
Werger: Abdurrahman Benek
Min ji derekê xwend, dixwazim bi we re parve bikim. Min xwe westand û wergerand, hûn jî zehmetkin, bixwînin. De keremkin!
Eymen Bîstanî, mirovê herî dewlemend yê Lubnanê bû. Li ser girekî ku zehf baş Beyrûtê dibîne, ji xwe re goreke nûwaze çêkir. Û got, “ku ez mirim, min li vira binax bikin.”
Rojekê balafira wî ya taybet, ket. Him jî kete deryayê. Perekî pirr xerc kirin ku cesedê wî bibînin, lê nedîn. Balafira wî dîtin, lê cesedê Eymen Bîstanî nedîtin.
Lord Teshlid, Îngiliz bû. Pirr dewlemend bû. Pirr û pirr dewlemend bû. Carna deyn dida dewletê. Ewqas yanê.
Li malîkxaneya xwe, odeyek, ku zehf dihate parastin, bona serwetê xwe înşa kir. Yanê Rustemê Zal were nikare têkevê. Ewqas.
Ew oda, wek qaseya serwetê xwe bi kar dihanî. Rojekê têkete qasa xwe û bi xeletî ji ser xwe re kilît kir. Çi kir nekir, ne kesî ew bihîst, ne jî wî karibû derîyê qasa serwetê xwe yê wek Kela Dimdimê dihat parastin veke.
Piştî çend roja, rasta cesedê wî hatin, kêlîya ku derî vekirin, dîtin ku Lord Teshlîd, tilîya xwe bi awakî jê kiriye û bi xwûna xwe wiha nivîsîye.
Li cîhanê mirovê herî dewlemend, ji ber tî û birçîbûnê dimire.
Kêfa xwe binêrin gelî camêr û canikan. Mirin heye. Yê xwar jî wê bimire, yê nexwar jî.
We got erê?
Riataza