
Berhemeke delal ji Weşanxaneya APECê
Nivîskar Xelîl Duhokî ji gelek şaîrên zaravayê soranî helbest transkrîbeyê latînî kirîye, bi analîz û şiroveyên xwe li hunera şaîran hûr bûye.
Nivîskar di pêşgotina xwe de li ser vê xebata xwe wiha dibê;
… min navê pirtûkê kire (Çend stêrên geş…) çinku ez dizanim ku bi sedan helbestvanên ku bi kurmancîya jêrî dinivîsin hene, lê mixabin berhemên tevan negehiştine destên min. Min pişkeka berhemên helbestvanan veguhaztîne kurmancîya jorî û pişkeka din jî, her bi kurmancîya jêrî mane. Xwendevan jî, wê hewl bide di wan berheman bigehe û mifayî jê bibîne…
Helbestek ji Şêrko Bêkes;
Darekê got
Em niha nikarin
navê te li cadeke Diyarbekir kin
Kulîlkekê got
Em niha nikarin
navê te li baxçekî nav Qamişlo kin
Kevrekî got
Em niha nikarin
peykerekî li ser sînga Babagurgur
ji bo te çêkin
Şiîrek got
Em niha nikarin
navê te li kutubxaneyeke Sablax kin
Dawî Kurdistanê got
Ewê em niha karin bikin
tenê ev e ku
Wek gul û şiîr û azadî
te di canê xwe de hilgirin
Veguhaztin ji Soranî: Rûken Bagdu Keskin – Bedran Hebîb.
Xelîl Duhokî
Di sala 1951ê de, li bajarê Duhokê, li Kurdistana Başûr ji dayik bûye. Di sala 1970ê de, dest bi nivîsîna helbestan kiriye. Kurteçîrok û vekolînên edebî jî dinivîse. Di piranîya aheng û fêstîvalan de, helbest pêşkêş kirîne û di rojname û kovarên kurdî de, çi li nav Kurdistanê û çi li derveyî Kurdistanê belav kirine. Di sala 1973ê de, bûye endamê Êketîya Nivîskarên Kurd. Sernivîskarê kovara Berbang û Nûbûnê bûye. Çend sala, serokê Komela Nivîskarên Kurd li Swêdê bûye. Endamê Êketîya Nivîskarên Swêdê ye. Endamê Sendîka Rojnamevanên Kurdistanê ye. Xelatê zêrîn yê edebîyata kurdî, ji Êketîya Nivîskarên Kurd, wergirtiye.
Sala 1974a, bûye pêşmerge û di radyoya şoreşê de, kar kiriye. Di sala 1982ê de, dîsan gehiştiye şoreşa kurdî. Lê piştî Enfalên Reş, neçar bûye xwe bigehîne welatê Swêdê. Sala 2003ê, vegerîya welatî û li wezareta rewşenbîrîyê, Şareza bûye. Lê ji ber hin nexweşiyan, ji neçarî dîsan vegerîya Swêdî.
Riataza