Berhemên kurdzanên me – 222

Berhemên kurdzanên me – 222

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”Serhildana li navça Araratê (1927-1931)”. Em wêyadikin 4 beş û dor bi dor raberî we dikin. Kerem bikin, îro beşa dawî, a çaran bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekirina seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Serhildana li navça Araratê (1927-1931) – 4

 

Serhildana Araratê zîrekî û jêhatiya dereca Kurdana siyasî nîşan da. Ew serhildan, ku bi qedera xweva ji ya Şêx Seîd nizmtir bû, bi qedera zîrekiya xwe ya siyasî, bi armanca zelal û fireh ku Komara Kurdistan çêke, bi ser serhildanên berê xwe ra bû. Serhildana Araratê di bin ala Komara Kurdan a serbixwe da pêş va diçû, bi aliyê eskerî û siyasî rêxistina Xoybûn ku nûnerên rewşenbîrên Kurdan, burjuwaziya bazirganiyê, usa jî nûnerên niştimanperweriya burjuwa diketin nav wê serokatî dikir. Eynata di hindava zordestên Tirkan da ew gihandibûn ser hev û yekîtiyek di navbera wan da çê bûbû. Tevî wê yekê, çend faktor hebûn ku bûne sebebê ketina serhildanê:

 

  1. Serhildana Araratê bêy tedarukdîtina bi hûrgilî dest pê bû.
  1. Rast e, partiya Xoybûn hukmê xwe li ser wê serhildanê hiştibû, lê ew bi aqilane ne hatibû teşkîl kirin, rêxistina wê ya zane tunebû û bernama wê ya siyasî ya hazirkirî jî tunebû.
  1. Tunebûna yekîtiyê di navbera eşîran da ferzend da Kemalîstan ku pareke serokên Kurdan bîne hêla xwe û berê wan bide dijî têkoşîna Kurdan a millî.
  1. Serhildana Araratê ya mehellî bû û li ser navçeyên Anatolya Rohilatê bawer bike hîç belav ne bû.
  1. Ne li hundirê welêt, ne jî ji welêt der, şerkariya Araratê ne hat parastin, piştgiriya wê ne hat kirin.

 

Zinar Silopî ku di derheqa aliyên serhildana Araratê da dipeyive, dinivîse ku tunebûna barêgeha qumandariyê, ku bikaribûya serokatî li teşkîlkirina şerkariya partîzaniyê bike, tunebûna rêxistineke usa ku bikaribûya hemû pêşmergan bike bin qolê xwe û serokatiyê lê bike, gihandina wê yekê ku her kes bi serê xwe, an jî bi daxwaziya çend hevalan şerr dikir (145, r. 90).

 

Ev hemû faktor û herweha yên din jî bûne sebebê derdayîna serhildana Araratê.

 

Kemalîstan ku bi destê esker serhildana Kurdanhincirand, dest pê kir propaganda milletçîtiyê ûpanturkîzmê, yên ku ne tenê mafên gelî bendîtiştekî hesab ne dikir, bi hêz bikin, lê usa jî li serwê baweriyê bûn ku li Tirkiyê gelên biçûk an jîyên ne tirk tu nene. Ewha, sekreterê sereke yêpartiya Gel-Komarî, Recep Peker, di nava kêlmaxwe ya oktobra 1931 da got ku dema prensîpên’,milletçîtiyê” ku di programa PGR da heye şirovedikirin, dibêje ku li Tirkiyê Kurd, Çerkez, Laz ûgelên mayîn tu nene, lê tenê Tirk hene …

 

Ji hemşeriyên me yên xaçparêz û ji Cihûyan ralazim e ku di derheqa fikra me da bê gotin -Recep Peker bi wê eşkeretiyê gotina xwe berdewamkir -. Partiya me wan jî wek Tirk hesab dike. Wîfikra xwe bi wê yekê va isbat û mak dikir kuulmê nûjen kefîltiya heyetiya wan gelên ku 5.000-10.000 in, çend 100.000 in, lê hela çend milyon injî nade” (216, 17.10.1931).

 

Partiya komunîst a Tirkiyê dijî siyaseta komênTirkiyê yên serokatîkir û di hlndava Kurdan daşovînîst derket. Ev yek di bemama wê, ku di kongreya sala 1926 da hatiye qebûl kirin û di ya1929 da hatiye rast kirin, da hebû.

 

Ew, ku bi prensîpên Marksîzmê dihat serkarî kirin,di wan qewlên pirr dijwar da dijî bindestkirinagelên biçûk ku ji aliyê burjuwazî û milkedarênTirkiyê dihat derbas kirin şerkarî dikir. PKT pêş dadihat bona wekhevtiya hemû gelan di jiyana welêta civakî-aborî, siyasî û çandî da.

 

Partiya komunîst a Tirkiyê – di nava bernamê dadihate gotin – dicedîne ku bigihîje wê yekê kukarker, gundî û eskerên ji 18 salî ne biçûktir, bêyhesabhildana qism, olperestî û milletê wan, mafdest bînin bona nûnerên xwe bibijêrin û xwe xwedi nav hemû civînên zagondariyê û belediyê da bênbijartin, usa jî mafê wan hebe ku paş da gazî wannûneran bikin …” (& 10) (25, r. 151).

 

Partiya komunîst a Tirkiyê mafên gelên bindest, herweha yên Kurdan jî, ku bêy tu qewl, bi xwe bextê xwe biryar bikin û safî bikin, heta cihêbûna tam jî, nas dikirin. Ew dijî siyaseta partiya Gel-Komarî ya ku bona helandina Kurdan û gelên mayîn ên ne Tirk bê hempa kar dikir. Tevî wê yekê, PKT pirs danîbû pêşiya xwe ku bi gelên biçûk ra rola burjuwaziyan, derebegan, milkedaran, ku gelek ji wan daxwaziyên gel avêtibûn pişt guhêxwe, yan xwe bi Kemalîstan ra kiribû yek û piştgiriya armancên empêryalîzmê dikir, di zêrandinê da şirove bike. PKT şerkariya dijî empêryalîzmê wek pirsdanîneke xwe ya sereke hesab dikir.

 

Partiya komunîst a Tirkiyê – di nava bemamê dadihate gotin – dijminê empêryalîzmê yê bêhempa ûneyarê hemû casûsên wê, milkedarên gir, derebegênhemû gelan, dîndarên hemû olan, hemû burokratane” (25, r. 151).

 

Tevî wê yekê, PKT ku wekhevtiya gelên biçûkdiparast, de’w dikir ku mafê wan hebe bona ku didibistanan da bi zimanê xwe yê zikmakî derbazbin, bi wî zimanî bikaribin di idaran da bipeyivin,usa jî pêş da dihat bona gundiyên rêncber û koçerji bindestiya derebegan aza bikin, xwelî û heywanan ji destê derebegan hildin û di nava gundiyan dapar ve bikin.

 

Di bemama PKT da dihat dîtin ku cahilên (genc)Tirkiyê bi giyana Entêrnasyonalîzma prolêtaryêterbiye bibin. Di bemamê da jî dihat xuya kirin kudîwana karker-gundiyê Tirkiyê divê bicedîne ku dinava xebatkaran da yekîtiyê tevî gelên biçûk çêkeû wek komarên Sovyêtî fêdêrasyonekê saz bikebona şerkariyê dijî fêodalîzm û empêryalîzmê bike.

 

Ev nuqteyên programê şehadet didin ku PKT dinava wan qewlên pirr sext da bi tomerî hildayîxwe di dereca pirsa millî da riya ra s t girtibû, bonakara xebatkarên tirk, kurd û hemû gelên Tirkiyê yên destdayî bû û bi dilê wan bû.

 

4. Peymana Tirkiyê tevî welatên mayîn bona hincirandina têkoşîna Kurdan 

Şerkariya Kurdan a azadariyê ne tenê komên Tirkiyêyên serokatîkir bêtabet dikirin, usa jî yên îran,Iraq û Sûriyê û tirsek xistibû nava dilê wan. Raste, welatan cama helekarî di nava siyaseta xwe dadikir, lê bi tomerî hildayî sermiyanên wan dijîşerkariya Kurdan a millî derdiketin. Di derheqa wêyekê da dibêjin ku peyman û biryarên cihê-cihê kuwan welatan di nîveka salên 20 a duduyan û destpêkasalên 30 da bi hevdu ra girêdabûn, usa jî ew gavênwan ên pratîk ku bona hincirandina tevgerên Kurdanli wargên Kurdistanê yên cihê-cihê, dihatin pêkanîn.

 

Ingilîzan dû “safîkirina” pirsa di derheqa Mûsilê dadest pê kir li rê-derban bigerin bona bi kîsê Kurdandanûstendinên xwe û Tirkan hel bikin, nêzîkî hevbin. Tevî wê yekê, gelek hewaskar e elametiya;komîsarê Iraqê yê sereke, maqûl Henrî Debbas, kuwî di adara 1926 da kiriye.

 

Nûçegihanê rojnama “Manchester Gardian” ji maqûlHenri Debbas pirs di derheqa Kurdên Iraqê da kirû di derheqa pêrspêktîvên serbestiya waui ku tirsekemezin kiribû dilê Tirkiyê da jê pirsî. Debbas ewhabersîv da : “Pirsa di derheqa serbestiya Kurdan da tu neye û ewê tu nebe. Tirkiye dikare ar-xayin be,ku biryarên Koma Milletan ên di derheqa serdestiyên(ziman û yên mayîn) da çawa jî bêne pêk anîn,hesab yek e, pirsa di derheqa serbestiya Kurdam datucar ewê neyê meydanê. Şikberiya Tirkan a diderheqa wê yekê da, ku pirsdanîneke siyasetaIngilterê li Rohilata Nêzîk ew e ku Kurdistanaserbest saz bibe, ji esasê peymana Sêvrê tê, lênuha karmendên Ingilterê yên siyasî ji wê daxwaziyêpaş da sekinîne. Ez li ser wê baweriyê me ku dinava van du salên dawîn da min bixwe KurdênIraqê da bawer kirin ku xewnerojkên wan ên diderheqa serbestiya tam da bona wan xeyalan ûbextewariya wan a duwerojê di nava jiyana tevayîya bi Iraqê ra da ne yên pêkhatinê ne” (178, 9.6.1926).

 

Di 5 hezzîran 1926 da, di navbera Brîtamya Mezin,Iraq û Tirkiyê da, peyman hat qol kirin û tê dausa jî tê gotin : “Dîwanên Tirkiye û Iraqê ewê jiher cûre eleqetiyên xwe yên tevî serokan, şêxan anjî endamên eşîrên mayîn, bajarvanên dewletên dinku wê demê li ser axa dewleteke mayîn in ta bidin(tev nebin, bipên) ku ew resmî, an jî dîplomatîkbin. Ew yê berk dijî her rêxistin, propagandakirinan jî civînên ku ewê li ser navça ser tixûb bênteşkîl kirin û derbas kirinên ku dijî wan her dudewletan bin derdikevin” (miqal 12) (24, r. 310-311).

 

Wê peymanê bingeha wê hevrakarkirinê danî, kudivê karkirina herdu welatan di pirsa Kurdan dabida koordînasyon kirin. Tevî wê yekê, wê demênêzîkhevbûn di navbera komên Tirkiyê yên serokatîkirû hukûmeta îranê ya padîşahtiyê da xuya dibû. Dinîsana 1926 da, li Tehranê peyman di derheqa dostîû bêqeziyabûna di navbera îran û Tirkiyê da, kuhinek miqalên wê didît ku bi hev ra kar bikin bonahincirandina têkoşîna Kurdan, hate qol kirin.

 

Anegorî wê peymanê, her du alî borc hildida serxwe nehêlin ku li ser erdê wan rêxistinek sazbibe, an jî komikek ku armanca awê ew e kuaşîtiyê biteribînin kar bike bona ku serokatiya wanwelatan qeziyê pêş da bîne, usa jî divê nehêlin kukes û komikên usa, ku niyeta wan ew e ku propa- tu neye û ewê tu nebe. Tirkiye dikare ar-xayin be,ku biryarên Koma Milletan ên di derheqa serdestiyên(ziman û yên mayîn) da çawa jî bêne pêk anîn,hesab yek e, pirsa di derheqa serbestiya Kurdam datucar ewê neyê meydanê. Şikberiya Tirkan a diderheqa wê yekê da, ku pirsdanîneke siyasetaIngilterê li Rohilata Nêzîk ew e ku Kurdistanaserbest saz bibe, ji esasê peymana Sêvrê tê, lênuha karmendên Ingilterê yên siyasî ji wê daxwaziyêpaş da sekinîne. Ez li ser wê baweriyê me ku dinava van du salên dawîn da min bixwe KurdênIraqê da bawer kirin ku xewnerojkên wan ên diderheqa serbestiya tam da bona wan xeyalan ûbextewariya wan a duwerojê di nava jiyana tevayîya bi Iraqê ra da ne yên pêkhatinê ne” (178, 9.6.1926).

 

Di 5 hezzîran 1926 da, di navbera Brîtamya Mezin,Iraq û Tirkiyê da, peyman hat qol kirin û tê dausa jî tê gotin : “Dîwanên Tirkiye û Iraqê ewê jiher cûre eleqetiyên xwe yên tevî serokan, şêxan anjî endamên eşîrên mayîn, bajarvanên dewletên dinku wê demê li ser axa dewleteke mayîn in ta bidin(tev nebin, bipên) ku ew resmî, an jî dîplomatîkbin. Ew yê berk dijî her rêxistin, propagandakirinan jî civînên ku ewê li ser navça ser tixûb bênteşkîl kirin û derbas kirinên ku dijî wan her dudewletan bin derdikevin” (miqal 12) (24, r. 310-311).

 

Wê peymanê bingeha wê hevrakarkirinê danî, kudivê karkirina herdu welatan di pirsa Kurdan dabida koordînasyon kirin. Tevî wê yekê, wê demênêzîkhevbûn di navbera komên Tirkiyê yên serokatîkirû hukûmeta îranê ya padîşahtiyê da xuya dibû. Dinîsana 1926 da, li Tehranê peyman di derheqa dostîû bêqeziyabûna di navbera îran û Tirkiyê da, kuhinek miqalên wê didît ku bi hev ra kar bikin bonahincirandina têkoşîna Kurdan, hate qol kirin.

 

Anegorî wê peymanê, her du alî borc hildida serxwe nehêlin ku li ser erdê wan rêxistinek sazbibe, an jî komikek ku armanca awê ew e kuaşîtiyê biteribînin kar bike bona ku serokatiya wanwelatan qeziyê pêş da bîne, usa jî divê nehêlin kukes û komikên usa, ku niyeta wan ew e ku propaganda şerr bikin an jî dijî yek ji wan her du waletanderkevin, bên wira” (miqal 5).

 

Di nava miqala wê peymana 6an da dihate gotin kubona netirsandina dilrehetî û bêqeziyabûna bineciyênser sînor, her du aliyên pevketî ewê her mecal pêkbînin bona dawîanîna wan karên gunehkar kudikarin zerer bidin her du welatan, dijî wan eşîrênku li ser erdê nêzîkî sînor dijîn û wî karî dikinderkevin …” (24, r. 304-305).

 

Her du dewlet, ku ditirsiyan eşîrên Kurdan bibinyek û bi hevra dijî dijmin şerr bikin, hema wê salêanegorî miqala wê peymanê ya 7an li hev kir “diderheqa hevrakarkirina bona helkirina pevçûyînênser sînor” qol bikin. Bi rastî, ew lihevkirin bû diderheqa karên tevayî bona hincirandina şerkariyaKurdan a millî. Hewaskar e ku qasidên alman kudi sala 1926 da li Tirkiyê bûn ji dîwana xwe ra diderheqa wan qewimandinan da çi dinivîsîn :

 

“Tirkiye bi qayilbûna hukûmeta Farisistanê sîronênxwe yên Kurdistan-Farisistanê xurt dike. Ev mecalagirêdayî gumrehbûna şerkariya pêşmergên Kurdanhatibû qebûl kirin. Peymama nuh a di derheqakarên tevayî bona qeydekirina nerazîbûnên li sersînor da, ku di navbera Farisistan û Tirkiyê dahatibû girêdan, dijî serhildanên Kurdan bû, kudikaribû biqewimiya. Em bidin xuya kirin ku peymanaMûsilê ku di navbera Ingiltere û Tirkiyê da hatibûgirêdan, hukûmeta Bexdadê mecbûr dike ku nehêleku Kurdên netebitî ji sînorê Iraq-Tirkiyê derbasî vîaliyî û wî aliyî bibin … Tevî wê yekê, safîkirinapirsa Kurdan di wan rojan da, bona wê yekê derdiketser plana pêşîn ku dewletên Tirkiye û Farisistanêbi hêz bûbûn û dixwest ku ew hêzbûna xwe bi karbînin bona pêşîgirtina pirsa Kurdan. Ew yek jiTirkiyê ra li hev hat. Gelek eşîrên Kurdan bi serokênxwe va ji warê xwe ber bi navçên roavayê yên dûrhatin raqetandin, lê li ser erdê Kurdan bineciyêntirk cîwar dikirin” (94, r. 97-99).

 

Lê bi kîsê Kurdan nêzîkhevbûna Tirkiyê bi îranê raewqas jî zelal nîn bû. Di îlon-oktobra 1927 da, şerkariya Kurdan a dijî Tirkiyê ya li ser sînorêTirkiya rohilatê warguhêzî şerrekî giran bû. HêzênTirkiyê yên cezakirinê, ku li dû Kurdan digeriyan,digot ku Kurd xwe li ser erdê Iranê ku ew tê daalîkariya moral û maddî distînin vedişêrin. Girêdayîvê yekê, fikra mexlûqetiya Tirkiye û weşanê destpê kir hukûmeta Iranê berk rexne bike. Ewha,rojnama ‘Tgdam” nivîsî : “Anegorî peymana Farisistan-Tirkiyê, her du alî divên hereketên xwe bikin yekbona ku bêqeziyabûna navçeyên xwe yên ser tixûbbiparêzin. Eger usa be, bira Farisistan alî me bikeku em ji heq-hesabên qaçan bên der. Em divêbizanibin ku ew di wê pirsê da xwe bi çi tebiyêdigrin û … mecalên anegor qebûl bikin, ji ber kusebra Tirkan qut bûye û ew êdî nikarin vê rewşatevhevbûyî qebûl bikin” (28, 161, belge 280).

 

Di destpêka meha oktobr 1927 da, hukûmeta Tirkiyênota şikayetkirinê ku guhdariya wê datanî serkarkirina dîwana ser sînor, ya ku di nava danûstendinêndostiyê da tiş tên neqebûlkirinê ne, ji hukûmetaîranê ra şand.

 

Sertiya di navbera Tirkiye û îranê da ewqas demdom kir, hetanî serhildana Araratê dest pê bû.Karê Kemalîstan tevî sermiyanên Sûriyayê di wêderecê da bi serketin pêş da diçû.

 

Di 30 gulan 1926 da, di navbera Tirkiye û Fransiyayêda lihevkirin di derheqa dostî û pêwendiyên qencda hate qol kirin. Dema qolkirina wê lihevkirinê,protokol No 8 ya di derheqa “Karên li ser sînor’da,ya ku ji bo dijderketina Kurdan bû, jî hate imzakirin. Em li jêr naveroka wê protokolê bi hinekkurtkirinan va tînin.

 

Miqal I. Her du aliyên bi hev ra pevketî borchildidin ser xwe ku bi hemû mecalên ku di bindestê wan da hene bi kar bînin bona ku dijî wankesên çekdar ku dixwazin navça li ser sînorêncîran talan bikin, an jî qaçaxiyê bikin û nehêlin kuew kes ji sînor derbas bin … derkevin. Miqal 3.Dîwana berpirsiyar … çiqas bikaribin ewê ewqas zûdi derheqa her karekî talankirin û qaçaxiyê ku dikare ji ser axa wî bê miaser kirin da hevduagahdar bikin. Dîwana wî aliyî ku işareta usastendiye, divê bicedîne ku gunehkaran (eşqiya)bigre û bi her awayî nehêle ku ew ji tixûb derbasbin. Miqal 4. Eger yek an jî çend kesên çekdar, kuli ser navça cîran li ser sînor teribandina qanûnanan jî gunehkarî kirine û revîne navça li ser sînorêmayîn, wê demê dîwana wê navçê borcdar e kukesên usa bigire, bona wan bi çekên wan teslîmîaliyê mayîn bike, ji ber ku ew xelkên wî welatî ne”(24, r. 308-310). Anegorî peymana 30 gulan 1926,29 hezîran 1929, li Ankarê di navbera Tirkiye ûSûriyê da “protokola di derheqa parastina sînor ûkontrola li ser koçeran da” hate qol kirin. Anegorîwê protokolê, her du hukûmet borc hildane serxwe ku nehêlin ku navça li ser sînor wek ciyêamadekirina opêrasyonên “qaçaxiyê” an jî karên pîsku ewê dijî kara dewleta cîran bin bê xebitandin.Her du alî borc hildane ser xwe ku pêşiya êrîşkirinanbigrin û nehêlin ku cerdên çekdar ji sînor derbasbin (miqal 2) Eger gunehkarî an jî qaçaxî li sersînor hatine kirin Û gunehkar dicedînin xwe linavça li ser sînor veşêrin, dîwanên wê navçeya cîdivên bi lez mecalan qebûl bikin, bona gunehkaranbigrin û mehkema wan bikin (miqal 3). Her eşîr anjî malbateke ku dijî dîwanê radibe û ku destûrakoçeriyê stendiye û derbasî axa dewleta cîran bûyebona xwe biparêze, divê çekan ji destê wê hildin ûewqas ji sînor dûr bixin ku nikaribe karên dijminatiyêbike (miqal 11) (117, 1929, No 3, (II), r. 80-82).Salên 1930-1931, weşana Tirkiyê a girêdayî hêzbûnaşerkariya pêşmergeyên Kurdan li navça Araratêkampanyake nuh dijî hukûmeta îranê dest pê kir ûew gunehkar kir ku ew xwedê giravî li ser sînorêTirkiye-îranê piştgiriya Kurdan dike. Ewha, rojnama”Yeni giin” di hejmara xwe ya 8an, sala 1931 danivîsiye : “… Pey demeke kurt ji qewmandinên AgrîDaxê me agahdarî stend ku cerdên Kurdan û Ermeniyandîsa êrîşî Tirkiyê kir. Anegorî salixên ku meji Ankarê stendine, ew şerkariya li ser sînor a nuhnîn e, lê gilî di wê yekê da ye ku hinek Kurdên ku xwe li ser erdê îranê veşartine dîsa karên xerabkariyêdikin. Em berî gişkî bona tabiya ferz a di hindavawan xerabkariyên ku ziyaneke mezin in di navadostiya navbera herdu welatan da li ber xwe dikevin.Hukûmeta Tirkiyê çawa lazim bû, usa guhdariyahukûmeta Iranê danî ser wê yekê. Em dixwazin kudi navbera Tirkiye û îranê da eynî dostiya xurt kuewê bona kara her du neteweyên mezin be bêtestîq kirin”.

 

Pey vê yekê, rewş li ser sînor demekê hate normalkirin û ew bi wê yekê va tê şirove kirin ku îranêne dixwest navça Araratê bide Tirkiyê. Heq-hesabênhukûmeta îranê jî li ser wê tixûbê hebûn, ji berku ew navçe gelek nêzîkî Azerbaycana îranê ku têda piraniya bineciyan ji wan milletên ku dikevinnava koma zimanên tirkî bûn bû. Bi dizî, Tirk liser wê baweriyê bûn ku divê navça Araratê bidinwan, ji ber ku, wek wan digot, tenê bi wî awayîdikarin dawiya şerkariya pêşmergên kurd bînin. LêTehran jî li ser wê baweriyê bû ku bona wê armancêpêwîst e ku careke mayîn li pirsa parevekirinasînor binihêrin.

 

Pey hevpeyvînên demdirêj, her du dewlet di 23çileya pêşîn 1932 da li Tehranê protokol di derheqasînor da qol kir û peyman di derheqa arbîtraj ûlihevhatinê da girêda (35, dîwan 13, r. 673-699). Peywê, di 5 novembr 1932 da, peymana Tirkiye-îranêya di derheqa dostiyê da, ku di 28 çiriya paşîn1933 da hat testîq kirin, hat girêdan. Lê di 9 çileyapaşîn 1932 da, li Ankarê lihevkirina Tirkiye-îranê diderheqa teslîmkirina guhkaran û qaçaxan da hatibûqol kirin, û ew yek di 27 hezîran 1932 da ji aliyêmeclisa Tirkiyê hatibû testîq kirin (35, dîwan 13, r.1027-1042; dîwan 15, r. 134-135). Ev hemû lihevkirinû peyman şehadeta wê yekê dida ku Tirkiye biserokên xwe yên burjuwa-milkedaran va di karê”safîkirina” pirsa Kurdan da xwediya piştgirên usabû, wek hukûmeta îranê û usa jî empêryalîstênIngiltere û Fransayê ku di nava derbaskirina siyasetaxwe ya di hindava Kurdan da gelek mîna Kemalîstanbûn.

 

Empêryalîstên Roava têdigihîşt ku biserketinên şerkariya Kurdan li Tirkiyê ewê alîkariya şerkariya Kurdan li welatên mayîn bikin, û usa jî ewê tebiya empêryalîzmê ne tenê li wan welatan, lê usa jî li temamiya Rohilata Nêzîk bidin sist kirin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev