romana wî ya ewil “Miro” min berê xwendibû. Spasiya wî dikim, birayê kekê Îkram, kekê Sîrac bo min “Rêwî” jî rêkir.

Mijara “Mîro” ser jiyana Kurdên Serhedê di demê destpêka sedsala bîstan de ye. Şerê nabeyna Ûris û Osmaniyan, pevçûnên nabeyna Ermenan û Kurdan, nefîya Kurdan, Ermenan, êş û elema xelkê êrî kişandî, koç û reva ji ber Ûris û çekdarên Ermenan mijarên romana yekemîn e. Kurdên bisilman yên nêzîkî sînurê Ûris û Ermenan jiyane ji ber şer û xelayê gund û şêniyên xwe berda ne, berê xwe dane rojavayê welêt hatine li nêzîkî Tatosê wan dera cîh û war bûne. Jiyana Mîro balkêş e. Serkêşê êlê Xalê Suleyman, kurê xwe mezin winda kiriye, nave kurê xwe li neviyê xwe kiriye. Mîro hêj qûmatek mecbûrî ji cîhê xwe koç kirine. Li rê diya Mîro wî li bin darekî hêştiye. Xalê wî Xalit vegeriyaye, wî dîtiye û aniye daye hemêza diya wî. Tên gundekî nû ava dikin. Piştî mirina kalikê xwe Mîro dibe, serokê wî êlê. Romana Mîro romana jiyana êl û eşîrên Kurd li Serhedê demê destpêka sedsala buhûrî û li destpêka rejîma kemalistan e. Derbarê agehiyên zargotinî vebêjîyê de helbet tiştên balkêş hene. Ez dixwazim van hurgiliyan ku romanê balkêş dikin, nuha ji xwendevanan re bihêlim û derbasî roman duyemîn Rêwî bibim.

Rêwî romana cureyê herikîna jiyana gundekî Kurdan li hêla Erzurimê deverê qeza Tatosê ye. Jiyana civakî, olî, folklorî di Rêwî de bi devoka Kurmanciya Serhedê dem bi dem hatiye nivîsîn. Destpêkê nivîskar romana xwe bi agehiyên serhildana Şêx Saîd û zor û zilma Romê bi salên destpêka dewleta Turk ya nû ve jî girêdide û ji wê derê tê ser jiyana pêşengê romana xwe Tajdîn ku ew jî bêhtir jî bi salên şêstî destpê dike. Li gundê wan çêkirina dibisitanê, helwestê gundiyan, hatina du mamosteyan, mamosteyê yekemîn yê Sînopî, yê dûyemîn Elî riza yê esil Kurd ê Qersî. Kudandina dibistana pênc salî, koça mala wan ji gund bo Erzurimê, naskirina Tajdîn xwendevanên zankoyê, hînbûna bîr û hizrên çepîtî, guherîna ramanên wî ber bi Kurdîniyê, girtina Tajdîn ji aliyê polisan ve, lêdana kesên Tirkçî û işkenceya polêsan… Di salên heftêyî de helwestên kesayet û tebeqeyên civakî yên Kurdan beramberê rewşa wan dema… hemî van mijaran nivîskar radixe ber me. Evên wan sala di nav wan bûyeran de jîyan, dikarin gelekî ji wan bûyeran bibîrbînin. Demê min rêwî xwend, bi xwe gelekî bûyerên wisa hatine bîra min, min jî xwe di nav wan qirûciran de dît.

Navê romanê ji gotineka nenika Tajdîn Kewê dertê. Di rûpela 162an de pîrika Tajdîn, wî wekî rêwî, yekî ji rêwîtiyê hezdike binav dike. Em dikarin bêjin roman bixwe nivîsîna rêwîtiya Tajdîn e. Romanê nave xwe ji vê RÊWÎ-tiyê girtiye.

Vebêj û zargotina romanê de tiştên balkêş jî hene. Wekî çîroka ku li nabeyna jinên gundê Tajdîn derbas bûye, mijara “doxînsist û solsist”iyê. Tajdîn carekî li Erzurimê tê girtin. Xeberên wisa zû belav dibin û pêşî digihîn gundê ew kes jê tê. Vêca jinên gund çûne qeraxê çem beravê, û carek jî ser kaniyê. Tê zanin ku li gundan cîhê xebergerandinê berav û serê kaniyan e. Wisa jî bûye. Jinikek ji ya din re dibêje, dibêjin Tajdîn “solsist” e ka çi ye, ji ber wê yekê cendirman wî girtine, lêdane. Senem a miroveka Tajdîn bi ser xebera wê jinikê re tê aciz dibe, lê hers dibe, dibêje, şûna tu li ser “solsistiya” biraziyê min qise bikî, li doxîna xwe haydar be doxînsistê!

Vêca ez dirêj nekim, bi têra xwe dirêj bû. Vê gotina “solsist” çi ye, çi nine, ji kerema xwe hûn jî romana RÊWÎ bi dest bixin, bixwînin û bizanin ev çîroka û şerê “doxîsistiyê û solsistiyê” çi ye.

Li vê derê gotinê dihêlim bo xwendevanan û dibêjim dest sax birayê hêja Ikram Oguz.

Min çend gotin ser cureyê vebejiyê û bi karanîna ziman heye, wê jî dihêlim bo nivîsekî din. Min divê çend romanên din bidim ber hevdu û wisa binivîsim.

Nuha „Romana Serhildana Agiriyê“ BİRO di destê min de ye, dixwînim. Carna ji qahran, carna ji ber xirûrê di çavên min re rondik tên xwarê.

Li benda nivîsan nesekinin romana kekê Yilmaz Çamlibel BİRO jî bi destxin û bixwînin. Bibînin cengawêran li Çiyayê Agiriyê ji me re dîrokekî çawa li dû xwe hêlane. Ezê binivîsim.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *