Bîranînên 3 ronakbîrên kurd derheqa Cegerxwîn da

Bîranînên 3 ronakbîrên kurd derheqa Cegerxwîn da

Sê ronakbîrên me: Serokê Enstîtûya Kurdî li Parîsê Dr. Kendal Nezan, Gerînendeyê Weşanxaneya ”Spîrêz”ê, helbestvanê binavûdeng Mueyed Teyib, Berpirsyarê malpera “Riataza” Têmûrê Xelîl di vê bernameya WAAR TV da behsa rasthatinên xwe yên bi Cegerxwînê mezin û bîranînên xwe bi wî ra dikin. Piranîya bîranînên wan yên ser Cegerxwînê mezin hûnê cara pêşin ji vê bernameyê bihesin.

 

Kendal Nezan behsa hevpeyvîneke xwe ya dîrokî bi Cegerxwîn ra û dostanîya xwe û rêjîsorê kurdî binavûdeng Yilmaz Guney bi şairê me yê sedsala 20î yê mezin ra dike. Herwiha destnîşan dike, ku helbestên wî roleke çiqasî mezin lîstine di hişyarbûna gelê kurd da, tesîreke çawa li ser hestên welatparêzîyê yên nifşên nû kirine. Hevpeyvîna Kendal Nezan ya vîdêoyî bi Cegerxwîn ra belgeyeke giranbuha ye bo lêkolîneran û nifşên kurdan yên dahatû.

 

Mueyed Teyib behsa wê yekê dike, ku çawa li dikaneke Bexdayê du berhemên Cegerxwîn dibîne, yek ”Ferhenga kurdî”, a din jî “Awa û Destûra Zimanê Kurdî”. Wana dikire û hemû xwendkarên kurd yên Zankoya Bexdayê ra dibêje, diçin wan berheman dikirin. Dû ra, pê dihese ku Cegerxwîn dema dibe mamostayê wê Zankoyê, ferhengekê amade dike bo xwendkarên soranîaxêf, ku bikaribin berhemên wî bixwînin û tê bigihîjin. Cegerxwînê mezin di nava demeke kurt da wê ferhengê amade dike. Dû ra rêzimaneke kurdî jî amade dike.

 

Têmûrê Xelîl jî behsa wê yekê dike, ku çawa bavê wî – berpirsyar û serokê radyoya kurdî a Rewanê Xelîlê Çaçan, bi destî stiranên Aramê Tîgran û Şivanê Perwer, ku ser helbestên Cegerxwîn hatibûn sêwirandin, cara pêşin helbestên Cegerxwîn bi kilamkî, bi riya Radyoyê gîhandîye tevaya gelê kurd. Herwiha behsa wê yekê jî dike, ku çawa sala 1982an Qanatê Kurdo jê ra têlêfon dike, dibêje Cegerxwînê mezin wê bê mêvanîya min, were pê ra hevpeyvînê dike. Têmûrê Xelîl, ku wê demê li radyoya Kurdî a Rewanê redaktorê beşê bû, diçe Lênîngradê (Sankt-Petersburg a niha), hevpeyvîn bi Cegerxwîn ra çê dike, lê serokatîya radyoyê destûr nade wê bi radyoyê bidin, bahane jî ew bû, ku Cegerxwîn him bîyanî ye, him jî ser Stalîn helbest nivîsîye. Têmûr mehekê piştî hevpeyvînê bi awayekî demkî dibe serokê radyoyê û cesaret dike, wê hevpeyvînê belav dike.



 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev