6 hezar Pêşmergeyên Şingalê amade ne vegerin Şingalê

6 hezar Pêşmergeyên Şingalê amade ne vegerin Şingalê

Navenda Nûçeyan (K24) – Zêdetir ji 6 hezar Pêşmergeyên Şingalê amade ne biçin bajarê xwe û berevaniyê lê bikin. Fermandarên wê jî dibêjin, divê Pêşmergeyên Şingalê bajarê xwe biparêzin, ji bo ewlehî û aramî çêbibe û Şingal bê avedankirin.

Hêza Şingalê ya Pêşmerge ku ji 2500 Pêşmerge pêk tê, plana parastina çiyayê Şingalê danîne. Ala Kurdistanê jî wek nîşana amadebûnê bilind kirine.

Fermandarê Hêza Şingalê dibêje, her dema serkirdatiya wan biryarê bidin, ewê ber bi Şingalê bi rê bikevin û gel û niştimana xwe biparêzin.

Fermandarê Hêza Şingalê Şêx Mecdel ji K24ê re got: “Ji hemû eşîretên başûr û bakurê Şingalê di nava vê hêzê de ne. Hemû tenê Şingalî ne. Her demê amade ne biçin Şingalê û gelê xwe biparêzin. Di heyama du demjimêran de emê li serê çiyayê Şingalê bin. Xelkê Şingalê hemû li hêviya Pêşmerge ne, ta bên û aramî û ewlehî çêbibe. Heta em Pêşmerge neçin Şingalê, ewlehî li Şingalê bicih nabe.”

Hêza Şingalê ya Pêşmerge xwedî 54 şehîdan e û hemû jî xelkê Şingalê ne. Pêşmergeyan rahênana serbazî dîtine û canê xwe ji bo xak û miletê Şingalê dikin qurbanî.

Pêşmergeyên Şingalê ji rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo asayîkirina rewşa Şingalê dilxweş in û dibêjin ku divê Pêşmerge Şingalê biparêzin, heta ku careke din rastî stem û nexweşiyan nebin û ewlehî vegere deverê.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev