Arîstotales: Erdem û Girîngîya ”Rêya Navînî”

Arîstotales: Erdem û Girîngîya ”Rêya Navînî”

Ali Gurdilî

 

Arîstotales têdigihêjê ku hemû erdem, di navbera du mezîyetan de cih digrin. Wate, di navbera du wesfên dijraber de ne. Ji vê têgihiştinê dide rê û dibêje ”Rêya Navînî”. Mesela di kitêba duyem ya li ser etîkê de, behsa kêf û şahiya ji hedê xwe zêde û bêhntengiyê dike.

Li gor nêrîna wî; axêveriya baş, kilîda jiyaneke baş e. Ji ber vê yekê jî, li rê û rêgehên axêveriya baş vedikole. Li gor nêrîna wî; hinek mirov, bi ser nakevin. Çimkî ne esprîtuel in. Ev rewş jî, bêhna mirovan teng dike û dibe sebebê, aciziyê.

Di rewşekê wiha de jî, dê behsa miroveke ku bi kêrî tu tiştî nayê, xeydok e û bi kêrî têkilî û danûstandina sosyal nayê, bê kirin. Lêbelê kesên din, yarî û henekan wekî rê û rêgeheke bikar tînin.

Palyaçoyek, li hemberî henekekî nikare li ber xwe bide. Rêzê ji kesî re nagre û dibe sebebê ken û tîqetîqê. Û gelek gotinên ku hinek nikarin xeyala wan jî bikin, dike. Mirovê xwedîerdem, li vir emelê zêrînî ye. Hişmend e, lêbelê kubar e.

Arîstotales tabloya temamiya erdeman, di lewnê emelan de amade kiriye, ku bi rastî ev xebat hêjayî pesinandinê ye. Gotiye ku wiha zû bi zû, em nikarin tevgerên xwe biguherînin.

Lêbelê, guherîn pêkan e. Li gor nêrîna wî; başî, encameke kurmên (hînbûnî, habit) mirovî ye. Lewma jî, jê re wext, wêrekî û fersenda kirinê, divê.

Dîsa li gor dîtina feylesof; mirovên ku ne dilpak (xwedîerdem) in, ew ne mirovên xirab in; lêbelê, mirovên bêsiûd in. Loma jî tiştê ku pêdiviya wan pê heye, ne şermezarî yan heps e. Pêdiviya wan, bi perwerdehî û mamosteyên baş heye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev