Felsefeya hebûnê: Geştek li kebabistana îdeolojiyan û nimûneyek ji karxaneya pûtan

Felsefeya hebûnê: Geştek li kebabistana îdeolojiyan û nimûneyek ji karxaneya pûtan

Umîd Demîrhan

Pêşek

Feylosofên yûnaniyên qedîm bi pirsên wekî “gelo hebûn çi ye?”, “bi rastî jî tiştekî bi navê ”hebûn”ê heye gelo?”, “heke hebe madeyê ku jê afiriye û zaye çi ye?” dest bi meşa xwe ya ramyariyê kiriye. Wekî ku me di nivîsên pêştir de jî gotibû cîhana grekoromayî ya kevn ji astên xwezaperestî, mirovperestî û pûtperesiyê re derbas bûye; lê tiştê ku hêjayî pesnê ye ew e ku mêrikan hemû astên jiyana xwe tomar kirine û ji nifşên peyhatî re mîrate hiştine. Nifşên peyhatî jî sexbêrî û xwedîtî li wê sermayeyê kiriye û gihandiye roja îroyîn. Feylesofan mijara “hebûn”ê di bin sê sernavan de zelal kiriye: “ji aliyê metafîzîkê ve hebûn”, “ji aliyê ontolojiyê ve hebûn” û “pirsgirêka naveroka hebûnê”. Diyar e ku mêrikan piraniya raman û encamên ceribandinên xwe wekî rojnivîskekê tomar kirine û piştre dest bi senifandin û nirxandina sermayeya xwe ya ramanî kirine. Yûnaniyên kevn ketine ser şopa “sedem û heyberên pêşîn” û bi nîqaşên bêdawî hewl dane ku “Xwedê, hebûna Xwedê, giyan û nemirbûna giyanî” şîrove bikin; ramanên xwe yên di vê babetê de jî di bin sernavê “ji aliyê metafîzîkê ve hebûn” destnîşan kirine. Her wiha “hebûn” ji du aliyên ontolojîk ve nirxandine: “bi rastî jî tiştekî bi navê ”hebûn”ê heye gelo?” û “heke hebe, madeyê ku jê afiriye û zaye çi ye, naveroka wê çi ye?”. Bi rastî “gera li pey hînbûnê” ya ewropiyan, hînbûnên wan ên ast bi ast, tomarkirina van hînbûnan, nirxandin û senifandina wan ramanan û bazarkirina wê sermayeyê bingehê şaristaniya ewro-amerîkayî pêk tîne. Naxwazim serê we bi dîroka felsefeyê biêşînim ku her yekî we di dibistanan de gelekî êş û jana wê kişandiye; lê dixwazim bala we bikêşim ser “bazarkirina sermayeya felsefî” ya ewro-amerîkayî û berteka kurdan a li hemberî vê danûstandinê.

Zanyariyeke zimannasê kurd Beghanî Sarîn meşa me ya hizirînê bi kurtî şîrove dike ku dibêje: “Di kurdiya navîn a berî du hezar salan de peyva ”hêvî” wekî ”ho-me-y” dihate bilêvkirin. Heta kurdiya kevin a hezar sal berî zayînê jî biwêja ”hupa-mati-ka” dihate wateya ”li bendê mayîn”ê yan jî ”payîn/pan/peyîn”ê. Peyva me ”man/mayîn” jî ji heman lêkerê tê ku ”men”a hind-ewropî ye. Bi gotineke din, kurdan di destpêkê de ”li bendê mayîn” an jî ”payîn/pan/peyîn” di wateya ”hêvî”yê de fêm kiriye û bi vî awayî têgihîna ”hêvî”yê wekî peyveke mayînde daniye tûrikê zimanê xwe. Mixabin êdî kurd îro peyva ”umata” (omit, umîd) ya farsî ku derbasî tirkî jî bûye bi kar tînin; ew pê nahesin ku ji zû ve dane pey ”hêviyên tirk û farsan, bê veger ji hêz ketine. Kurdê ku bi zimanê tirk, ereb û farsan ”hêvî” dike, helbet ew ê mêjiyê xwe bi hêviyên wan jî dijî bike. Kurd e, lê naxwaze bi zimanê xwe hêviyan bike; ev rewş kafirbaviyeke jandar e û dilê mirovî dişewitîne. Îcar ev kurdê têkçûyî navê têkçûna xwe dike ”biratî, misilmantî, demokratî, sosyalîstî, komînîstî, mirovhezî…””

Ji vê ramana zanyarê kurd diyar e ku kurdan demeke dirêj daye pey bêhna kebabên biyanî û rastî daxkirinê hatine, bi xwe bûne kebabên yamyaman. Beriya ku kesî sûcdar an jî mafdar bikim, dixwazim kesayeta xwe ji ezmûna Beghanî Sarîn re derbas bikim, serpêhatiya xwe ya li pey xewn û xeyalên biyanî test bikim. Navê min ê kurdî “omit/umîd” e, min demeke jiyana xwe li pey hêviyên xelqê bihurandiye, di nava astên “biratî, misilmantî, demokratî, sosyalîstî, komînîstî, mirovhezî…”yê de çûme-hatime, piştî “daxa dawîn” vegeriyame ser hişê xwe; êdî li xwe û we digerim. Her wiha beriya ku behsa gera xwe ya li pey kebabên îdeolojiyan bikim û nimûneyekê ji karxaneya pûtan bidim, divê bibêjim ku “werger derdekî bêderman e”. Rojekê hevalekî di suhbetekê de qala beyteke şairekî dikir ku wiha digot: “Heke dixwazî xwe binasî, divê derdekî te hebe; heke derdê te tunebe, were, ez derdekî bi deynî bidim te. Gava derdomerdo bûyî, êdî dem hatiye ku bi birîna xwe re mijûl bibî û derdê min li min vegerînî.” Ez û ev heval -ji ber bêderdiyê be, an jî ji ber nezaniyê be- tûşî nexweşiya “werger”ê bûne; wî bi dehan pirtûkên wêjeyî û pisporî wergerandine kurdî, min jî çendek pirtûk wergerandine kurdî, tirkî, erebî û rûsî. Divê vê yekê jî bibêjim ku ne ez ji derdê wergerê têr bûme ne jî ew; lê ez dizanim ku werger wergerandin e, rûxandin e û hilweşandin e. Werger rewşeke awarte ye, neçarî ye, kambaxî ye, pejirandina bilindahiya yekî din e; gava endamekî cendekê mirovî têk biçe, çareya wê çikandina endamekî çêkirî/protez e, lê gava endamekî saxlem ji bo yekî protez bê fedakirin ew rasterast axmaxî ye ku bi texmîna min her kurdê herî biaqil jî rojê çend axmaxiyan dike. Ji bo zelalkirina derdê wergerê wiha dest pê bikim: Gava tu pirtûka Arîsto ya bi navê “Dewlet”ê wergerînî kurdî, tu tenê pirtûkekê wernagerînî; tu hişmendiya yûnaniyan tînî nava kurdan û kurdan gazî guhdarkirina vê hişmendiyê dikî. Çerçiyê fîlozof hemû malên yûnanî radixe ber te, tu çend heban jê dikirî, tu kêfxweş û çerçî kêfxweş; lê gava çerçiyê kurd bertekê nîşan nede û malê biyaniyan neqewirîne, îcar hilberîna wî di destê wî de dimîne, kêmnirx dibe, daxwaz li malê yûnanî çêdibe û hilberîna kurdan erzan dibe, firoşkarên herêmî dev ji hilberînê berdidin û ber bi çavkaniya hilberînên yûnanî/ewropî diçin, hinek di riyan de dimirin, hinek diçin kargehê û li wir dimînin, hinek di kargehan de dibin pale û careke din li hilberîna herêmî venagerin. Bi domana demê re bazara kurdan xwedî û pisporên hilberînê winda dike, qels dibe û kargeha xwe digire, kargeha kurdan vedigere bazara biyaniyan, çerçiyên biyanî malên xwe bi ziman û marqeyên xwe tînin, zimanê te li hemberî van hilberînan qels dibe, tu dikevî bin deynê wan, deynê xwe bi krediyên banqeyên wan çareser dikî, banqe milkê te rehîn digirin û paşê deyn didin, gava têk biçî dest datîne ser milkê te yê rehîngirtî, gava milkê te ji dest biçe li biyanistanan peşmûrde, şepirze û eware dibî. Werger derdek e û deynek e; lê gava pereyên te tunebin tu mihtacî deynan dibî û divê tu wî deynî rojekê bidî. Demokrasî, sosyalîzm, femînîzm, kapîtalîzm derdên civaka ewro-amerîkayî ne; demekê me ji wan deyn kirine û dem hatiye ku em deynê xwe bidin, malên xelqê li xwediyan vegerînin, dest bi avakirina avahiyên xwe bikin.

1. Paşperdeya kurdan a derdmendiyê û deyndariyê: wekî nimûne Brahîm pêxember

Ez nizanim gelo Brahîm pêxember heykelên çiyayê Nemrûtî şikandine, dozgerên dûgela Komegeneyê biryara şewitandina wî dane û bi teknolojiya mencenîqê ew avêtine nava êgir yan bûyer li cihekî din qewimiye? Lê tiştê ku bala min dikêşe serpêhatiya wî ya hizirînê ye. Ciwanê kurd Brahîm li xwe digere, li sedema pêşîn a hebûna xwe digere, li yekî digere ku ew daye ser rûyê erdê, ji ezmûna xwedanasiyê re derbas dibe û di dawiya dawîn ji pûtên biyanî aciz dibe, vê aciziya xwe pêşiyê ji bavê xwe yê Azer re dibêje, bav xebera wî nake û wî diqewirîne, lewre dest bi karê pûtşikandinê dike, berteka wî bertekeke civakî-pergalî bi xwe re tîne, sizayê civak-pergalê şewitandina wî ye, amûrên sizadanê bi teknolojiya herî pêşketî ya heyamê ye. Brahîm ji sizayê sepandî rizgar dibe, digel malbat û hevalên xwe derdikeve dîasporayê, li wan deran bi cih dibe û dimire, piştre zarok û neviyên wî wekî desthilatdarên welatên biyanî vedigerin ser welatê bav û kalên xwe, baweriyên wan têk dibin. Brahîm kurekî xwe li Qudsê bi cih dike û yekî li Mekeyê. Zarokên Îshaqî demekê Ji Qudsê heta Hewlêrê dewleteke cihûyan ava dikin, zimanê xwe yê nû li ser zimanê bav û kalên xwe ferz dikin, her hal ew jî xwedî li derdên xelqê derdikevin û derdê xwe yê hebûnê ji bîr dikin, deynê xelqê pişta wan dişkîne û têk diçin. Zarokên Îsmaîlî jî li Mekeyê dest bi meşeke dirêj dikin, bi ziman û çanda deverê dibin desthilatdar û dibin qiraskê serê jêdera kalikê xwe yê Brahîm; lê ferqek heye ku ev kurdên dîasporayê yên ku bûne desthilatdarên xelqê, deynê xwe yê ji wan ziman û çandan re didin, wan gelan dikin desthilatdar û desthilatdariya bav û kalên xwe yên serhişk têk dibin.

Min di destpêkê de got ku “werger rûxandin e, deyn e û derd e”; werger derbeyeka leşkerî ya bi alîkariya biyaniyan e li dijî pergala neteweyî. Lewre gaziya min li tevahiya rewşenbîrên kurdan ew e ku sermayeya kurdan a ramanî derxine holê, wan bisenifînin û şaristaniya xwe li ser zanyariyên xwe bi xwe ava bikin. Zimanê kurdî ne tenê alaveke ragihandinê, muzîk û edebiyatê ye. Zimanê kurdî pergala kurdî ye; şikandina pûtên biyanî yên li nava zimên erka her welathezî ye. Mixabin piraniya dîasporaya kurdî ya nûjen ji ber pûtşikêniyê nereviyaye derve, hinekên wan li pey bêhna kebabên wergerê çûne dervayî Kurdistanê, piştî çend nifşan zarokên van revokan dê bibin dijminê bav û kalên xwe. Dibistaneke biyanî ya li Kurdistanê ne tenê avahiyeke ji bo perwerdekirina zarokan e. Ew kargeheke jêbirina zimanê kurdî, qaşilkirina ji kurdayetiyê, rûtkirin û pakêtkirina ji bo şandina devereke biyanî ye. Hişên herî bijarte yên kurdan bi riya dibistanên biyanî diçine derve, li malê û kolanê û nava bajêr divê astengên şandina wan jîran hebin, heke bi neçarî herin jî divê hînî vegerê jî bibin. Kesên ku kurdî û kurdayetiyê hînî zarokên xwe nakin, bila bizanibin ku wan zarokan dişînin riya hatenehatê û haya wan jê nîn e.

2.Paşperdeya min a derdmendiyê û deyndariyê: dersên min ji Pêxemberê Îslamê

Min nêzikî deh salan li biyanistanê û çend salan jî li Kurdistanê bi zimanê erebî xwend; divê li xwe mikur werim ku min demeke dirêj ezberên xwe dubare kirin û bûm tûtiyê vê çandê; lê rojekê Xwedê bi destî erebekî ez dame daxkirin: Min û hevalê xwe yê ereb li ser jînenîgariya Pêxemberê Îslamê galegal dikir ku wî camêrî bêyî hemdê xwe ji min re bi kurtî wiha got: “Mala Xwedê li gorî daxwaza Xwedê bi kevirên xwecihî hate avakirin, lê bi domana demê re neviyên damezrînerên Mala Xwedê dil bijandine pûtên xelqê yên biyanî, bi hatina pûtan re rê û resmên dînê Brahîm pêxemberî ji holê rabûn, çanda nû ya pûtfiroşiyê derkete holê, her çiqas navên van pûtan bi erebî be jî reh û rîşeyên wan vedigere çandên biyanî. Erebên derveyî Mekeyê ji qurêşiyên navendî hînî ayînê dibûn, bi gotineke din pejirandina pûtên biyanî bi destî gelê Mekeyê hatibû pêkanîn û gundiyên dereke jî dabû ser şopa wan; lê di çanda gundiyan de şopên ayîna berê xurttir bûn, zimanê wan berfirehtir û zindîtir bû, heke helbestvanên herî navdar ên Mekeyê li ser rêbaza helbestên gundî helbest bihûnandana meqbûl bû, bi giştî jiyana çolterê ji jiyana navendê xwezayîtir bû. Lewre hinek malbatan zarokên xwe dişandine çolteran û çanda zarokmêjandinê ya gundiyan bi pêş ketibû. Zarokê ku li çolterê dihate mêjandin û mezinkirin perwerdehiyeke zimanî ya baş werdigirt. Zarok li çolterê nêzikî erdê, cureyên ajalan, tevgera erdnîgariyê û esmên dibû. Bi kurtî feraseta wî li gund û çolteran digihişte asteke pêşketîtir û cenabê Pêxember -silav lê bin- jî di zarokatiyaxwe de çû gundan, jiyana gundewariyê nas kir û bi tecrubeyên gelekî girîng vegeriya nava êl-eşîra xwe.”

Piştî bihîstina vê kurteşîroveyê birûskekê li hişê min xist, nîvê zanyariyên min ji hişê min çû û bi biryara vegera welêt bi ser xwe de hatim. Ez êdî li ser gotinên wî camêrî û rewşa xwe difikirîm. Hevoka wî ya pêşîn wiha bû: “Mala Xwedê li gorî daxwaza Xwedê bi kevirên xwecihî hate avakirin, lê bi domana demê re neviyên damezrînerên Mala Xwedê dil bijandine pûtên xelqê yên biyanî, bi hatina pûtan re rê û resmên dînê Brahîm pêxemberî ji holê rabûn, çanda nû ya pûtfiroşiyê derkete holê, her çiqas navên van pûtan erebî be jî reh û rîşeyên wan vedigere çandên biyanî.” Min dît ku bav û kalên min bi keresteyên xwecihî mal ava kiribûn; lê me dil bijandibû malên biyaniyan, ji bo avakirina maleke mîna ya wan em ji bajarê xwe derketibûn, dema ku em ji çanda xwe veqetiyabûn me bi çandên biyanî jiyan û feraseteke nû vesaz kiribû, bi pejirandina îdeolojiyên biyanî re dilê me ji urf û edetên me xeliyabû, çendî çend salan min nikaribû bibime misilmanekî baş, demokratekî pêşketî an jî sosyalîstekî mirovhez. Van îdeolojiyan ez dibirim fabriqeya hilberînê, dikirim paleyê pêşvebirina van îdeolojiyan û nedihiştin ez vegerim malê. Hevoka diduyan wiha digot: “Erebên derveyî Mekeyê ji qurêşiyên navendî hînî ayînê dibûn, bi gotineke din pejirandina pûtên biyanî bi destî gelê Mekeyê hatibû pêkanîn û gundiyên dereke jî dabû ser şopa wan; lê di çanda gundiyan de şopên ayîna berê xurttir bûn, zimanê wan berfirehtir û zindîtir bû, heke helbestvanên herî navdar ên Mekeyê li ser rêbaza helbestên gundî helbest bihûnandana meqbûl bû, bi giştî jiyana çolterê ji jiyana navendê xwezayîtir bû.” Em kurdên gundî li dibistanên gundan ên bi tirkî hînî xwendin-nivîsandinê dibûn. Ji me re xwendineke belaş, baş û xweş xuya dikir; lê di rastiyê de wê kargeh-dibistanê em ji qaşilê kurdayetiyê derdixistin, bi dubarekirina hinek zanyariyan em dikirin paleyê çandeke dûrî welatê me, her asteke vê xwendinê em hinekî ji çand û zimanê kurdî dûr dixistin. Divê di asta duyem de em ji malê veqetiyana, biçûna bajarê Bazîdê û me dibistana amadehiyê li wir bixwenda; her wiha piştî wê divê em biçûna Erzeromê, biketana ezmûnekê ku derbasî zanîngehekê bibûna. Zanîngehên herî baş li aliyê tirkan bûn, heta van salên dawîn fakulteyên zanistên siyasî, pêwendiyên navneteweyî û ekonomiya navneteweyî li bajarên kurdan tunebûn. Lewre divê mirov ji Bazîd, Agirî û Erzeromê ber bi rojavayê biçûya ku bigihîşta xwendineke baş. Gava mirov li wan zanîngehan dixwend, êdî hewesa mirovî ji gel û warê mirovî direviya; ji ber ku li warê berê kesekî di hişmendiya mirovî de nedima û dil dibijiya warê nû yê biyaniyan. Di wan xwendingehan de em hînî cureyekî faşîzmê dibûn, bi gotineke zelaltir hê di destpêka dibistanê de me her roj wekî ibadeteke cemawerî dubare û çendbare digot: “hebûna min qurbana hebûna tirkan be”. Laqirdiyan nakim, me ne digot germa ne digot serma û her roj wekî ibadeteke fermî ev hevoka bihurî di dawiya “sonda xwendekaran”a lenetî de dubare dikir. Me hinek karên diziyê jî dikirin: hinekan bi dizîka xwe hînî Quranê dikir, medreseya kurdî dixwend û melatiyeke fexrî dikir, heke ezmûna meletiyê ya tirkan qezenc bikira dibû kadroyeke fermî ya dewleta tirkan; hinek li nava refên xwe yên dibistanî hînî têgihên demokrasî û sosyalîzmê dibûn, kapîtalîzm û faşîzm wekî dijmin hildibijartin û diketine nava rêxistinên fermî-derqanûnî, bi ser diketin, têk diçûn, direviyan derve û dihatin kuştin. Hevalî digot: “Lewre çanda zarokmêjandinê ya gundiyan bi pêş ketibû û hinek malbatan zarokên xwe dişandine gund û çolteran. Zarokê ku li çolterê dihate mêjandin û mezinkirin perwerdehiyeke zimanî ya baş werdigirt. Zarok li çolterê nêzikî erdê, cureyên ajalan, tevgera erdnîgariyê û esmên dibû. Bi kurtî feraseta wî li gund û çolteran digihişte asteke pêşketîtir û cenabê Pêxember -silav lê bin- jî di zarokatiya xwe de çû gundan, jiyana gundewariyê nas kir û bi tecrubeyên gelekî girîng vegeriya nava êl-eşîra xwe.Nifşa min a gundî û nifşa berî min bi kurdiyeke baş diaxivî; di nava xweza, çandinî û ajeldariyê de hînî karên debara jiyanê dibûn, lê ev fêrbûn bi tevahî bi kurdiyeke zelal bû. Her wiha şûnên civîn, lîstik, ger û xebatê jî çanda mirovî ya zimanî-xeyalî xurt dikirin; perwerdehiyeke zindî ya pratîkî her dem li pêş mirovî bû, di jiyana rojane de axaftina bi zimanên biyanî û peyvên kêmnas şerm bû, lê gava mezinan çîrok vedigotin sînorê peyvan, biwêjan û xeyalan tunebû. Ji ber vê paşperdeya min a gundîtiyê min gotinên wî hevalê xwe yê ereb baş fêm kiribûn, ez vegeriyabûm ser kurdewariya xwe û rastî pirsgirêkeke çetin hatibûm. Ne tenê ez, tevahiya kurdan li pêşberî tunebûn û tunekirinê “têkoşîna hebûnê” dida; her kesî riyek bijartibû: hinek mîna avê hertim berejêr diherîkîn, hinek mîna daran hertim berejor û berwarkî bilind dibûn, hinek mîna bayî bêdeng û bêreng û bêhevseng dibûn.

Encam

Îro têkoşîna kurdan a ji bo îsbatkirina hebûna xwe naşibihe mijarên felsefeya yûnanî ya ku jîmnastîkeke hizirînê ya ziktêran e. Her wiha îsbatkirina hebûnê ne ji ber wê yekê ye ku kurd muhtacî xweîsbatkirinê ne; lê belê ji ber wê yekê ye ku pergala navneteweyî ya heyî hebûna kurdan qebûl nekiriye, hê jî nake. Bi rastî şivan û gavanên herêmî yên vê pergalê hîç û pûç in; lê axa û malxweyên van şivan-gavanan zorê li kurdan dikin. Carinan dibînim ku li ser Wikipediyayê bi zimanê eşîrên Hûtsî-Tûtsî yên afrîqayî, Zûlû û gelek kêmarên nebihîstî gotar hene; lê bi kurdî nîn in. Pergaleke wisan zalim e ku dişibihe şebekeya Elî Baba û Çil Heramiyan, wekî nimûne: dagirkerekî welatê me navekî li beşeke axa me datîne û dibe xwediyê patentê, êdî kurd kumê xwe jî bidirînin nikarin wî navî rakin, ji bo wî mafê xwe şer bikin jî nikarin bi awayekî fermî çekan bikirin, peymangeheke perwerdehiyê vekin jî dîplomayên wan nayên naskirin. Nimûneyeke pratîkî: Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn pergala navneteweyî destûr da eşîran, komikên biçûk û kilîseya Vatîkanê ku dewletan ava bikin; lê destûr neda ku kurd li dora Çiyayê Agiriyê yê tijî kevirên reş, darên dirikê û erdekî bêav bisitirin. Sê dewletan hev re hev re lê xist, Îngîltereyê jî balafirên nû yên cengî bi kirayê dan dagirkeran. Vê pergala navneteweyî ya zilimkar û koledar wê çaxê destûr neda ku bajarê Dêrsimê û Geliyê Zîlanê jî bibin xwediyên statûyekê; lê destûr da ku çolistana Afrîqayê ya bê ser û ber bibe para Misir, Sûdan, Lîbya, Çad, Tûnis, Cezayîr, Fas û Morîtanyayê. Dîsa ev pergal ewqasî zalim e ku destûrê nade statûyeke kurdan a li çolek ji van çolên ku kesek lê najî jî.

Ev pergala navneteweyî nêçîrvan e û dagirkerên ku bûne qiraskê serê me jî tajî û keftarên wê ne. Pêşiya pêşîn qenc û jêhatiyên me bi riya perwerdehiyê ji nava me kaş dike; lewre bîrkarên me yên wekî Bîrkar Koçer zanîngehên wan dixemilînin, atomnasên me yên wekî Kendal Nezan laboratuwarên wan ewle dikin, karsazên me yên wekî Hemdî Ulukaya pereyan li bazarên wan dibarînin, niftnasên me yên wekî Nadir Nadirov kanên nifta wan kişf dikin; ji aliyekî din ve bermayeya bav û kalên me pirtûkxane û muzexaneyên wan tijî dikin, filan û bêvanê me nizanim kîjan çerxa wan durist dikin. Vê pergalê em kirine gladyator, her carê hov-koviyekî berdide pêsîra me û bi wehşeta wan li dijî me kêfxweş dibe. Piştre wekî bazirganan dikeve nava civaka me, bikêrhatiyan dibe cihine nediyar; jar-yaxan, eware-seqetan, kor-topalan radestî qesabên xwe dike, qesab jî wan kelepîçe dikin û dîsa difiroşine wan.

Di encamê de dikarim bibêjim ku pirsa me ya “hebûn”ê naşibihe pirsa tu neteweyî û fîlozofî. Rêbaza me ya hizirînê ji pirsên jîmnastîkî yên felsefeyê wêdetir e, em li ser krîza mirovahiyê ya ku difikire, digihêje encamekê û nikare encama xwe qebûl bike dihizirin; ew mirovahiya ku qanûnan derdixe û nikare qanûnên xwe ji bo kurdan bi kar bîne dihizirin. Mirovahî da ku ji kêfan neteqin dihizirin; em da ku ji xeman nemirin dihizirin. Jîmnastîka wan a felsefî bêhnvedan e û hizirîna me berxwedan e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *