Serdana Rojava – Perwerde û dibistan

Serdana Rojava – Perwerde û dibistan

Karmendê radyoya Kurdî ya SR li Swedê ji beşekî welêt agahîyan digihîne me

Beşîr Kavak

 

Sîstema perwerdeyê li Rojava ji kokê hatiye guhertin. Her kesek bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeya destpêkî dibîne. Piştî astekê êdî bi kursan xwe fêrî zimanên cîran dikin.

Lewra li ciyekî weke Kobanî hemû dibistan bi kurdî ne. Nêzîkê 60 hezar zarok tenê bi kurdî dersan dibînin.

Dibistan tev girêdayî şaredariyan e, yanî dibistanên şexsî nînin.

Li Qamişlo dibistanên bi kurdî, erebî û suryanî hene. Derbarê perwerdeya kurdî de min gelek gazin bihîstin. Gelek kesan digotin ji ber ku îtibara kurdî nîne pêşeroja zarokan hatiye tarî kirin.

Tê gotin ku ji ber vê fikarê gelek kurd zarokên xwe dişînin dibistanên erebî, heta ji ciyê xwe bar dikin. Heman bertek ji aliyê suryaniyan ve jî hatiye nîşandan.

Berya ez biçime Rojava min bihîstibû ku perwerde pir îdolojîk e, tiştên siyasî, hizbî tê de hene. Min li kitêbên sinifên 1-5 nerî tiştekî bi vî rengî min nedît. Bi zarokan re axivîm, stranên wan piranî li ser paqijiyê, rojên heftiyê, alfabeyê, hejmaran hwd bûn.

Tişta herî “siyasî/îdolojîk“ min ji zarokan bihîst lawikekî 10-11 salî li Kobanî strana Mihemed Şêxo “Ay lê Gulê “ ji min re stirand.

Hêjayî gotinê ye ku min bi xwe biryar da bê ez ê serdana kîjan dibistanan bikim û dibistan beriya serdanê ji çûna me ne agahdar bûn.

Têbînî: Ev nivîs di dema seredana birêz Beşîr Kavak ya sala 2018an li Kurdistana Rojava hatîye nivîsar.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev