Mîran Janbar wek nivîskarê heftêyê

Mîran Janbar wek nivîskarê heftêyê

Weşanxaneya LÎSê karê xizmetkirina gel berdewam dike

 

Mîran Janbar romannivîs û çîroknivîsek e. Di sala 1974’an de, li Qosera Mêrdînê ji dayîk bûye.

Di sala 1997’an de, li Zankoya Dîcleyê, Beşa Matematîkê qedandiye.

Janbar, di nava qonaxên xwe yên nivîskariyê re, heta sala 2004’an, bo demeke dirêj bi kar û barên şanoyê mijûl bû û di nava gelek komên şanoyê yên curbecur de derhênerî, lîstikvanî û karê nivîsandina deqên şanoyê kir.

Nimûneyên berhemên Janbar, ji navîna salên 90’î û pê de, di kovarên wêjeyî yên wekî Jiyana Rewşen, Rewşen-Name, Kovara W û di gelekên din de hatin weşandin.

Mîran Janbar her wisa bi karê weşangeriyê jî radibe û yek ji damezirînerên Weşanxaneya Lîsê ye, ya ku di sala 2004’an de li Amedê hate damezirandin.

Janbar niha jî di Weşanxaneya Lîsê de wekî berpirsiyarê hin rêzên pirtûkan û rêveber, li gel nivîskariya xwe, bi karên xwe berdewam e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev