
Di vê vîdêobloga me da ronakbîrekî ji Anatolîyayê Harûn Cosar wê behsa jîyana wan bi sedan hezaran kurdan bike, ku berî çendsed salan ji Kurdistana Bakur sirgûnî vî warê Tirkîyê yê bo gelê me xerîb kirine.
Ango, sê kurdên dervayî Kurdistanê, ku rehê wan, esilê wan, koka wan li welêt e – mêvanê me Harûn Cosar, rêvebirê bernameyê Têmûrê Xelîl û yek ji redaktorên malpera me Marûf Aslanov wê weke sietekê we bibine nava kurdên ku zimanê wanî sereke kurdî ye, xewnên xwe bi kurdî dibînin, şîn û şahîyên xwe gorî erf û edetên miletîyê dikin.
Belkî jî piştî mêzekirina bernameyê çend kurdên ji riya kurdeyatîyê, kurdbûnê û kurdîaxivînê bi dûr ketine, li xwe, li zimanê xwe û li welatê xwe vegerin, belkî jî hinek ji wan bêjin: -Xwezîya min bi we!