KURD – MERIVÊN ROYÊ

KURD – MERIVÊN ROYÊ

Berhemeke dîrokî ji nivîskarê malpera me Torinê Torinî

Têmûrê Xelîl

 

Bi vî navî – mixabin, piştî kirasguhastina êzdîzanekî navdar, bizîşk-dermanzenê di komarê da naskirî, serbilindîya kurdên Ermenîstanê – pirtûka nivîskarê malpera me Torinê Torinî li Ermenîstanê çap bû.

Rehmetî sernavekî din jî li berhema xwe kirîye: Bîr-bawerî, rê-rizm, xemil-timtêl, sîmvolên bi siruşta Kurdistanê morkirî. 

Torinê ber dilê me hemûyan ezîz heta deqa jîyana xwe a kutasîyê jî nîşana welatparêzîyê û milethizîyê bû. Roja 29ê îlonê sala 2018an, roja morkirina Quba Tawisî Melek u Heft Mêrên Dîwanê li Ziyareta Êzdîyan ya li Ermenîstanê, ber bi sedan êzdîyan behsa dînê Êzdîtîyê dikir û hewil dida haziran ra îzbat bike, ku dînê me bi xwe dibêje, ku koka miletê me kurd e û nexşên dînê me li Kurdistanê hatine sêwirandin û… li ser van gotinan dilê wî sekinî.

Em wê rojê di hêla zanyarîyên derheqa dînê xwe da belengaz bûn, wê rojê siteyrkeke dînê me, miletê me û welatê me xeyîrî…

Xanima wî Dîlbera Qulîxan, sê zarên wî, ku hemû jî bizîşk in – Narê, Sîma û Alê piştî gorbuhuşt Torinê Torinî ev berhema zanyarî a delal dane çapkirin û ew bû heykelekî ruhanîyî bi zanebûnan va dagirtî, bi îzbatîyan va têr û tijî bo gelê me.

Di dawîyê da dixwezim van gotinên Fêrîkê Ûsiv, ku wî roja binaxkirina bavê min li ser mezel got, raberî we bikim û em wan gotinan di hindava Torinê ber dilê me ezîza da jî dibêjin:

Me geleka dilê xwe da dikire dimîm, ku emê hela gelek şayî-şayîneta da rastî Xelîlê Çaçan Mûradovê hizkirî bên, bengz û beşera wî ya xweş bibînin. Lê îro em şîna wî dikin. Tevî gelek te`lî-tengîyên jîyanê derbek jî li me û kûltûra me ket. Belê, emê jî bimirin, lê hergê rastîyê ruh dijî, em hêvî dikin, ku wê dinê ruhê me rastî ruhê Xelîlê Çaçanî ezîz bîne… “.

Torinê Torinî nivîskarê malpera me bû, niha jî ew di malpera me da wek nivîskar e, ji ber ku ew bona me zindî ye û hemû nivîsên wî yên zanyarî di vê linka jêrîn da nin.

https://krd.riataza.com/author/tt/

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev