Pirsa we û bersîva me – 170

Pirsa we û bersîva me – 170

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Emê çend heftêyan cûrê pirskirin û bersîvdanê biguhêrin. Ne ku wê xwendevan pirsan bikin û emê bersîvan bide, lê Nura Şane wê pirsan li zimanhezekî me Qasimê Xelîlî bike, hemû jî pirsên derbarê zimanê kurdî da. Bo pêkanîna vî karê pîroz di navbera malpera me û Qasimê Xelîlî da lihevkirinek heye.

 

Pirsa Nura Şane û bersîva Qasimê Xelîlî

 

Pirs: -Gelo tu dikarî bêjî CUDAHIYA TÎPA  “K” û “Q”yê çi ye?

 

Bersîv: -Di kurdî de ev herdu deng jî ji hev cuda ne. Di tirkî de ”k” carinan wek ”k” ya kurdî tê xwendin.

Mînak: ”kim” (kî), lê carinan jî nêzîkî ”q” ya kurdî ”kamera”.

 

Peyvên rojavayî (ewropî) yên di kurdî de divê herdem bi ”k”yê, ne bi ”q”yê werin nivîsîn ji ber, dengê “q”yê di wan zimanan de nîne û ew peyv di wan zimanan de ne bi dengê “q”ya kurdî tên xwendin lê tenê tirk ji ber taybetmendiyên zimanê xwe wê nêzîkî dengê “q”ya kurdî dixwînin.

 

Bo nimûne; ”kamera, kamyon, Amerîka” (ne *qamera, qamyon, Amerîqa).

 

Yên ji erebî divê di cihê pêwîst de bi ”q”yê(ق) werin diyarkirin.

 

Bo nimûne; ”Qasim, Qadir, Qedrî” (ne *Kasim, Kadir, Kadri).

 

Di tirkî de K’ya stûr jî(Q) û ya zirav jî her bi K’yê têne nivîsandin. Ango ji bo herfa ق û کê her کê bi kartînin. Lê di nivîsandinê de her çiqas wilo be jî di xwendin û bilêvkirinê de parîyekî cudahî heye.

 

K’ya li cem dengdêrên stûr (Dengdêrên stûr ên tirkî ev in: a, ı, o, u) bi dengê stûr (Q ق) dixwînin.

 

mînak: kadın – Weke “qadin, قادن” dixwînin.

 

Lê di heman demê de peyvên ji erebî yên dengê Q’yê tê de derbas dibin bi K’yê dinivîsin û heke li cem dengdêreke kin/zirav be (Dengdêrên zirav di tirkî de ev in: e, i, ü, ö) wê bi K’yê bi lêv jî dikin.

 

mînak:  xaliq/خالق – Weke “halik” dixwînin.

 

Li vir du pirsgirêk ji boy kurdên bi mentiqa tirkî fêrî xwendin û nivîsandinê bûne derdikevine holê:

 

1- Di peyvên bi binyada xwe Ewropî bin dengê Q’yê di wan de nîn e. Lazim nake em weke tirkan peyvên Ewropî bi Q’yê binivîsin. Ji boy rastnivîsa kurdî şaş e.

 

mînak:

kanal- Weke “qenal” bi kurdî bête nivîsandin xelet e. A rast “kenal” e.

konferans- Weke “qonferans” bi kurdî bête nivîsandin xelet e. A rast “konferans” e.

komisyon- Weke “qomîsyon” bi kurdî bête nivîsandin xelet e. A rast “komîsyon” e.

 

2-  Di peyvên bi binyada xwe bi erebî bin û dengê Q’yê di wan de heyî  lazim nake em weke tirkan wan bi K’yê binivîsin. Ji boy rastnivîsa kurdî şaş e.

 

mînak:

mexluqat (مخلقات) – Weke “mahlukat/maxlukat/mexlukat” di kurdî de bête nivîsandin xelet e.

rizq (رزق) –   Weke “rizk” di kurdî de bête nivîsandin xelet e.

qadir ( قادر) – Weke “kadir” di kurdî de bête nivîsandin xelet e.

[18:19, 19.2.2019] .: Hinek bi israr û eks, “Filankes çûye ber dilovanîya/rehma Xwedê.” weke, “Filankes çûye ber dilovanîya xwe.” dinivîsin.

 

“Çûye ber dilovanîya Xwe.” şaş e. Lewra peyva “Xwe” li vir ne bi kurmancî ye. Ev bi soranî ye.

 

Di soranî de Xweda weke “Xwe” tê gotin lê di kurmancî de “Xwe” cihnava vegerok e. Bi tirkî bi maneya “kendi” ye.

 

Ma dema yek bimire diçe ber rehma xwe an diçe ber rehma Xwedê?

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev